Perwerde
Baştirîn perwerde wî wergirtiye yê ku fêr bûye xwe hem li ber xeman û hem jî li xweşiyan ragire.
Perwerdekirina zarrokan hilgirtina jiyanê ye di çira û pêtalekê de ku em ji nifşê xwe raberî yê bêt dikin.
Hemberî dêbavên xwe wisan be wek ku dixwazî zaroyên te hemberî te bin.
Mezintirîn pirsgirêka pedagojîk: çawan zarro bên fêrkirin daku ne zêde bişibin dêbavên xwe.
Mirov tek pişka siriştê ye ku hewceyî perwerdeyê ye.
Baştirîn awayê borandina jiyanê ew e ku mirov dema xwe gorî tiştek wisan bike ku piştî mirovî jî li jiyanê bimîne.
Ne xem e ger nenas bimînim lê dikoşim wisan bijîm ku tiştek hejî bibîranînê ji nifşên pey xwe re bihêlim.
Ger mirov bikare di mirina xwe de coşdariyê diyariyî zarroyên xwe, mirov mîrasek bêtixûb binirx ji wan re hêlaye.
Reftar neynikek e ku her kes tê re wêneyê xwe nîşan dide.
Armanca perwerdeyê dirûvandina karakterê ye.
Ger dêbav zêde ji zarroyên xwe re bikin, zarro ti ji xwe re nakin.
Herî zêde wî bandor û hîkarî wî edetî li min kiriye ku li vir li Emerîkayê dêbav rêzê li zarroyên xwe digirin.
Dema zarrok tê perwerdekirin, divê li pîriya wî bêt ramîn.
Perwerdeya mirovî ta mirinê didome.
Ger dilê te bixwaze bersiva agirî bi agirî bidî, ji bîr neke ku agirkuj bi pirranî avê bi kar tînin.
Bihêlin zarrok bilîzin, û perwerdeyê têkilî yariyan bikin.
Bi hêceta lîstikan mirov dikare her tiştî bi zarrokan bide kirin.
Ma ne ecêb e ku kesê zarro nînin dikarin wan baş perwerde bikin?
Li gor têgihiştina min, ger mijar bi kûrî bêt vekolîn, mirov nikare zêde qenciyê li zarrokî bike ger ji dilê xwe bidiyê.
Dosto, min pirrî car bîstiye ku mezintirîn mêr ew e yê ji xwe dipirse ka divê çi bike, û yê dûvre mezin ew e yê guh dide şîretên baş.
Ji bilî hêbitînê ti destpêk bo fêrbûnê nîne.
Xwe perwerde bike çiku dema şens tavilê ji dest te biçe, dê bimîne zanîn ya ku mirovî nahêle.
Bila perwerdeya formal ti car rê li ber perwerdebûna te negire.
Ger nehatibî perwerdekirin, divê mejiyê xwe bi kar bînî.
Perwerde ne dagirtina setlekê lê hilkirina agirekî ye.
Hindî bijiyî, fêrî jiyanê bibe.
Mirov fêr dibin dema xelkê fêr dikin.
Mirov herî baş bi nimûneyan fêr dibin.
Şagirdê di ber mamosteyê xwe re neke kêrî ti tiştî nayê.
Mamoste deriyan vedikin lê divê mirov bi xwe biçe têve.
Tenê şagird dikarin bibin hoste.
Bi kirinê em fêrî kirinê dibin.
Encam hosteyê bêhişan e.
Dîrok mamosteya jiyanê ye.
Malê mirovê xwenda herdem pê re ye.
Zikê têr ne dilxwaz e fêr bibe.
Yê xwenda ne di her tiştî de xwenda ye, yê jîr di her tiştî de jîr e, di nezaniyê de jî.
Ta min dest bi wanedanê nekir, fêrî ti tiştî nebûbûm.
Ti car pêrgî ti kesî nehatime ku mirov nikare ti tiştî jê fêr bibe.
Jiyan mirovên mezin fêr dike û rê dide yên biçûk bi rêya xwe biçin.
Ji ber xişkirinê (nerîna bêdestûr) ji dibistanê hatim avêtin. Min li waneya metafizîkê awirek li giyanê yê bi rex xwe ve gerrand.
Em li wê paradoksê asê bûne ku perwerde bûye yek ji kembaxtirîn astengên dijî azadiya hişî û ramanî.
Baş e mirov bijî daku bielime.
Fêrbûna edetên nû giring e çiku wisan mirov dikare xwe bigihîne navoka jiyanê.
Dema şagird amade be, hoste xwiya dibe.
Di fêrbûnê de mereqdariya azad ji kotekiyê bibandortir e.
Ya giring ne xwendina pirr e lê ya bikêr e.
Divê pirr bê xwendin lê ne gelek pirtûk.
Pirrcûniya pirtûkan me bêşiyan dike.
Ger ji ji fêrbûnê hez bikî, hema te xwe gihandiye zanînê.
Mirov tenê ji wî fêrî kirinê dibe yê bi xwe dike.
Ji pirtûkan pirrtir dikarî ji mirovan fêr bibî.
Pirr ji mamosteyên xwe fêr bûn, hê pirrtir ji hevkarên xwe lê herî zêde ji şagirdên xwe.
Pirr fêr bûm ji mamosteyên xwe, pirrtir ji pirtûkên xwe lê herî zêde ji belayan.
Bi zaneyî em fêr dibin ji wan yên em jê hez nakin, lê bê zaneyî ji wan yên em jê hez nakin.
Bi kurterêya şahan ve kes nikare xwe bigihîne jeometriyê.
Şerm nakim diyar bikim nezaniya xwe li ser mijarên ji min re nenas.
Yê bo fêrbûnê xwe wisan nizm bike ku nezaniya xwe diyar bike, dê taliyê bêt bilindkirin.
Pêşî divê mirov îtîraf bi nezaniya xwe bike ta ku cihê wê dagire.
Armancek mezin ya fêrbûnê gerrîna li têgihiştinek windakirî ye.
Em ne bo jiyanê fêr dibin lê bo ku li wanexaneyê bi ser bikevin.
Peyv tenê pif (hewa) e, û perwerde jî li ser peyvan hatiye damezrandin. Lewre perwerdebûnî tenê hilmek ba ye.
Pergala perwerdeya me pergala bêhêvîtiyê ye. Em fêrberên peyvan in.
Rast e ku pirr ji pirtûkan fêr bûyî, lê ji bîr neke ku jiyan jî dikare fêr bike.
Pirtûk pirr kêm tiştên dinyayî fêrî me dikin.
Pirtûkên jiyannasiyê pêve nekî ji te re bêkêr in.
Pirtûk piçûk û panik in. Tenê jiyan gir û gewre ye.
Dikarî hişmend bî tevî ku te ti pirtûk jî nexwendibin; lê ger ji her tiştê hatî nivîsîn bawer bikî -- ne hişmend î.
Min dibistana dijwar ya bivê-nevêtiyan xwendiye.
Ger min hindî xelkê xwendiba, min dê ji wan zêdetir nezanîba.
Carina hes pê dikim ku xwezî pirtûka berdilî min tenê ji pirtûkên lêgerrînê pêkhatî ba.
Ji pirtûkan kes fêrî mirovan nabe.
Bi kûrî fêrî pirtûkan bûyî lê pirr sivik fêr xwe.
Herûher bo jiyanê bixwîne, ne bo ku dê sibê bimirî.
Bo ku bikarî karên mezin bi cih bînî, divê wisan bijî mîna ku qet nemirî.
Xwendatî gencîne ye.
Bikoşe ku ji her tiştî tiştekî fêr bibî û ji tiştekî jî hemiyê.
Perwerde tê wateya xwedisiplînê bo xortan, xemrevînê bo pîran, zengîniyê bo hejaran û şengiyê bo zengînan.
Bila xwendekariya te mîna stiranekê be!
Hemî fêreya xwe spêdeyê da'ûre lê êvarê bi heval û hogirên xwe re vehelîne.
Ya herî giring ew e ka dê çawan xwe biparêzî ji neçarbûna ramalîna tiştê fêrbûyî ji xwe.
Em bê vehewîn dixebitin daku bîra serê xwe dagirin lê têgihiştina xwe vala dihêlin.
Em hêdîka fêr dibin ji bîr bikin ya em fêr bûne.
Zarroyê siriştê, fêr bibe azad bike mejiyê xwe ji ya tu fêr bûyî.
Hişmendî herdem kêrî mirovî tê lê perwerde carina xezeb e.
Bêyî tecrûbeyan ti kes fêr nabe.
Yê dike hû dibe.
Ew e perwerdebûyî yê dizane karên wisan jî bike yên ku ti car nekirine.
Bi vekolîna yên kevn em fêrî yên nû dibin.
Mamosteyek ne bes e. Li nik yek din jî bixwîne.
Ger ne niha be, pa kengî?
Temen hişmendbûnê asteng nake.
Hindî hê tiştek nizanî hebe, xwe fêr bike. Ger bawerî bi pendê hebe: jîn hemî fêrbûn e.
Ti car em ne hind pîr in ku fêr nabin.
Ger duh miribam, min dê ew nizanîba.
Bi zêdebûna jiyê xwe re roj bi roj hin tiştên nû hîn dibim.
Bi fêrbûnê yê pîr jî geştirîn dema xortaniya xwe dijî.
Hê jî fêr dibim!
Li ber min kembaxtirîn tişt dibistanek e ya ku bi azîneyên tirsê, kotekiyê û desthilatiyek çêkirok tê meşandin. Reftarên wisan hestên saxlem, jidilî û bixwebaweriya şagirdan dimirîne û tepeseran peyda dike.
Tecrûbe dibistanek baş e lê bihayê wê giran e.
Dibistana fermî dê jiyarê bide te. Xwe-perwerdekirin dê felekê bike di dest te de.
Em her roj tiştekî fêr dibin, û pirrî car wê fêr dibin ku ya roja berî wê em fêr bûyî şaş bû.
Perwerde tiştek heyranî ye, lê divê car-car bêt bîra mirovî ku ti tiştek kêrî zanînê nikare bêt fêrkirin.
Perwerdeya rast divê me fêr bike em ji xwe derkevin û bigihin tiştek pirr hejîtir, bigihin ne-ezîtiyekê ya ku me û hemî mirovatiyê bi hev re girê dide.
Perwerde gihandina giyanên mirovan e ber bi tiştên herî baş û peydakirina tiştên herî baş e ji wê.
Perwerde asan dike ku mirov bên birêvebirin lê dijwar dike ku bên ajotin; asan dike ku bên meşandin lê negengaz dike ku bên kolekirin.
Ti şaxek matematîkê - ya çend abstrakt be jî - nîne ku rojek neyê ku kêrî hin diyardeyên cîhana rastîn bêt.
Perwerde ew e ku bikarî guh bidî hema her tiştî bêyî ku bênteng bibî.
Tenê yên perwerdebûyî azad in.
"Em nikarin bêyî jan perwerde bibin."
Lê ger tu bipirsî ka çi sûde ji perwerdeyê heye, bersiv pirr asan e: perwerde mirovan qenc dike, û mirovên qenc camêriyê dikin.
Perwerde vedîtinek pêşkevî ya nezanîna me bi xwe ye.
Hemî hinêra fêrkirinê tenê şiyarkirina mereqdariya siriştî ya mejiyên nûgihiştî ye.
Fêrbûn hesîna bi wê ye ya ku tu êdî jixwe dizanî.
Ez bêdengiyê ji dengdaran, bênfirehiyê ji bêntengan, qenciyê ji neqencan fêr bûme, lê - ecêb e - dîsan jî ne spasdarî wan mamosteyan im.
Herî baş ew kes alîkariyê dike yê xelkê fêr dike ku bikarin alîkariya xwe bikin.
Pratîk baştirîn fêrker e.
Dibêzim û ji bîr dikim. Dibînim û tê bîra min. Dikim û tê digihim.
Sê awayên bingehîn yên peydakirina zanyariyê hene... çavdêriya li siriştê, raman û cerribandin. Çavdêrî agayan peyda dike; raman wan digihîne hev; cerribandin encama wê hevgihandinê dirastîne.
Nexwendayê pêşerojê dê ne kesek wisan be ku nizane bixwîne lê dê yek wisan be ku nizane fêr bibe.
Çavkanî[biguhêre]Husein Muhammed: Jiyanname -19-, Kovara MEHNAME, hejmar 59, 12/2004 |