Zarrok

Ji Wikiquoteyê

Zarrok û dêbav

Perwerdekirina zarrokan hilgirtina jiyanê ye di çira û pêtalekê de ku em ji nifşê xwe raberî yê bêt dikin.
Efletûn (Platon)



Baştirîn awayê borandina jiyanê ew e ku wê gorî tiştekî bikî ya ku piştî te jî bimîne.
William James


Ta ji zarrokê hez nekim, dengê min nikare wê aşt bike.
Yaşar Kemal


Nîv ji zarrokên cîhanê gorî dîtin û nerînên cîranan tên kirin.
A. S. Neill


Her zarroyek bi awayê xwe ji nû dest bi dinyayê dike.
Henry David Thoreau


Kes nikare bizane ka jiyan çi ye, ka dinya çi ye ta ku zarrokek nebe ku jê hez bike.
Lafcadio Hearn


Zarrok pira berev biheştê ne.
pendek farisî


Sava - ax çi destpêkek xweş e bo jiyana mirovî.
Don Herold


Sava - firişteyek e ku çengên wî bi dirêjbûna lingên wî re kurt dibin.
pendek frensî


Ti civat nikare razemeniyek ji hindê şîrdana ji zarrokan re baştir bike.
Winston Churchill


Zarrotî çare ye.
Jean-Paul Satre


Di hezkirinê de ew başî heye ku dizanî ka zarro li kû ye.
Yvonne Lombard


Zarroyên miskîn ti naxwazin: zarroyên miskîn tiyê wernagirin.
Otto von Bismarck


Ev e me savayek: ji serek hût û du cegeran pêk hatiye.
Eugene Field


Jixwe zarrok jî vê fam dikin. Zû zarrokekê bînin.
Marx Groucho


Diya min ji zarrokan hez dikir - ew amade bû hema destê xwe yê rastê bide daku ez jî zarrok bim.
Marx Groucho


Feneke ecêbiyan - tu ecêbî yî.
Henry Miller


Zarrok wê dibêjin ka çi dikin, pîremêr wê ka çi kirine, qeşmêr wê ka dê çi bikira.
Johan Oxenstierna


Zarrok zewqê ji vê gavê dibînin ji ber ku wan ne paşeroj û ne jî pêşeroj hene.
Jean de La Bruyére


Divê rê ji zarrokan re bêt dan ku li her gav û qûnaxê rastiya jiyanê bijîn.
Ellen Key


Xweşiya zarrokiyê ew e ku spehîtî, berzî û bextiyarî tiştên xwarinê ne.
Simone de Beauvoir


Berevajî mezinan, zarrok ne hewcedar in bêbextiyê li xwe bikin.
Johann Wolfgang von Goethe


Ji lomeyan pitir pêdiviya zarrokan bi nimûneyan heye.
Joseph Joubert


Taybetmendiya lîstik û yariyan ew e ku mirov bê sûc û sebeb dilîze, û bila lîstikan ti sedem nebe jî. Lîstik bi xwe sedem e.
Lin Jutang


Ji zarrokan em dibînin spehîtî û şadiyê, û herwa evînê ya ku dilê me wa mezin dike ku êdî cihê wî di sînga me de nîne.
Ralph Waldo Emerson


Dîmenên zarrokiyê bihagirantirîn mirasê jiyana me ne. Hindî pitir dijîm, zêdetir li wan vedigerrim û ew kaniyên neçik yên îlhamê ne.
Jean Sibelius


Dikarî bibêjî: jina min ya berê, mêrê min yê berê, karê min yê berê; lê nikarî bibêjî: zarrokên min yên berê.
Suzanne Somers'son Bruce


Ger ji dilê xwe bidî, ne gengaz e ku zêde bidî zarrokan.
Lee Salk


Baştirîn diyariya dêbav bidin zarrokên xwe ew e ku her roj çend kêlîkan bi wan re bin.
O. A. Battista


Yê qenc be dê zarrokên wî qenc bin.
Pendnameya Peymana Kevn


Di her zarrokî de, ca rewş yan dêbav çi bin jî, derfet û delîvên nijada mirovî ji nû ve diwelidin.
James Agee


Nijada mirovan dê biruxiya eger destpêka mirovan ne zarrok biya.
Jean-Jacques Rousseau


Her mirov mirovatî ye, dîroka dinyayê ye.
Jules Michelet


Karê te ne pêşbînîkirina pêşerojê ye, karê te gengazkirina wê ye.
Antoine de Saint-Exupéry


Raman mîna zarrokên biçûk in. Her kes herî zêde ji yên xwe hez dike.
Moa Martinson


Berz û bilind e ew mirov yê dilê xwe yê zarrokane hinda nake.
Mencius


Mezintirîn şaşîtiya dêbav li rasta zarrokên xwe bikin ew e ku zarrokiya xwe bi xwe ji bîr bikin.
Aksel Sandemose


Zarrok bo bidestxistina hêzê, pare û payeyan naxebitin. Ew dilîzin ji ber ku lîstin li ber wan xweş e lew xebata wan lîstik tê hesibandin.
Hans Selye


Belê, bihêlin zarrok ji xwe re bilîze û perwerdeyê têkilî lîstikê bikin.
Féneleon


Armanca perwerdeyê divê fêrkirina kesan be daku bi xwe bixebitin û bipûnijin lê berztirîn mebesta jiyana wan xizmetkirina ji civakê be.
Albert Einstein


Bawerî û bistehî (wêrekî) pêşîn û baştirîn tişt in ku divê dêbav fêrî zarrokên xwe bikin.
Smiley Blanton


Ger mirov di mirina xwe de ji zarrokên xwe re coşdariya xwe bihêle, wî mîrasek bêqam binirx ji wan re hêlaye.
Thomas A. Edison


Bîstûçar saetên bên bi zanetî bi xweşbînî basa her tiştî bike: basa karê xwe, destkeftinên zarrokên xwe, saxlemiya xwe û pêşeroja xwe.
Norman Vincent Peale


Baştirîn tişta bav bikare ji zarrokên xwe re bike ew e ku ji diya wan hez bike.
Theodore Hesburgh


Divê di her malbatê de ji yekî zêdetir zarrok hebin daku ger yek ji wan zekî be, yên din wî xwedî bikin.
Theodor Gottlieb von Hippel


Mirovên zekî û dahî ji mirbaran yên herî bextewar çiku karê divê ew bikin ew e yê ku ew herî zêde dixwazin bikin.
W. H. Auden


Canîkên herî neqet (şûm) dibin çaktirîn hesp.
Plutarkhos


Neqettirîn zarrok jî bi gotin her mîna bi lêdanê dê bêt vehewandin.
John Lyly


Baştirîn tişta ti kes bikare bike ew e ku bi ser bikeve di bikaranîna hêz û hinêra xwe de bo fêrkirina mirovan daku mirov taliyê fêr bibin bi xwe li gor hişê xwe bijîn.
Baruch Spinoza


Şîreta mamosteyek hişmend bo zarrokekî: her cara destê xwe bilind dikî, TU biryar didî ka dê mista xwe lê bidî yan destê xwe bi serî de bînî.
Veikko Niskanen


Baştirîn perwerdeya jiyanê wî wergirtiye yê ku herî baş dizane hem xweşî û hem jî xemên jiyanê hilgire.
Jean-Jacques Rousseau


Diogenesî li bavî dida dema kurrî dijûn digotin.
Robert Burton


Zarrok li kolanan wê dubare dike ya dêbav li malê dibêjin.
Telmûd


Ger bixwazî kurrî binasî, fêrî nasîna bavî bibe; ger keçê, fêrî dayê bibe.
pendek çînî


Gotin bêwec e - nimûne sedqat baştir e.
Henri Frédéric Amiel


Afirandina mînakên baş jî mîna meşîna li pey wan binirx e.
Francis Bacon


Şitil kûve bêt tewandin, dar wirve diçeme.
Vergilius


Xistina sed daran ji çandina yekê asantir e.
Henri Frédéric Amiel


Nizanim bapîrê min kî ye - mereqa min pirr zêdetir li ser hindê ye ka neviyê wî dê bibe çi.
Abraham Lincoln


Wek em dibêjin bike, ne wek em dikin.
Giovanni Boccaccio


Tek eslizayîtî esilzayîtiya giyanî ye. Mirov dikare wê ji xwe re peyda bike lê ne ji dêbavên xwe wek mîras wergire. Ma çi mifayê digihîne yê kor ku diya wî xweş didît yan yê seqet ku bavê wî xwedî kewnek baş yê bedenî bû.
Axel Fredenholm


Dema mirov ûcaxa xwe didomîne, xeyal dike ku bi hindê xwe razî dike. Ew şaşîtî ye: di rastiyê de jiyan xwe didomîne.
Arthur Schopenhauer


Berî bizewicim, min şeş teorî hebûn ka çawan zarrok tên xwedî kirin. Niha min şeş zarrok hene û ti teorî nînin.
Rochester


Di dilê xwe de bifikire çawan Yezdan şîretan li te dike, û çawan tu şîreta pêdivî ji xwe re dibînî. Eger îro pêwîstiya te bi wê şîretê hebe, tu dikarî wê bibînî. Eger hefteya bêt tu hewcedarî wê bî, hingê ew dê li ber te be. Herdem ne gerek e bi gotinan lava û duayan bikî. Bîskekê li Yezdan bipûnije. Bifikire ku Ew çend qenc e, çend dilovan e, û ku Ew li gel te dimeşe û rêberiya te dike û te diselihîne.
Norman Vincent Peale


Zarrok herdem zêdetir e ji encama dê û bavê xwe.
Wilhelm Reich


Bixwazî zarrokên te çawan bin, hemberî dêbavên xwe wisan be.
Isokrates


Kurrê bavê çirûk felîte ye.
pendek frensî


Bihêlin zarrok bi awayê xwe bextiyar bin. Ma wan dê çi awayek baştir hebe?
Samuel Johnson


Bo min ne xem e eger ez nenas bimînim. Lê ez ê bikoşim wisan bijîm daku bikarim tiştek binirx ji xwe bo cîhana pey xwe bihêlim.
Konfuçe


Bav be lê ti car ji bîr neke ku mirov î û bavê mirovekî yî.
Plinius


Zarokên we ne zarokên we ne. Ew kur û keçên bêrîkirina Jiyanê ne. Ew di we re lê ne ji we tên. Û tevî ku ew li cem we ne jî, ew ne malê ne.
Xelîl Cibran


Hezkirina xwe bidin wan lê ramanên xwe nedinê çimkî wan ramanên xwe bi xwe hene. Hûn dikarin matî ji û çavneriyê li bedenên wan bikin lê ne li canên wan çimkî giyanên wan di jîngeha roja sibê ve dijîn ku hûn di xewnên xwe de jî nikarin biçinê. Hûn dikarin tê bikoşin ku bişibin wan lê nedin xwe ku wan bişibînin xwe çimkî jiyan ber bi paş de naçerixe û di roja borî de jî nasekine.
Xelîl Cibran