Kêf û zewq

Ji Wikiquoteyê

Kêf û zewq

  • Bixwe, vexwe û ji kêf û henekên evînê zewqê bistîne; ti dî ne nirxdarî ti tiştî ye.~ Sardanapalus (paşayê dawîn yê Asûryayê)


  • Yê hişmend fêkiyê zewqê berhev dike, û bi taybetî bi sê tiştan ew jiyana xwe geş dike: bi xwarinê, vexwarinê û evînê.~ Alexis (300 bz)


  • Rake û bixwe, rake û vexwe çiku dinyaya em lê dijîn mîna dawet û dîlanekê ye ku dê zû biqede.~ Erubin (450 bz)




  • Her kes dikare bixwe û vexwe lê kêm kes dikarin çêj û taman ji hev bikin.~ Konfuçe


  • Ma ez dê çawan bikarim tê bigihim ka başî çi ye ger min tam nekiribe delaltirîn dirûvên biharatan, evînê û bedewiyê.~ Epikuros
  • Pirrtir bifikire li hindê ka dê digel kê bixwî û vexwî, ne ka dê çi bixwî û vexwî. ~ Epikuros


  • Wî pesna lîsteya xwarinan da dema ez vexwendim. - Lo, ez wa pirr nirx nadim hindê ka lîsteya xwarinan çawan e hindî ka lîsteya yên dixwin çawan e. ~ Jonathan Swift


  • Ew keşîşên han ne dixwin daku bijîn lê dijîn daku bixwin. ~ ’’François Rabelais


  • Xelk dijîn daku bixwin lê ez dixwim daku bijîm. ~ Sokrates


  • Em dixwin daku em bijîn û her pesna Yezdan bidin, lê dil dike ku em bijîn tenê daku em bixwin.~ Se'diyê Şîrazî




  • Bawer dikim ku dinya bo min hatiye çêkirin, ne ez bo dinyayê. Lew min bo xwe kiriye pend ku her cûn kêf û zewqê li dinyayê bikim û bihêlim pêşeroj çi bi xwe re bîne bila bîne.~ Tobias Smollet





  • Em herî zêde nirx didin tiştên bi dijwarî tên peydakirin. ~ Thomas Adams


  • Tişta bi erzanî bi dest me bikeve, em nizanin nirxê wê bidinê; tenê giraniya tiştan nirx dide wan.~ Thomas Paine


  • Rojekê jî bê zewq neborîne!~ nenas




  • Pirr zewqdartir e fêkî ji daran bêt kirin li şûna di sêniyê de bêt raberkirin. ~ Publius Ovidius Naso




  • Ger nikarî serkêşiya xwe bikî, nikarî zewqê jî ji xwe bistînî. ~ Benjamin Whichcote


  • Zewq e em wan tiştan bikin yên ku xelk bawer nake ku em dikarin bikin. ~ Walter Bagehot






  • Derengkarî herdem ziyanê digihîne wî yê xwe amade kiriye. ~ Dante Alighieri





  • Belê, mirov dikarin ji xirabiyên wan bên filitandin ger ew zewqê ji wan xirabiyan nestînin. ~ Qiralîçe Kristîna





  • Em her tiştî zêde disefînin û disinifînin bêyî ku têr zewqê jê bistînin. ~ Kazuko Okakura




  • Perwerdekirin ji qedexekirinê dest pê dike. ~ Leo Baeck




  • Hesûdî mereqdariyê diafirîne. ~ Molière


  • Fêkî şirîn e dema baxçevan ne hazir e. ~ Plutarkhos


  • Rê fire û rastgeh e lê mirov ji varêyan hez dikin. ~ Laotse (500 bz)



  • Yê bi rêyê bimeşe koleyê rê ye. Tenê yê bi serê xwe digerre azad e. ~ Aaro Hellaakoski




  • Heza xwepesndana bi hindê ku razek bi me hatiye spartin mezintirîn talûke ye bo ku ew raz bêt diyarkirin. ~ Samuel Johnson


  • Herî zêde ew kes ji razan hez dikin yên ku ti niyet nîne ku wan li nik xwe biparêzin. ~ Charles Caleb Colton


  • Stran dilhebîntirîn zewqa mirovan e. ~ Musaios


  • Tevî ku du mirov nizanin bi hev re bipeyivin jî, ew dikarin herdem bi hev re bistirin. ~ pendek elmanan




  • Ji perwerdekaran ya herî baş muzîk e. Awaz û aheng rêya xwe berev kûrgehên herî nehînî yên giyanan jî dibînin. ~ Platon (Efletûn)



  • Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire jiyan jî çiku ma çi ye jiyan ji bilî stranekê. Ger dengê stranbêj vemire, dê vemire hêvî, ronahî û şadî. ~ Horacio Guarani


  • Muzîk berztirîn qenciya mirbaran naskirî ye; tenê bi wê em dikarin hest bi Yezdan bikin.~ Joseph Addison


  • Ma ne ol, evîn û muzîk hemû tiştekî diyar dikin: armanca berfirebûna dilê gewer ~ Honoré de Balzac




  • Tamdartir e ew fêkî yê peyda dikî bi ketina di çendîn talûkeyiyan de. ~ François Rabelais


  • Zewqdartirîn tişt ew e ku basa wan belayan bêt kirin yên ku mirov jê filitiye. ~ Euripides



  • Tam hingê mirov azad e dema hêvî dike azad be. ~ Voltaire


  • Yê fêrî jiyana deryayî bibe, êdî nagunce jiyana bejayî. ~ Samuel Johnson


  • Deryaya henûn jî hindî ya pêldar kûr. ~ John Donne


  • Tenê derya kûriya deryayê dinase ~ nenas (ji Nîti Sastras n. 1250)






  • Okyanos bi bêhijmar şêweyan dibişire. ~ John Keble



  • Dema bitî-betal li wir rawestîm û min lê nerî, di betaliyê de bi hêza evînê hesîm. ~ William Shakespeare



  • Hest, ya ku tixûbên teng jê re hatine danîn, hestek parçekirî. ~ Paul Valéry


  • Mey û bade dilan hên dikin, hişan hişyar dikin, û nîne ti dermanek ji wan baştir dijî pîrbûnê. ~ John Fletcher


  • Mey hêzên yê westiyayî lê vedigerrîne. ~ Homeros


  • Mey vedirevîne ewrên giran yên bêhêvîtiyê, û tavilê em hest pê dikin ku em difirrin. ~ John Gay


  • Bîre kêrî bextreşan tê, mey kêrî dilreşan. ~ Pîrozname




  • Nirx bide dostaniya dirêj wek didî meya bi kevnbûnê xweştir dibe. ~ George Pettie



  • Bila dem dostaniya nû wek meyê bigihîne. ~ Columbanus (600)


  • Dostanî ji min re mîna meyê ye, dema nû be zav e, bi demê re digihe, li pîriyê dermanê dil e. ~ Thomas Jefferson



  • Ger rabî hêza xwe li dijî meyê bicerribînî, tu dê tûşî dijminek dijwar bibî. ~ Euripides


  • Nîne şadî bêyî mey. ~ Pesachim (n. 450)




  • Derman pêşî tamek nexweş didin te û paşî te sax dikin; mey pêşî tamek xweş dide te û taliyê te nesax dike. ~ Henry Fielding




  • Jiyana bi meyê ve girêdayî êdî ne jiyan e. ~ Alkaios


  • Ne ew li bersivan digerrin, ne dibînin; / bêdengiyê herder girtiye, bêpêjnî ye / esmanê şîn li raserî wan henûn e, / ba hêwir e, naqeliqin pelên daran, / bi şirînî pêla zelal ya peravê / li doşeka xwe ya ji mircanan paldayî ye / xwe mit kiriye çivîkê. ~ Aleksis Kivi



  • Pergal ronahî ye, aramî ye, azadiya hindirrîn e, xwekontrolkirin e, hêz e. Ew bedewiya estetîk û biexlaq e, kamiranî ye. ~ Henri Amiel



  • Serwera dinyayê pergal e. Şeytan tevlihevî peyda kiriye. ~ Jonathan Swift



  • Tişta bikêr bedew e. ~ Platon (Efletûn)


  • Tişta spehî hindî ya kêrhatî bikêr e, belkî pirrtir jî. ~ Victor Hugo



  • Tiştek spehî ye ji ber ku ew baş e; ger ew spehî be, ji ber hindê ew baş e. ~ Khrysippos


  • Ax çend nêzî başiyê ye ew tişt ya ku spehî ye! ~ Ben Jonson







  • Mîna hingmêşan, yên ku tenê dema tarî dixebitin, pêdiviya ramanan jî bi bêdengiya derdoran heye. ~ Thomas Carlyle


  • Bo yê bêdeng deriyên herî hindirrîn vedibin. ~ Keigemni (n. 2500 bz)



  • Spehîtî tek tişt e ku dem nikare ziyanê bigihîniyê. Felsefe diherrifin mîna xîz, dîn xwe vedidin yek li pey yê din wek pelên payizê diçilmisin, lê spehîtî her xwe radigire li ber hemû demsalan û bi ebedî. ~ Oscar Wilde


  • Dîtinek şaş e bêt xeyalkirin ku spehîtî têt wateya başiyê. ~ Leo Tolstoy


  • Mirov zû bi berhemek hunerî yê li gor rêbaz û rêçikan ve dikerrixe; kes nikare tehemila mirovên bêkêmasî û bêşaşî bike. ~ August Stringberg


Çavkanî[biguhêre]