Se'diyê Şîrazî

Ji Wikiquoteyê

Gulistana Se’diyê Şîrazî

Bijartin, wergerandin û ravekirin[biguhêre]

Husein Muhammed[biguhêre]

(Derketina pirtûkê: sala 656 koçî / 1258 zayînî)


"Ne pêdivî ye ticaran guh bibihîze
dengê tembûrê, sentûrê û bilûrê.
Ne lazim e çav baxçeyan bibînin
û poz binase bîna sorgul û nêrgizan.
Heke balguhê pûrtik tine be,
mirov dikare li ser kevir jî serê xwe deyne,
û heke evîndar jî ne li ber be,
dikare destê xwe di hemêza xwe de bigire
lê ev zikê bêxêr, zikê hîlebaz
nikare xwe bigire heke neyê dagirtin."

Ji pirtûka 'Gulistan'



Naverok[biguhêre]

1. Maliyet bo xweşkirina jiyanê ye, ne jiyan bo berhevkirina maliyetê. Ji zanayekî hat pirsîn: "Kî bextiyar e û mirovê çawan bextreş e?" Wî bersiv da: "Bextiyar ew e yê dixwe û li derdorî xwe belav dike; bextreş ew e yê dimire û maliyeta xwe li pey xwe dihêle."

Duayan bo wî neke yê
maliyet kom kir lê nexwar.


2. Mûsa şîretek li Qarûn kir: "Qenciyê bike, wek çawan Yezdan jî qencî li te kiriye." Qarûn bi gotina wî nekir, û encam diyar e.

Yê karên baş bi pareyên xwe nake,
têk diçe dema pareyên xwe ji dest dide.
Heke bixwazî li vê û wê dinyayê di xweşiyan de bî,
merd be wek çawan Yezdan jî li te merd e.

Ereban pendek heye: "Merd be û minetdariyê jî nexwaze çimkî sûde û mifayê karê baş dê li te bi xwe vebigere."

Dara dilceweriyê li kû reh û rîş bigire jî,
çeq û gupikên wê digihin ber asmanan.
Heke bixwazî fêkiyê wê bixwî,
wê bi xwestina minetdariyê ji qop nebirre.


Spas bike ji Yezdan re ku her tiştê baş daye te,
ji rehm û dilovaniya Wî, tu ji ti tiştî bêpar namînî.
Daxwaza minetdariyê neke bi hizira: "Xizmeta siltan dikim",
lê minetdar be ji hindê ku dikarî xizmetekê bikî.


3. Du mirov bêwec û bêencam xwe zehmet didin û diwestînin: ew ê maliyetê berhev dike lê naxwe, û ew ê zanînê berhev dike lê karên qenc nake.

Tevî çendî zanînê bicivînî, dîsan jî nezan î
heke wê zanînê nexebitînî.
Ker, ê du-sê pirtûkan hildigire,
ne lêkolîner û ne jî alim e:
ma ew ê servala ji kû dizane
ka pirtûkan an êzingan hildigire?


4. Zanîn bo zêdekirina baweriyê ye, ne bo peydakirina zewqên vê dinyaya derewîn e.


Yê dev ji xweragiriyê û zanînê berdide,
pê malê dinyayê li xwe kom dike - û agir pê dixe.


5. Zanayê bêtebat wek çirahilgirek kor e.
Yê jiyana xwe vala derbas dike,
pareyê xwe pûç dike û tiştekî jî pê nakirre.

6. Zana mîrnişînan dixemilînin, û dîn bi xweragiran dikemile. Pêwîstiya serokan bi zanayan ji ya zanayan bi serokan zêdetir e.

Heke şîretekê dixwazî, ey serok,
di hemû dinyayê de ji vê çêtir nîn e:
ji bilî zanayan kesekî erkedar neke
tevî ku erk ne ji rişteya wan be jî.

7. Sê tişt xwe nagirin: maliyet bê ticaret, zanîn bê lêkolîn û mîrnişîn bê îdare.

8. Efûkirina xeraban zorkirina li qencan e, û efûkirina zordaran zilma dijî zorlêkiriyan e.


Heke sereguhiya xeraban bikî û matî ji wan bikî,
tu bi wan re hevtawan î.

9. Bawerî bi dostaniya serokan û dengê xweş ê xortan nîn e çimkî yek ji wan dikare ji ber şikan wenda bibe, yê din jî di şevekê de biguhere.

10. Ji hevalê xwe re jî hemû nehîniyên xwe nebêje çimkî tu çawan dikarî piştrast bî ku ew ê ti caran nebe dijminê te. Û ziyana herî mezin jî li dijminê xwe neke çimkî dibe ew carekê bibe hevalê te. Heke bixwazî nehîniyê biparêzî, wê ta ji hevalê sadiq re jî nebêje çimkî wî jî hevalên sadiq hene.

Baştir e bêdeng bî, ne nehîniyên dilê xwe diyar bikî
û bibêjî: "Ji kesekî re nebêje."
Ey cahilo, avê bi xetimandina kaniyê rabiwestîne
çimkî heke ew boş bû, çem nikare bê çikandin.
Bi dizîkî basa wî tiştî neke
yê nikarî basa wî bi serbestî jî bikî.


11. Dijminê qels û lawaz, ê radest dibe û dostaniya xwe raber dike, tenê dixwaze bibe dijminek xurt û bihêz. Tê gotin, heke bawerî bi dostaniya dostan tine be, dê çawan bi hîlebaziya dijminan hebe? Yê dijminê biçûk kêm bibîne, wek wî ye yê xem ji agirek biçûk naxwe.

Îro bitemirîne hê ku tu dikarî;
ku agir gurr bibe, ew ê hemû dinyayê bişewitîne.
Nehêle dijmin kevana xwe vebişidîne
çimkî ew dikare bi tîr çavê te bipeqîne.


12. Di navbera du dijminan de wisan biaxive ku heke ew bûn dost, bila ne pêdivî be ku tu şerm bikî.

Gengeşeya di navbera du kesan de mîna agir e
û îftîrakerê xerabîxwaz êzingkêş e.
Heke gengeşeker li hev bên,
ê îtîrafker dê rûreş û şermezar bibe.
Gurrkirina şerrenîxê di navbera du mêran de
ne aqildarî lê xweşewitandin e.
Hêdî bi dostên xwe re bipeyive
daku dijminê xwînxwaz nebihîze.
Hay ji gotinên xwe hebe dema li pêş dîwar diaxivî
çimkî dibe li paş dîwar guhdar hebin.


13. Her kes, ê aştiyê bi dijminan re bike, dest diavêje zilmkirina li dostan.

Ey hişyar, vebiqete ji wî dostî
yê li gel dijminan rûdine.

14. Heke bişik bî di xwegirêdana bi mijarekê ve, wê helwestê bibijêre ya bêziyan be.

Bi necamêrî xweşmirovan neaxêve
û dijî yê deriyê silhê diqute dernekeve.

Ne qencî ye mirov jiyana xwe bixe xeterê hindî bikare pirsgirêkê bi pare çare bike.

Piştî ti rêyên din neman,
guncav e dest biavêjî şûr.

15. Di ber lawaziya dijmin de nekeve çimkî heke ew xurt bibe, ew ê te efû neke.

Dema dijmin bêhêz bibînî,
jixwerazî simêlên xwe banede.
Di her hestiyekî de mixek
û di her cilekî de mêrek heye.


16. Yê mirovek xerab bikuje, mirovan ji ezyetê û xwe jî ji ezaba Xwedê xelas dike.

Bexişandin baş e
lê birînên zordaran nekewîne.
Yê mar efû bike,
nizane ku neheqiyê li zarokan dike.

17. Şaşî ye şîretan ji dijmin bigirî lê guhdarîkirina wan dibe daku tam dijî wan şîretan bê kirin û bi ser bikevî.

Hişyar be ji hindê ya dijmin dibêje bike
daku neyê xapandin û destê xwe li sîngê xwe nedî.
Heke ew rêya ber bi rast de bide ber te,
bizivire û ya aliyê çepê bibijêre!

18. Kerba zêde mirovan dûr dixe, û dostanî li ciyek nedurist mirov rûreş dike. Ne wisan serhişk be ku xelk ji te biêşe û ne jî wisan sernerm be ku xelk li te bêşerm bibe.

Sernermî û serhişkî bi hev re herî baş in
wek çawan derzî hem diêşîne hem dikewîne.
Yê hişyar ne wisan hişk e û ne jî nermîçok e
ku bi xwe nirxê xwe kêm dike.
Ne zêde bilind dike
û ne jî qet xwe nizm dike.

Xortekî ji bavê xwe re got:
"Ey hişmend, şîretek baş li min bike."
Bav jê re got: "Ne wisan xweşheval be
ku gurê didantûj har bibe."

19. Serokê bêrehm û dîndarê nezan dijminê gel û dîn in.

20. Bila ti caran fermandar ne serokek wisan be yê ne xizmetkarek dilsoz ê Yezdan e.

21. Divê padişah ji sinorek diyar zêdetir ji dijminê xwe neqehire û li wî hêrs nebe, wek din dostên wî dê baweriyê pê neînin. Agirê kerb û nefretê pêşî wî disojîne yê kerbên wî vedibin û dû re çirûskên wî digihin dijmin - heke bigihinê.

Nabe mirovên ji axê çêbûyî
bibin pozbilind, bînteng û serserî.
Tu, yê bînteng û serhişk,
dixwiye ne ji axê lê ji agir î.

Giham welatên Beyleqan cem ewliyayekî
û min jê re got: "Min hîn bike ku ji cahiliyê azad bibim."
Wî got: "Ey zana, mîna axê bisebr û baldirêj be
yan wek din, hemû zanîna xwe binax bike."

22. Mirovê xerab dîlê dijminek wisan e ku kû de biçe jî nikare ji cezayê wî xelas bibe.

Heke yê dilxerab ji kul û derdên xwe bireve asmanan jî,
ew ê ji ber xerabxwaziya xwe ezyetan bikişîne.

Heke di nav dijminên te de jihevbelavî hebe, aram be, lê heke ew hemfikir bin, ji ber tengasiya xwe bi xem be.

Heke te dît dijminên te pev çûne,
di nav hevalên xwe de rehet rûne,
lê heke te dît ew hemfikir in,
kevanê xwe veşidîne û keviran li ser çeperê xwe binijîne.


23. Dema tiştek din ji destî neyê, dijmin zincîra dostaniyê dadiçemîne û tişta nikarîbû wek dost bike, wek dijmin dike.


24. Serê mar bi destê dijmin biperçiqîne çimkî hingê dê her tiştek baş biqewime: heke dijmin bi ser bikeve, te mar daye kuştin, û heke mar bi ser bikeve, tu ji dijmin azad bûyî.

Bawer neke ku roja cengê azad î ji dijminê lawaz
çimkî di bêhêvîtiyê de ew dikare serê şêr jî biperçiqîne.


25. Heke nûçeyekê dizanî ku dikare dil birîndar bike, bêbeng be û bihêle bila yên din wê bibêjin.

Ey bilbil, mizgîniya biharê bîne;
bila nûçeyên reş xema quling bin.


26. Ji padişah re basa xayîntiya kesekî neke heke ne tam piştrast bî ji pêşwaziyek baş bo peyamê ji ber ku wek din tu pê ruxîna xwe amade dikî.

Hingê amade be biaxive
dema dizanî peyvên te bibandor in.


27. Yê şîretan li serhişkan bike, bi xwe hewceyî şîretan e.


28. Nehêle dijmin te bixapîne û ji nazdarker jî bawer neke çimkî yê yekem dav li ber te vedaye û yê din jî ji hesûdî diaxive. Nazdarkirin ê bêhiş diperçivîne wek çawan rizîn jî miraran diwerimîne.

Ji nazdaran hişyar be
çimkî ew tenê dixwaze ji te sûdedar bibe.
Heke rojekê daxwazek wî bi cî neînî,
ew ê dused kêmasiyan di te de bibîne.


29. Heke ti kesek ji axivger re basa kêmasiya gotinên wî neke, zimanê wî dê ti caran nekemile.

Tenê ji ber çepikên nezanan û nirxandinên xwe
ji bedewiya peyvên xwe ne pozbilind be.


30. Her kes bawer dike ku aqilê wî kamil û zarokên wî bedew in.

Cihûyek û misilmanek bi şerrenîx çûn,
û min nikarî kenê xwe bisekinînim:
Yê misilman hêrsbûyî got:
"Heke ev belgename ne resen be,
Xwedê bike ku ez cihû bimirim!"
Yê cihû got: "Bi Tewratê sond dixwim,
û heke derewan bikim, bila ez bibim misilman!"
Heke hişyarî li dinyayê nemîne jî,
kes dê şikan nebe ku bi xwe bêhiş e.

31. Deh mirov dikarin ji sêniyekê bixwin lê du se jî nikarin li ser kelexek mirar li hev bikin. Yê hesûd her birçî ye tevî ku hemû dinya ya wî be lê yê bi piçekî jî razî, dikare bi nanekî jî têr bibe. Fîlozofan gotiye: "Nefsbiçûkî ji dewlemendiyê maliyetek baştir e."

Zikê nefsbiçûk bi nanek tursî jî tijî dibe
lê çavê hesûd bi hemû zengîniyên rûyê erdê jî têr nabe.

Dema jiyana bavê min nêzî dawiyê bû,
ji berî bimire ev şîret li min kir:
"Xwestek agir in; lê hişyar be
da agirê dojehê li dor xwe hilnekî.
Xwe li ber şewata wî agirî nagirî
loma hê zû wî bi ava baldirêjî û sebirdariyê vebimirîne.


32. Yê li rojên xwe yên bihêzî û şiyanê qenciyê neke, dê li rojên bêzarî û neşiyanê bela bên serî.

Kes ji wî bextreştir nîn e yê mirovan diçewisîne:
Ku belayek bê serî, kes jê re alîkar nîn e.


33.
Tişta zû bê, pirr xwe nagire.
Min bihîstiye ku li rojhilatê
çil sal li çêkirina amanek ferfûrî diçin.
Li Bexdayê rojê sed aman ji wan tên çêkirin
lê jixwe tu dizanî ka kîjan bi çi bihayî ye!

Piştî qelpikvedanê* têjikên çivîkan di cî de li xwarinê digerin
lê zarokan hê ne têgihîn, ne hiş û ne jî aqil heye.
Ew, ê zû mezin bû, nebû tiştek
lê yê din di ber hemû lawiran re kir.
Li herderê şûşe heye loma ew bêbiha ye
lê dijwar e yaqût bên dîtin loma ew bihagiran in.


34. Karûbar bi baldirêjiyê tên bicîanîn lê yê bilez dihilingive.


Min bi çavên xwe dîtiye ka çawan
ê li çolê hêdîka dimeşe di ber ê lezgîn re kiriye.
Hespê babez diweste
lê hêştir bi rehetî digihe bineciyê.


35. Tişta herî baş, ku yê bêhiş û bêaqil bike, ew e ku bêdeng be lê heke ew bêdeng be, êdî ne bêhiş û ne bêaqil e.


Heke ne zêde fêris bî, çêtir e
ku bendevanê zimanê xwe bî;
ziman şermezariya mirov diyar dike
tam wekî sivikî jî xirşiya gûzê diyar dike.


Min dît ku bêhişek kerekî perwerde dike
û pirr dema xwe pê ve xerc dike.
Yekî hişyar jê re got: "Ey cahil, tu çi dikî?
Xelk dê qerf û henekan bi te bike.
Ker ji te hinêra axivînê fêr nabe
lê tu ji wî hinêra bêdengbûnê hû bibe."

Yê pêşî nefikire ka dê çi bibêje,
pirrî caran şaş dibe.
Gotinên xwe mîna mirovan rêz bike
yan mîna heywanan bêdeng be.


36. Yê bi yên ji xwe hişyartir re dikeve gengeşe û şerrenîxan da diyar bike ku bi xwe hişyar e, diyar dike ku bi xwe bêhiş e.

Dema kesek ji te giringtir dipeyive,
dijî wî dernekeve tevî ku baştir bizanî jî.


37. Yê bi kesên xerab re radibe û rûdine, fêrî qenciyan nabe.

Heke firîşte bi şeytan re rûne,
ew ê jê tenê hînî xaîntî, xapandin û hîleyan bibe.
Ne mirov dikare ji neqencan qenciyê fêr bibe
û ne jî gur kurkan didirûn.


38. Kêmasiyên kesekî nepeyitîne : ew ê şerm bike û êdî baweriya wî dê li te nemîne.

Yê dixwîne lê tiştek baş neke, mîna wî ye yê gayan li zeviyan diajo lê zeviyê nakêle .


39. Bedena bêdil bi gotina Yezdan nake; qalika bêkakil jî kêrî firotinê nayê.


40. Ne her kes, ê baş gengeşeyê dike, di karûbarên xwe de rastgo ye.


Gelek ji jinên di bin eba re bedew dixwiyin,
dema kevînkê ji ser rabikî, diyar dibe ku pîretewt in.



41. Tê gotin keyek faris hebû ku wisan bindarên xwe dişelandin û zordarî li mirovan dikir ku gel ji ber kirinên wî ji welatê xwe direvî û ji tengezariya ji ber hukumeta wî ya hov derdiket. Dema hejmara bindaran kêm bû, dahatinên dewletê jî kêm bûn û gefên dijminan jî li ser serê wî xurt bûn.

Yê li tengasiyan alîkaran bixwaze,
divê li rojên aramiyê merd be.
Heke tu ji xizmetkarê xwe re ne baş bî, ew ê biçe.
Xweşdost be, biyanî jî dê bibin xizmetkarên te.

Carekê, ku li eywana wî ji Şahnameyê çîroka dawîhatina li serdariya Duhak û tacgiriya Ferîdûn hat xwendin, wezîrekî ji padişah pirsî: "Çawan Ferîdûn, ê ne xwedî gencîneyan, ne maliyetê û ne jî xizmetkaran bû, karî bibe key?" Key bersiv da: "Wek bi xwe jî dizanî, gel bi coş xwe da alî wî û ew bi ser ket." "Wey padişahê min", wezîr got, "madem key pêdivîtî bi gel heye, tu çima gel belav dikî? Ma bi rastî jî tu keyîtiyê naxwazî?

Baştir e leşker bi xwîna dil bê têrkirin
çimkî siltan bi leşkerê xwe serdariyê dike.

Key pirsî: "De çawan mirov dikare gel û leşker bike piştgirê xwe?" Wezîr bersiv da: "Divê key merd be daku ew bibin alîgirên wî, û dilovan be daku ew hest pê bikin ku li keynişîna wî biewle ne lê mixabin te ti ji van herdu taybetmendiyan nîn in."

Ne zordar dikare bibe siltan,
ne jî gur bibe şivan.
Key, yê bibe xerabîkar,
dara di bin lingê xwe ve dibirre.

Ev şîreta baş ne bi dilê key bû loma ew enirî û wezîr avêt zindanê. Demek dirêj bi ser ve neborî, pismamên siltan serî hildan û mîrnişîna bavê wan berê bi rê ve birî xwest. Gel, ê perîşan bûbû û ji ber zordariyê bêzar mabû, xwe da gel wan û alîkariya wan kir û wiha wan karî key ji ser text biavêjin.

Heke serok zordariyê li binokên xwe bike,
di gavên dijwar de dostên wî jî dê bibin dijminên bihêz.

Ji gel re yar be, tu dê ji neyaran parastî bî
çimkî gel leşkerê padişahên dadperwer e.


42. Di keştiya keyekî de kurek kole yê faris hebû ku ne ti caran derya û ne jî dijwariyên rêvingiya deryayî dîtibûn. Ew digirî û gazin dikirin û bedena wî ji serî ta binî dilerizî. Tevî ew hat aştkirin jî, ew nehedinî û aram nebû û wisan dikir ku bi tevgerên xwe rêvingiya padişah biherimîne lê ti kesekî nedizanî çi bike. Hingê fîlozofê di keştiyê de ji key re got: "Heke payeberziya we rê bide, ez ê lawik bêdeng bikim." Key bersiv da: "Ew yek dê pirr baş û xweşdostane be." Fîlozof ferman da ku kurik bê avêtin deryayê. Lawik du-sê caran xwe binav kir û bi herdu destan xwe bi dûmena keştiyê ve şidand. Ku rê jê re hat dan hilbikeve keştiyê, êdî rûnişt kuncikekî û bêdeng bû. Padişah mat ma û pirsî: "Ev çi aqildarî bû?" Fîlozof bersivand: "Pêşî wî nedizanî ka xeniqîn çi ye û ewledariya keştiyê fam nedikir. Tam wisan, di bihagiraniya saxlemiyê tenê ew digihin ên nesax bûne."

Tu yê ziktêr, dilê te naçe nanê cehî.
Evîndara min li gor te kirêt e.
Li ber dilê horiyên biheştê agirê pak jî dozeh e
lê ji nişteciyên dojehê bipirse, dê bibêjin ew biheşt e.

Cudatiyek mezin di navbera wan de heye
yê evîndar li ber dilî ye û yê çav li derî ye.

8. Ji Hormiz hat pirsîn: "Çi kêmasî li wezîrên bavê te hebû ku te ferman da ew bên zindankirin?" Wî bersivand: "Min ti kêamsî li wan nedîtin lê min didît ku ew di dilê xwe de bêsinor ji min ditirsin û bi min ne bawer in. Tirsîm ku ew dê min biruxînin ji ber ku ditirsin wek din ew dê bi xwe bên ruxandin; û min jî wek gotina aqildaran kir: Ey aqildaro, ji wî bitirse yê ji te ditirse
tevî tu bikarî di cengê de zora sed wek wî bibî jî.
Mar piyê şivan digezîne ji ber ku
ditirse ku şivan dê serê wî biperçiqîne.
Ma nizanî ku heke pisîk nikare bireve,
ew amade ye çavên piling derbîne?"

43. Keyek ereb ji pîriyê nesax bûbû û tam û çêja jiyanê ji dest dabû. Hingê siwarek hat hindir û peyama serkeftinê anî: "Me asêgehek ji we padişah re desteser kiriye: dijmin hatine girtin, û hemû navçe û leşkerê wê li bin fermanên we ne!" Key bi giranî axînek kişand û got: "Ev ne ji min re lê ji dijminên min re mizgînî ye" - armanc bi dijminan mîrasxwerên wî bû.

Ax, jiyana min bi wê hêviyê ve borî
ku rojekê hêviyên min bi cî bên.
Niha hêviyên min bi cî hatine lê feyde çi ye
çimkî hêvî nîn e ku jiyana derbasbûyî vebigere.

Destê felekê ji bo nîşana birêketinê li daholê dixist:

ax çavên min, xatir bixwazin ji serê min,
ax lepên min, zendên min û milên min,
xatir bixwazin ji hev.
Dijminê hêviyan ez girtime...
Hê carek din jî, ax hevalno, werin bal min!
Jiyana min bi nezaniyê borî:
li xwe ne hişyar bûm, lê hûn li xwe hişyar bin!

44. Ez li mizgefta navendî ya Şamê li ber gorra Yehya pêxember, silav lê bin, ketibûm nivêjan dema keyek ereb ê ji xerabiyên xwe naskirî hat pîrozgehê. Wî dua û lava kirin û alîkarî ji Yezdan xwest.

Feqîr û zengîn mehkûmên vê herriyê ne
û yên dewlemendtir in, zêdetir pêwîstî bi alîkariyê heye.

Dû re ew li min zivirî: "Derwêş bi coşiya dua û lavayên xwe û dilpakiya tevgerên xwe tên nasîn; ma tu nikarî bo min dua bikî çimkî ji dijminên xwe yên xerab ditirsim?" Min bersiva wî da: "Li bindarên xwe yên lawaz were rehmê, êdî ne lazim e tu ji dijminên xwe yên xurt bitirsî."

Ne durist e destên bêhêz ên hejaran
bi mist û zendên bihêz bên şkandin.
Ma ne ew, ê li ber ên belengaz nakeve,
ditirse ku heke bikeve, kes dê destê xwe neavêjiyê.
Yê tovê nerind biçîne lê bendewarî berhemek baş be,
bêaqil û xeyalpûç e.
Pembû ji guhên xwe derbîne û dadperweriyê li gel bike
çimkî heke tu nekî, dê carekê Roja Dadê bê.
Mirov endam û organên heman bedenê ne
çimkî ew ji eynî madeyê hatine afirandin.
Heke felek li organekê ji wan bê yemanê,
yên din jî nabînin aramî û hedanê.
Heke belayên bi serê mirovan tên ne xema te bin,
tu ne hêjayî navê mirovan î.

45. Derwêşek, ku duayên wî pirrî caran qebûl dibûn, hat Bexdayê, û basa wî ji fermangirê zordest Hecac ibn Yûsif re hat kirin. Wî bangî derwêş kir û got: "Ji min re tiştek baş dua bike!" Derwêş lava kir: "Xwedêyo, ruha vî bistîne!" "Wey Xwedê", Hecac ibn Yûsif qîrî, "ma duayên baş wiha ne?" Derwêş bersiv da: "Belê, hem bo te û hem jî bo hemû misilmanan."

Ax hêzdaro, yê tu zorê li bindarên xwe dikî,
ma ta kengî ev bazar biwec e?
Ma serokatiya dinyayê dê çi sûdeyê bigihîne te;
xwezî tu bimirî û zordariyê li mirovan nekî.

46. Keyek dilxerab ji zelamek bawermend pirsî: "Mirov dikare çawan herî baş îbadet bo Xwedê bike?" Zelam bersiv da: "Herî baş tu dikarî wisan îbadet bo Wî bikî ku nîvî rojê rabikevî û binivî daku hema bîskekê gel bikare rehet bijî."

Min dît xerabîkerek nîvî roja xwe dinivî
û min got: "Çêtir e ku ev bela binive".
Yê razayî û nivistî zêdetir qenciyê dike ji dema şiyar,
baştir e bimire, ne jiyana xwe ya xerab bidomîne.

47. Galenos dît ku aqilsivikekî di patika zanayekî re girtibû û gotinên pîs lê dibarandin. Galenos got: "Ew ê zana jî bêaqil e, wek din ew ê neketaya wê rewşê."

Di navbera du hişmendan de nîqaş û şerrenîx dernakeve
û yê fehma be jî bi yê mejîreş re gengeşiyê nake.
Heke yê bêaqil di bêerziya xwe de zimanek hişk bi kar bîne jî,
yê aqildar be dê wî bi dilnermiyê bihedinîne.
Du mirovên jîr bin, deziyek jî dê di navbera wan de saxlem be,
di navbera yek sernerm û yek serhişk de jî ê wisan be.

Lê ku herdu alî mejîhişk bin,
zincîra asinî jî dê di navbera wan de bişkê.
Zelamek nebaş radayî kesek heqaret kir,
yê heqaret lê hatî kir bi baldirêjî got: "Ey mêrê çak,
tu çi bibêjî jî, ez hê xerabtir im
çimkî ez bi xwe kêmasiyên xwe ji te baştir dizanim."

48. Keyek ereb çîroka Leyl û Mecnûn bihîst: ka çawan Mecnûn têk çûbû û tevî hemû jêhatîbûn û peyvbedewiya xwe bi çolê ketibû û hefsarên hiş û aqil ji dest xwe berdabûn. Key ferman da ku Mecnûn bînin pêşberî wî û lome li Mecnûn kirin: "Ma bi te çi kêmasî di ceweriya mirovan de heye? Çima te xwe elimandiye edetên heywanan û hizûra mirovan terk kiriye?"

Mecnûn bersiv da:

"Gelek heval û hogiran ji ber evîna min ez lome kirime
lê heke wan Leyl bidîtaya, ew ê di rewşa min bigihana."
Xwezî wan, ên min tawanbar dikin,
rûyê te bidîta, ey yara dilperitîn,
daku wan bi dîtina te
destê xwe li şûna pirteqalan bibirriya
daku rastî diyar bibe: "ev e tişta hûn ji ber wê min lome dikin."

Key xwest Leylê bibîne daku bizane ka çi bedewî ye ku bûye sedema vê tevliheviya giyanî. Wî mirûdên xwe şandin nav hoz û eşîrên ereban daku li Leylê bigerin û wê bînin baxçeyê eywana key. Wan Leyl anî. Key li Leylê nerî û dît ku ew keçek zimanreş û kêmbiha ye û ew qet ne bi dilê key bû çimkî keça herî kêm jî ya harema wî di bedewî û dilhebîniya xwe de di ser Leylê re bû.

Mecnûn tê giha ka çi di dilê key de bû loma lezand û got: "Divê di çavên Mecnûn re li derdirûvên Leylê bê nerîn daku bedewiya wê ji temaşevan re xwiya bibe."

Heke kevokên daristana pîroz ew nalînên evîndarî,
yên min bihîstin, bibihîstana, ew ê jî bi min re bigirîna.
Ey hevalno, ji yê sax re bibêjin, ew nikare bizane
ka çi di dilê kovandarê evînê de ye.

Naxwazim basa jana xwe ji saxan re bikim
lê tenê ji gorî û qurbanên heman êşê re.
Jixwe ye basa stêng û zirkêtkan ji wan re bikî
yê stêng û zirkêtkan pê venedabe.
Ta tu jî nekevî derdê min,
jana min ji te re tenê wek çîrokek kevn e.
Nabe derdê min û derdê kesek din bên berhevdan:
ya wî xwê li kefa destî ye, ya min xwê li ser birînê ye.

49. Xortek, ji dil û canê xwe pak û bijûn,
bi evîndara xwe ya bedew re di belemeyekê de bû.
Min xwendiye ku ew ji belemeyê ketin avê.
Dema belemevan destê xwe da yê xort
daku wî xelas bike û nehêle bimire,
yê xort li ber pêl û fûran bangî wî kir:


"Min bihêle û evîndara min xelas bike!"
Dema wî wiha got, dinya li ber şêlî bû
û hat bihîst ku wî wiha got:
"Guh nede gotinên wî bêkêrî
yê di gava pêdivî de li hevalê xwe xwedî
dernakeve."


A wiha ne yên bi rastî evîndar;
guh bide vê çîroka rast daku jê fêr bibî
çimkî çawan bexdadî erebiya xwe dizanin,
wisan Se'dî jî rê û rêçik evînê dinase.
Heke te evîndarek hebe, dilê xwe bide wê
û guh nede gotinên xelkê!
Heke Mecnûnê Leylê jî vebijiya,
wî jî dê ji vê pirtûkê çîrokên evînî bixwendana.


50. Kalepîrekî bas kir ku bi keçek ciwan re zewiciye. Mêrik mala xwe bi gulan xemilandibû û bi keçikê re rûdinişt û dilê xwe û çavên xwe gorî û qurbanî wê kiribûn. Bi şev û roj xew bi çavên wî nediket hindî ji wê re diaxivî û henek digotin daku keçik wî binase û jê netirse. şevekê wî gotibû: "şensê te baş e û felek li te bişiriye û bişkuriye ku kalepîrek bûye nesîbê te ku têgihiştî, dinyadîtî û aram e û tamî sarmayê û germiyê kiriye û hem qencî û hem jî xerabî dîtiye. Loma ew dizane ka bihevrejîn çawan e û dizane daxwazên evînê bi cî bîne. Ew dilovan û birehm e, camêr û zimanxweş e.


Tenê ku bikarim, ez ê bikevim dilê te,
û heke min bixeyidînî jî, ez ê dilê te nehêlim.
Heke wek papaxan bixwazî tenê şirîniyan bixwî,
ez ê giyana xwe ya hingivînî jî bikim xwarin ji bo te.

Tu neketî destê xortek sosret, bêhiş û sozsivik ku herdem dil li kesek din e, her şevek xwe li derekê diborîne û her gavekê ji kesekê hez dike.

Ne bendewarî sadiqiya bilbil be
çimkî ew hertim difirre ser gulek nû

berevajî kalepîr ê bi hişmendî û û aqildarî, ne bi qoçên dij-aqil ên xortaniyê, tev digere.


Dostek ji xwe baştir bibîne û ji dest nede
çimkî bi yek mîna xwe re jiyana te dê vala derbas bibe."

Yê kalepîr got: "Min gelek gotinên wiha jê re gotibûn û bawer dikir ku min dilê bijandiye xwe û ew kiriye nêçîra xwe lê wê axînek têrjan kişand û got: "Hemû gotinên te di mêzîn û teraziyê de ji vê gotina diya min siviktir in: 'Ji keçan re tîr jî ji kalepîran baştir in'."

Dema keçikê tiştek nermîçok
yê mîna lêva jêrîn a rojîgir şorrbûyî û daketî
dît, wê got: "ez rebenê mirime û efsûne
tenê kêrî yên raketî û nivistî tên!"

Mala jin ne razîkirî ji ber mêrê xwe radibe
tijî gengeşe û şerrenîxa hertimî ye.
Heke kalepîr bi xwe tenê bi gopal bikare rabibe,
dê çawan gopalê wî bi xwe rabibe?

Bi kurtî, lihevhatin di navbera wan de çênebû û ew ji hev cuda bûn. Keçik bi xortek bînteng, enirî, berîkvala û edetxerab re zewicî û ji destê wî gelekî zor û tehda, nexweşî û bela dîtin. Lê dîsan jî wê spasiya Yezdan dikir: "Pesna û sena bû Yezdan ku ji wê ezaba dojehî xelas bûm û ketim vê bextiyariya biheştîn!"

Tevî hemû bîntengî û zordariya te jî,
ez nîrê te hildigirim çimkî tu bedew î.
Xweştir e bi te re di Dojehê de bikijkijim,
ne bi kesek din re bikevim Biheştê.

Bîna sîran ji devê yek bedew
xweştir e ji sorgula di destê yek kirêt de.


51. Li Diyarbekirê ez mêvanê kalepîrekî bûm. Ew zengîn û bavê kurek keşxe bû. Wî şevekê çîroka xwe ji min re got: "Min di hemû jiyana xwe de min ji bilî vî ti kurên din tine bûne. Li van deveran geliyek heye. Li wî gelî darek pîroz heye ku xelkê vir diçe ber wê darê dua û lavayan ji Yezdan dike. Min bêhejmar şev û roj li binê wê darê bang hawarî Xwedê kir ku kurekî dibe min." Hingê min bihîst ku kurê wî dibêje: "Xwezî min bizaniya ka ew dar li kû ye. Ez ê biçûma wir û min ê dua bikirana daku Xwedê riha vî pîretewtî bistanda."

Bavo bi kêfxweşî digot: "Kurê min jîr e."
Kurik ji tehn: "Xwedê-nehiştî mejîreş e!"

Sal û dem borîn
û tu neçûyî ser gorra bavê xwe.
Te çi qencî li bavê xwe kiriye
daku heman qenciyê ji kurê bipê?

Çavkanî[biguhêre]

Kovara Mehname, hj. 39, 4/2003










(Derketina pirtûkê: sala 656 koçî / 1258 zayînî)


"Ne pêdivî ye ticaran guh bibihîze dengê tembûrê, sentûrê û bilûrê. Ne lazim e çav baxçeyan bibînin û poz binase bîna sorgul û nêrgizan. Heke balguhê pûrtik tine be, mirov dikare li ser kevir jî serê xwe deyne, û heke evîndar jî ne li ber be, dikare destê xwe di hemêza xwe de bigire lê ev zikê bêxêr, zikê hîlebaz nikare xwe bigire heke neyê dagirtin."

Ji pirtûka 'Gulistan'









1. Maliyet bo xweşkirina jiyanê ye, ne jiyan bo berhevkirina maliyetê. Ji zanayekî hat pirsîn: "Kî bextiyar e û mirovê çawan bextreş e?" Wî bersiv da: "Bextiyar ew e yê dixwe û li derdorî xwe belav dike; bextreş ew e yê dimire û maliyeta xwe li pey xwe dihêle."

Duayan bo wî neke yê maliyet kom kir lê nexwar.


2. Mûsa şîretek li Qarûn kir: "Qenciyê bike, wek çawan Yezdan jî qencî li te kiriye." Qarûn bi gotina wî nekir, û encam diyar e.

Yê karên baş bi pareyên xwe nake, têk diçe dema pareyên xwe ji dest dide. Heke bixwazî li vê û wê dinyayê di xweşiyan de bî, merd be wek çawan Yezdan jî li te merd e.

Ereban pendek heye: "Merd be û minetdariyê jî nexwaze çimkî sûde û mifayê karê baş dê li te bi xwe vebigere."

Dara dilceweriyê li kû reh û rîş bigire jî, çeq û gupikên wê digihin ber asmanan. Heke bixwazî fêkiyê wê bixwî, wê bi xwestina minetdariyê ji qop nebirre. Spas bike ji Yezdan re ku her tiştê baş daye te, ji rehm û dilovaniya Wî, tu ji ti tiştî bêpar namînî. Daxwaza minetdariyê neke bi hizira: "Xizmeta siltan dikim", lê minetdar be ji hindê ku dikarî xizmetekê bikî.


3. Du mirov bêwec û bêencam xwe zehmet didin û diwestînin: ew ê maliyetê berhev dike lê naxwe, û ew ê zanînê berhev dike lê karên qenc nake.

Tevî çendî zanînê bicivînî, dîsan jî nezan î heke wê zanînê nexebitînî. Ker, ê du-sê pirtûkan hildigire, ne lêkolîner û ne jî alim e: ma ew ê servala ji kû dizane ka pirtûkan an êzingan hildigire?


4. Zanîn bo zêdekirina baweriyê ye, ne bo peydakirina zewqên vê dinyaya derewîn e.

Yê dev ji xweragiriyê û zanînê berdide, pê malê dinyayê li xwe kom dike - û agir pê dixe.


5. Zanayê bêtebat wek çirahilgirek kor e. Yê jiyana xwe vala derbas dike, pareyê xwe pûç dike û tiştekî jî pê nakirre.

6. Zana mîrnişînan dixemilînin, û dîn bi xweragiran dikemile. Pêwîstiya serokan bi zanayan ji ya zanayan bi serokan zêdetir e.

Heke şîretekê dixwazî, ey serok, di hemû dinyayê de ji vê çêtir nîn e: ji bilî zanayan kesekî erkedar neke tevî ku erk ne ji rişteya wan be jî.

7. Sê tişt xwe nagirin: maliyet bê ticaret, zanîn bê lêkolîn û mîrnişîn bê îdare.

8. Efûkirina xeraban zorkirina li qencan e, û efûkirina zordaran zilma dijî zorlêkiriyan e.

Heke sereguhiya xeraban bikî û matî ji wan bikî, tu bi wan re hevtawan î.

9. Bawerî bi dostaniya serokan û dengê xweş ê xortan nîn e çimkî yek ji wan dikare ji ber şikan wenda bibe, yê din jî di şevekê de biguhere.

10. Ji hevalê xwe re jî hemû nehîniyên xwe nebêje çimkî tu çawan dikarî piştrast bî ku ew ê ti caran nebe dijminê te. Û ziyana herî mezin jî li dijminê xwe neke çimkî dibe ew carekê bibe hevalê te. Heke bixwazî nehîniyê biparêzî, wê ta ji hevalê sadiq re jî nebêje çimkî wî jî hevalên sadiq hene.

Baştir e bêdeng bî, ne nehîniyên dilê xwe diyar bikî û bibêjî: "Ji kesekî re nebêje." Ey cahilo, avê bi xetimandina kaniyê rabiwestîne çimkî heke ew boş bû, çem nikare bê çikandin. Bi dizîkî basa wî tiştî neke yê nikarî basa wî bi serbestî jî bikî.


11. Dijminê qels û lawaz, ê radest dibe û dostaniya xwe raber dike, tenê dixwaze bibe dijminek xurt û bihêz. Tê gotin, heke bawerî bi dostaniya dostan tine be, dê çawan bi hîlebaziya dijminan hebe? Yê dijminê biçûk kêm bibîne, wek wî ye yê xem ji agirek biçûk naxwe.

Îro bitemirîne hê ku tu dikarî; ku agir gurr bibe, ew ê hemû dinyayê bişewitîne. Nehêle dijmin kevana xwe vebişidîne çimkî ew dikare bi tîr çavê te bipeqîne.


12. Di navbera du dijminan de wisan biaxive ku heke ew bûn dost, bila ne pêdivî be ku tu şerm bikî.

Gengeşeya di navbera du kesan de mîna agir e û îftîrakerê xerabîxwaz êzingkêş e. Heke gengeşeker li hev bên, ê îtîrafker dê rûreş û şermezar bibe. Gurrkirina şerrenîxê di navbera du mêran de ne aqildarî lê xweşewitandin e. Hêdî bi dostên xwe re bipeyive daku dijminê xwînxwaz nebihîze. Hay ji gotinên xwe hebe dema li pêş dîwar diaxivî çimkî dibe li paş dîwar guhdar hebin.


13. Her kes, ê aştiyê bi dijminan re bike, dest diavêje zilmkirina li dostan.

Ey hişyar, vebiqete ji wî dostî yê li gel dijminan rûdine.

14. Heke bişik bî di xwegirêdana bi mijarekê ve, wê helwestê bibijêre ya bêziyan be.

Bi necamêrî xweşmirovan neaxêve û dijî yê deriyê silhê diqute dernekeve.

Ne qencî ye mirov jiyana xwe bixe xeterê hindî bikare pirsgirêkê bi pare çare bike.

Piştî ti rêyên din neman, guncav e dest biavêjî şûr.

15. Di ber lawaziya dijmin de nekeve çimkî heke ew xurt bibe, ew ê te efû neke.

Dema dijmin bêhêz bibînî, jixwerazî simêlên xwe banede. Di her hestiyekî de mixek û di her cilekî de mêrek heye.


16. Yê mirovek xerab bikuje, mirovan ji ezyetê û xwe jî ji ezaba Xwedê xelas dike.

Bexişandin baş e lê birînên zordaran nekewîne. Yê mar efû bike, nizane ku neheqiyê li zarokan dike.

17. Şaşî ye şîretan ji dijmin bigirî lê guhdarîkirina wan dibe daku tam dijî wan şîretan bê kirin û bi ser bikevî.

Hişyar be ji hindê ya dijmin dibêje bike daku neyê xapandin û destê xwe li sîngê xwe nedî. Heke ew rêya ber bi rast de bide ber te, bizivire û ya aliyê çepê bibijêre!

18. Kerba zêde mirovan dûr dixe, û dostanî li ciyek nedurist mirov rûreş dike. Ne wisan serhişk be ku xelk ji te biêşe û ne jî wisan sernerm be ku xelk li te bêşerm bibe.

Sernermî û serhişkî bi hev re herî baş in wek çawan derzî hem diêşîne hem dikewîne. Yê hişyar ne wisan hişk e û ne jî nermîçok e ku bi xwe nirxê xwe kêm dike. Ne zêde bilind dike û ne jî qet xwe nizm dike.

Xortekî ji bavê xwe re got: "Ey hişmend, şîretek baş li min bike." Bav jê re got: "Ne wisan xweşheval be ku gurê didantûj har bibe."

19. Serokê bêrehm û dîndarê nezan dijminê gel û dîn in.

20. Bila ti caran fermandar ne serokek wisan be yê ne xizmetkarek dilsoz ê Yezdan e.

21. Divê padişah ji sinorek diyar zêdetir ji dijminê xwe neqehire û li wî hêrs nebe, wek din dostên wî dê baweriyê pê neînin. Agirê kerb û nefretê pêşî wî disojîne yê kerbên wî vedibin û dû re çirûskên wî digihin dijmin - heke bigihinê.

Nabe mirovên ji axê çêbûyî bibin pozbilind, bînteng û serserî. Tu, yê bînteng û serhişk, dixwiye ne ji axê lê ji agir î.

Giham welatên Beyleqan cem ewliyayekî û min jê re got: "Min hîn bike ku ji cahiliyê azad bibim." Wî got: "Ey zana, mîna axê bisebr û baldirêj be yan wek din, hemû zanîna xwe binax bike."

22. Mirovê xerab dîlê dijminek wisan e ku kû de biçe jî nikare ji cezayê wî xelas bibe.

Heke yê dilxerab ji kul û derdên xwe bireve asmanan jî, ew ê ji ber xerabxwaziya xwe ezyetan bikişîne.

Heke di nav dijminên te de jihevbelavî hebe, aram be, lê heke ew hemfikir bin, ji ber tengasiya xwe bi xem be.

Heke te dît dijminên te pev çûne, di nav hevalên xwe de rehet rûne, lê heke te dît ew hemfikir in, kevanê xwe veşidîne û keviran li ser çeperê xwe binijîne.


23. Dema tiştek din ji destî neyê, dijmin zincîra dostaniyê dadiçemîne û tişta nikarîbû wek dost bike, wek dijmin dike.


24. Serê mar bi destê dijmin biperçiqîne çimkî hingê dê her tiştek baş biqewime: heke dijmin bi ser bikeve, te mar daye kuştin, û heke mar bi ser bikeve, tu ji dijmin azad bûyî.

Bawer neke ku roja cengê azad î ji dijminê lawaz çimkî di bêhêvîtiyê de ew dikare serê şêr jî biperçiqîne.


25. Heke nûçeyekê dizanî ku dikare dil birîndar bike, bêbeng be û bihêle bila yên din wê bibêjin.

Ey bilbil, mizgîniya biharê bîne; bila nûçeyên reş xema quling bin.


26. Ji padişah re basa xayîntiya kesekî neke heke ne tam piştrast bî ji pêşwaziyek baş bo peyamê ji ber ku wek din tu pê ruxîna xwe amade dikî.

Hingê amade be biaxive dema dizanî peyvên te bibandor in.


27. Yê şîretan li serhişkan bike, bi xwe hewceyî şîretan e.


28. Nehêle dijmin te bixapîne û ji nazdarker jî bawer neke çimkî yê yekem dav li ber te vedaye û yê din jî ji hesûdî diaxive. Nazdarkirin ê bêhiş diperçivîne wek çawan rizîn jî miraran diwerimîne.

Ji nazdaran hişyar be çimkî ew tenê dixwaze ji te sûdedar bibe. Heke rojekê daxwazek wî bi cî neînî, ew ê dused kêmasiyan di te de bibîne.


29. Heke ti kesek ji axivger re basa kêmasiya gotinên wî neke, zimanê wî dê ti caran nekemile.

Tenê ji ber çepikên nezanan û nirxandinên xwe ji bedewiya peyvên xwe ne pozbilind be.


30. Her kes bawer dike ku aqilê wî kamil û zarokên wî bedew in.

Cihûyek û misilmanek bi şerrenîx çûn, û min nikarî kenê xwe bisekinînim: Yê misilman hêrsbûyî got: "Heke ev belgename ne resen be, Xwedê bike ku ez cihû bimirim!" Yê cihû got: "Bi Tewratê sond dixwim, û heke derewan bikim, bila ez bibim misilman!" Heke hişyarî li dinyayê nemîne jî, kes dê şikan nebe ku bi xwe bêhiş e.

31. Deh mirov dikarin ji sêniyekê bixwin lê du se jî nikarin li ser kelexek mirar li hev bikin. Yê hesûd her birçî ye tevî ku hemû dinya ya wî be lê yê bi piçekî jî razî, dikare bi nanekî jî têr bibe. Fîlozofan gotiye: "Nefsbiçûkî ji dewlemendiyê maliyetek baştir e."

Zikê nefsbiçûk bi nanek tursî jî tijî dibe lê çavê hesûd bi hemû zengîniyên rûyê erdê jî têr nabe.

Dema jiyana bavê min nêzî dawiyê bû, ji berî bimire ev şîret li min kir: "Xwestek agir in; lê hişyar be da agirê dojehê li dor xwe hilnekî. Xwe li ber şewata wî agirî nagirî loma hê zû wî bi ava baldirêjî û sebirdariyê vebimirîne.


32. Yê li rojên xwe yên bihêzî û şiyanê qenciyê neke, dê li rojên bêzarî û neşiyanê bela bên serî.

Kes ji wî bextreştir nîn e yê mirovan diçewisîne: Ku belayek bê serî, kes jê re alîkar nîn e.


33. Tişta zû bê, pirr xwe nagire. Min bihîstiye ku li rojhilatê çil sal li çêkirina amanek ferfûrî diçin. Li Bexdayê rojê sed aman ji wan tên çêkirin lê jixwe tu dizanî ka kîjan bi çi bihayî ye!

Piştî qelpikvedanê* têjikên çivîkan di cî de li xwarinê digerin lê zarokan hê ne têgihîn, ne hiş û ne jî aqil heye. Ew, ê zû mezin bû, nebû tiştek lê yê din di ber hemû lawiran re kir. Li herderê şûşe heye loma ew bêbiha ye lê dijwar e yaqût bên dîtin loma ew bihagiran in.


34. Karûbar bi baldirêjiyê tên bicîanîn lê yê bilez dihilingive.

Min bi çavên xwe dîtiye ka çawan ê li çolê hêdîka dimeşe di ber ê lezgîn re kiriye. Hespê babez diweste lê hêştir bi rehetî digihe bineciyê.


35. Tişta herî baş, ku yê bêhiş û bêaqil bike, ew e ku bêdeng be lê heke ew bêdeng be, êdî ne bêhiş û ne bêaqil e.

Heke ne zêde fêris bî, çêtir e ku bendevanê zimanê xwe bî; ziman şermezariya mirov diyar dike tam wekî sivikî jî xirşiya gûzê diyar dike.

Min dît ku bêhişek kerekî perwerde dike û pirr dema xwe pê ve xerc dike. Yekî hişyar jê re got: "Ey cahil, tu çi dikî? Xelk dê qerf û henekan bi te bike. Ker ji te hinêra axivînê fêr nabe lê tu ji wî hinêra bêdengbûnê hû bibe."

Yê pêşî nefikire ka dê çi bibêje, pirrî caran şaş dibe. Gotinên xwe mîna mirovan rêz bike yan mîna heywanan bêdeng be.


36. Yê bi yên ji xwe hişyartir re dikeve gengeşe û şerrenîxan da diyar bike ku bi xwe hişyar e, diyar dike ku bi xwe bêhiş e.

Dema kesek ji te giringtir dipeyive, dijî wî dernekeve tevî ku baştir bizanî jî.


37. Yê bi kesên xerab re radibe û rûdine, fêrî qenciyan nabe.

Heke firîşte bi şeytan re rûne, ew ê jê tenê hînî xaîntî, xapandin û hîleyan bibe. Ne mirov dikare ji neqencan qenciyê fêr bibe û ne jî gur kurkan didirûn.


38. Kêmasiyên kesekî nepeyitîne : ew ê şerm bike û êdî baweriya wî dê li te nemîne.

Yê dixwîne lê tiştek baş neke, mîna wî ye yê gayan li zeviyan diajo lê zeviyê nakêle .


39. Bedena bêdil bi gotina Yezdan nake; qalika bêkakil jî kêrî firotinê nayê.


40. Ne her kes, ê baş gengeşeyê dike, di karûbarên xwe de rastgo ye.

Gelek ji jinên di bin eba re bedew dixwiyin, dema kevînkê ji ser rabikî, diyar dibe ku pîretewt in.



41. Tê gotin keyek faris hebû ku wisan bindarên xwe dişelandin û zordarî li mirovan dikir ku gel ji ber kirinên wî ji welatê xwe direvî û ji tengezariya ji ber hukumeta wî ya hov derdiket. Dema hejmara bindaran kêm bû, dahatinên dewletê jî kêm bûn û gefên dijminan jî li ser serê wî xurt bûn.

Yê li tengasiyan alîkaran bixwaze, divê li rojên aramiyê merd be. Heke tu ji xizmetkarê xwe re ne baş bî, ew ê biçe. Xweşdost be, biyanî jî dê bibin xizmetkarên te.

Carekê, ku li eywana wî ji Şahnameyê çîroka dawîhatina li serdariya Duhak û tacgiriya Ferîdûn hat xwendin, wezîrekî ji padişah pirsî: "Çawan Ferîdûn, ê ne xwedî gencîneyan, ne maliyetê û ne jî xizmetkaran bû, karî bibe key?" Key bersiv da: "Wek bi xwe jî dizanî, gel bi coş xwe da alî wî û ew bi ser ket." "Wey padişahê min", wezîr got, "madem key pêdivîtî bi gel heye, tu çima gel belav dikî? Ma bi rastî jî tu keyîtiyê naxwazî?

Baştir e leşker bi xwîna dil bê têrkirin çimkî siltan bi leşkerê xwe serdariyê dike.

Key pirsî: "De çawan mirov dikare gel û leşker bike piştgirê xwe?" Wezîr bersiv da: "Divê key merd be daku ew bibin alîgirên wî, û dilovan be daku ew hest pê bikin ku li keynişîna wî biewle ne lê mixabin te ti ji van herdu taybetmendiyan nîn in."

Ne zordar dikare bibe siltan, ne jî gur bibe şivan. Key, ê bibe xerabîkar, dara di bin lingê xwe ve dibire.

Ev şîreta baş ne bi dilê key bû loma ew enirî û wezîr avêt zindanê. Demek dirêj bi ser ve neborî, pismamên siltan serî hildan û mîrnişîna bavê wan berê bi rê ve birî xwest. Gel, ê perîşan bûbû û ji ber zordariyê bêzar mabû, xwe da gel wan û alîkariya wan kir û wiha wan karî key ji ser text biavêjin.

Heke serok zordariyê li binokên xwe bike, di gavên dijwar de dostên wî jî dê bibin dijminên bihêz.

Ji gel re yar be, tu dê ji neyaran parastî bî çimkî gel leşkerê padişahên dadperwer e.


42. Di keştiya keyekî de kurek kole yê faris hebû ku ne ti caran derya û ne jî dijwariyên rêvingiya deryayî dîtibûn. Ew digirî û gazin dikirin û bedena wî ji serî ta binî dilerizî. Tevî ew hat aştkirin jî, ew nehedinî û aram nebû û wisan dikir ku bi tevgerên xwe rêvingiya padişah biherimîne lê ti kesekî nedizanî çi bike. Hingê fîlozofê di keştiyê de ji key re got: "Heke payeberziya we rê bide, ez ê lawik bêdeng bikim." Key bersiv da: "Ew yek dê pirr baş û xweşdostane be." Fîlozof ferman da ku kurik bê avêtin deryayê. Lawik du-sê caran xwe binav kir û bi herdu destan xwe bi dûmena keştiyê ve şidand. Ku rê jê re hat dan hilbikeve keştiyê, êdî rûnişt kuncikekî û bêdeng bû. Padişah mat ma û pirsî: "Ev çi aqildarî bû?" Fîlozof bersivand: "Pêşî wî nedizanî ka xeniqîn çi ye û ewledariya keştiyê fam nedikir. Tam wisan, di bihagiraniya saxlemiyê tenê ew digihin ên nesax bûne."

Tu yê ziktêr, dilê te naçe nanê cehî. Evîndara min li gor te kirêt e. Li ber dilê horiyên biheştê agirê pak jî dozeh e lê ji nişteciyên dojehê bipirse, dê bibêjin ew biheşt e.

Cudatiyek mezin di navbera wan de heye yê evîndar li ber dilî ye û yê çav li derî ye.

8. Ji Hormiz hat pirsîn: "Çi kêmasî li wezîrên bavê te hebû ku te ferman da ew bên zindankirin?" Wî bersivand: "Min ti kêamsî li wan nedîtin lê min didît ku ew di dilê xwe de bêsinor ji min ditirsin û bi min ne bawer in. Tirsîm ku ew dê min biruxînin ji ber ku ditirsin wek din ew dê bi xwe bên ruxandin; û min jî wek gotina aqildaran kir: Ey aqildaro, ji wî bitirse yê ji te ditirse tevî tu bikarî di cengê de zora sed wek wî bibî jî. Mar piyê şivan digezîne ji ber ku ditirse ku şivan dê serê wî biperçiqîne. Ma nizanî ku heke pisîk nikare bireve, ew amade ye çavên piling derbîne?"

43. Keyek ereb ji pîriyê nesax bûbû û tam û çêja jiyanê ji dest dabû. Hingê siwarek hat hindir û peyama serkeftinê anî: "Me asêgehek ji we padişah re desteser kiriye: dijmin hatine girtin, û hemû navçe û leşkerê wê li bin fermanên we ne!" Key bi giranî axînek kişand û got: "Ev ne ji min re lê ji dijminên min re mizgînî ye" - armanc bi dijminan mîrasxwerên wî bû.

Ax, jiyana min bi wê hêviyê ve borî ku rojekê hêviyên min bi cî bên. Niha hêviyên min bi cî hatine lê feyde çi ye çimkî hêvî nîn e ku jiyana derbasbûyî vebigere.

Destê felekê ji bo nîşana birêketinê li daholê dixist:

ax çavên min, xatir bixwazin ji serê min, ax lepên min, zendên min û milên min, xatir bixwazin ji hev. Dijminê hêviyan ez girtime... Hê carek din jî, ax hevalno, werin bal min! Jiyana min bi nezaniyê borî: li xwe ne hişyar bûm, lê hûn li xwe hişyar bin!

44. Ez li mizgefta navendî ya Şamê li ber gorra Yehya pêxember, silav lê bin, ketibûm nivêjan dema keyek ereb ê ji xerabiyên xwe naskirî hat pîrozgehê. Wî dua û lava kirin û alîkarî ji Yezdan xwest.

Feqîr û zengîn mehkûmên vê herriyê ne û yên dewlemendtir in, zêdetir pêwîstî bi alîkariyê heye.

Dû re ew li min zivirî: "Derwêş bi coşiya dua û lavayên xwe û dilpakiya tevgerên xwe tên nasîn; ma tu nikarî bo min dua bikî çimkî ji dijminên xwe yên xerab ditirsim?" Min bersiva wî da: "Li bindarên xwe yên lawaz were rehmê, êdî ne lazim e tu ji dijminên xwe yên xurt bitirsî."

Ne durist e destên bêhêz ên hejaran bi mist û zendên bihêz bên şkandin. Ma ne ew, ê li ber ên belengaz nakeve, ditirse ku heke bikeve, kes dê destê xwe neavêjiyê. Yê tovê nerind biçîne lê bendewarî berhemek baş be, bêaqil û xeyalpûç e. Pembû ji guhên xwe derbîne û dadperweriyê li gel bike çimkî heke tu nekî, dê carekê Roja Dadê bê. Mirov endam û organên heman bedenê ne çimkî ew ji eynî madeyê hatine afirandin. Heke felek li organekê ji wan bê yemanê, yên din jî nabînin aramî û hedanê. Heke belayên bi serê mirovan tên ne xema te bin, tu ne hêjayî navê mirovan î.

45. Derwêşek, ku duayên wî pirrî caran qebûl dibûn, hat Bexdayê, û basa wî ji fermangirê zordest Hecac ibn Yûsif re hat kirin. Wî bangî derwêş kir û got: "Ji min re tiştek baş dua bike!" Derwêş lava kir: "Xwedêyo, ruha vî bistîne!" "Wey Xwedê", Hecac ibn Yûsif qîrî, "ma duayên baş wiha ne?" Derwêş bersiv da: "Belê, hem bo te û hem jî bo hemû misilmanan."

Ax hêzdaro, yê tu zorê li bindarên xwe dikî, ma ta kengî ev bazar biwec e? Ma serokatiya dinyayê dê çi sûdeyê bigihîne te; xwezî tu bimirî û zordariyê li mirovan nekî.

46. Keyek dilxerab ji zelamek bawermend pirsî: "Mirov dikare çawan herî baş îbadet bo Xwedê bike?" Zelam bersiv da: "Herî baş tu dikarî wisan îbadet bo Wî bikî ku nîvî rojê rabikevî û binivî daku hema bîskekê gel bikare rehet bijî." Min dît xerabîkerek nîvî roja xwe dinivî û min got: "Çêtir e ku ev bela binive". Yê razayî û nivistî zêdetir qenciyê dike ji dema şiyar, baştir e bimire, ne jiyana xwe ya xerab bidomîne.

47. Galenos dît ku aqilsivikekî di patika zanayekî re girtibû û gotinên pîs lê dibarandin. Galenos got: "Ew ê zana jî bêaqil e, wek din ew ê neketaya wê rewşê."

Di navbera du hişmendan de nîqaş û şerrenîx dernakeve û yê fehma be jî bi yê mejîreş re gengeşiyê nake. Heke yê bêaqil di bêerziya xwe de zimanek hişk bi kar bîne jî, yê aqildar be dê wî bi dilnermiyê bihedinîne. Du mirovên jîr bin, deziyek jî dê di navbera wan de saxlem be, di navbera yek sernerm û yek serhişk de jî ê wisan be.

Lê ku herdu alî mejîhişk bin, zincîra asinî jî dê di navbera wan de bişkê. Zelamek nebaş radayî kesek heqaret kir, yê heqaret lê hatî kir bi baldirêjî got: "Ey mêrê çak, tu çi bibêjî jî, ez hê xerabtir im çimkî ez bi xwe kêmasiyên xwe ji te baştir dizanim."

48. Keyek ereb çîroka Leyl û Mecnûn bihîst: ka çawan Mecnûn têk çûbû û tevî hemû jêhatîbûn û peyvbedewiya xwe bi çolê ketibû û hefsarên hiş û aqil ji dest xwe berdabûn. Key ferman da ku Mecnûn bînin pêşberî wî û lome li Mecnûn kirin: "Ma bi te çi kêmasî di ceweriya mirovan de heye? Çima te xwe elimandiye edetên heywanan û hizûra mirovan terk kiriye?" Mecnûn bersiv da: "Gelek heval û hogiran ji ber evîna min ez lome kirime lê heke wan Leyl bidîtaya, ew ê di rewşa min bigihana." Xwezî wan, ên min tawanbar dikin, rûyê te bidîta, ey yara dilperitîn, daku wan bi dîtina te destê xwe li şûna pirteqalan bibirriya daku rastî diyar bibe: "ev e tişta hûn ji ber wê min lome dikin."

Key xwest Leylê bibîne daku bizane ka çi bedewî ye ku bûye sedema vê tevliheviya giyanî. Wî mirûdên xwe şandin nav hoz û eşîrên ereban daku li Leylê bigerin û wê bînin baxçeyê eywana key. Wan Leyl anî. Key li Leylê nerî û dît ku ew keçek zimanreş û kêmbiha ye û ew qet ne bi dilê key bû çimkî keça herî kêm jî ya harema wî di bedewî û dilhebîniya xwe de di ser Leylê re bû. Mecnûn tê giha ka çi di dilê key de bû loma lezand û got: "Divê di çavên Mecnûn re li derdirûvên Leylê bê nerîn daku bedewiya wê ji temaşevan re xwiya bibe."

Heke kevokên daristana pîroz ew nalînên evîndarî, yên min bihîstin, bibihîstana, ew ê jî bi min re bigirîna. Ey hevalno, ji yê sax re bibêjin, ew nikare bizane ka çi di dilê kovandarê evînê de ye.

Naxwazim basa jana xwe ji saxan re bikim lê tenê ji gorî û qurbanên heman êşê re. Jixwe ye basa stêng û zirkêtkan ji wan re bikî yê stêng û zirkêtkan pê venedabe. Ta tu jî nekevî derdê min, jana min ji te re tenê wek çîrokek kevn e. Nabe derdê min û derdê kesek din bên berhevdan: ya wî xwê li kefa destî ye, ya min xwê li ser birînê ye.

49. Xortek, ji dil û canê xwe pak û bijûn, bi evîndara xwe ya bedew re di belemeyekê de bû. Min xwendiye ku ew ji belemeyê ketin avê. Dema belemevan destê xwe da yê xort daku wî xelas bike û nehêle bimire, yê xort li ber pêl û fûran bangî wî kir: "Min bihêle û evîndara min xelas bike!" Dema wî wiha got, dinya li ber şêlî bû û hat bihîst ku wî wiha got: "Guh nede gotinên wî bêkêrî yê di gava pêdivî de li hevalê xwe xwedî dernakeve." A wiha ne yên bi rastî evîndar; guh bide vê çîroka rast daku jê fêr bibî çimkî çawan bexdadî erebiya xwe dizanin, wisan Se'dî jî rê û rêçik evînê dinase. Heke te evîndarek hebe, dilê xwe bide wê û guh nede gotinên xelkê! Heke Mecnûnê Leylê jî vebijiya, wî jî dê ji vê pirtûkê çîrokên evînî bixwendana.


50. Kalepîrekî bas kir ku bi keçek ciwan re zewiciye. Mêrik mala xwe bi gulan xemilandibû û bi keçikê re rûdinişt û dilê xwe û çavên xwe gorî û qurbanî wê kiribûn. Bi şev û roj xew bi çavên wî nediket hindî ji wê re diaxivî û henek digotin daku keçik wî binase û jê netirse. şevekê wî gotibû: "şensê te baş e û felek li te bişiriye û bişkuriye ku kalepîrek bûye nesîbê te ku têgihiştî, dinyadîtî û aram e û tamî sarmayê û germiyê kiriye û hem qencî û hem jî xerabî dîtiye. Loma ew dizane ka bihevrejîn çawan e û dizane daxwazên evînê bi cî bîne. Ew dilovan û birehm e, camêr û zimanxweş e.

Tenê ku bikarim, ez ê bikevim dilê te, û heke min bixeyidînî jî, ez ê dilê te nehêlim. Heke wek papaxan bixwazî tenê şirîniyan bixwî, ez ê giyana xwe ya hingivînî jî bikim xwarin ji bo te. Tu neketî destê xortek sosret, bêhiş û sozsivik ku herdem dil li kesek din e, her şevek xwe li derekê diborîne û her gavekê ji kesekê hez dike.

Ne bendewarî sadiqiya bilbil be çimkî ew hertim difirre ser gulek nû berevajî kalepîr ê bi hişmendî û û aqildarî, ne bi qoçên dij-aqil ên xortaniyê, tev digere.

Dostek ji xwe baştir bibîne û ji dest nede çimkî bi yek mîna xwe re jiyana te dê vala derbas bibe."

Yê kalepîr got: "Min gelek gotinên wiha jê re gotibûn û bawer dikir ku min dilê bijandiye xwe û ew kiriye nêçîra xwe lê wê axînek têrjan kişand û got: "Hemû gotinên te di mêzîn û teraziyê de ji vê gotina diya min siviktir in: 'Ji keçan re tîr jî ji kalepîran baştir in'."

Dema keçikê tiştek nermîçok yê mîna lêva jêrîn a rojîgir şorrbûyî û daketî dît, wê got: "ez rebenê mirime û efsûne tenê kêrî yên raketî û nivistî tên!"

Mala jin ne razîkirî ji ber mêrê xwe radibe tijî gengeşe û şerrenîxa hertimî ye. Heke kalepîr bi xwe tenê bi gopal bikare rabibe, dê çawan gopalê wî bi xwe rabibe?

Bi kurtî, lihevhatin di navbera wan de çênebû û ew ji hev cuda bûn. Keçik bi xortek bînteng, enirî, berîkvala û edetxerab re zewicî û ji destê wî gelekî zor û tehda, nexweşî û bela dîtin. Lê dîsan jî wê spasiya Yezdan dikir: "Pesna û sena bû Yezdan ku ji wê ezaba dojehî xelas bûm û ketim vê bextiyariya biheştîn!"

Tevî hemû bîntengî û zordariya te jî, ez nîrê te hildigirim çimkî tu bedew î. Xweştir e bi te re di Dojehê de bikijkijim, ne bi kesek din re bikevim Biheştê.

Bîna sîran ji devê yek bedew xweştir e ji sorgula di destê yek kirêt de.


51. Li Diyarbekirê ez mêvanê kalepîrekî bûm. Ew zengîn û bavê kurek keşxe bû. Wî şevekê çîroka xwe ji min re got: "Min di hemû jiyana xwe de min ji bilî vî ti kurên din tine bûne. Li van deveran geliyek heye. Li wî gelî darek pîroz heye ku xelkê vir diçe ber wê darê dua û lavayan ji Yezdan dike. Min bêhejmar şev û roj li binê wê darê bang hawarî Xwedê kir ku kurekî dibe min." Hingê min bihîst ku kurê wî dibêje: "Xwezî min bizaniya ka ew dar li kû ye. Ez ê biçûma wir û min ê dua bikirana daku Xwedê riha vî pîretewtî bistanda." Bavo bi kêfxweşî digot: "Kurê min jîr e." Kurik ji tehn: "Xwedê-nehiştî mejîreş e!"

Sal û dem borîn û tu neçûyî ser gorra bavê xwe. Te çi qencî li bavê xwe kiriye daku heman qenciyê ji kurê bipê?