Mesûd Barzanî

Ji Wikiquoteyê
Barzanî di sala 2005an de

Kes[biguhêre]

Mesûd Barzanî (1946) siyasetmedarê kurd, Serokê Herêma Kurdistanê di navbera salên 2005an û 2017an de, serokê partiya PDKê.

Gotin[biguhêre]

  • Ragihandina dewletekê (Kurdistan) heqê rewa yê miletê kurd e. Ev hedef divê were bicihanîn, lêbelê bêyî bikaranîna şidetê.[1]
  • Em ê nehêlin ku tirk xwe tevlî meseleya Kerkûkê bikin. Ez ji hêzên wan (ya Tirkiyeyê) ên leşkerî û dîplomatîk natirsim, ji ber ew xwe tevlî karên ku wan eleqedar nake dikin. Kerkûk bajarekî Iraqê yê nasname-kurd e, temamiya rastiyên jeografîk û tarîxî vê yekê diyar dikin ku Kerkûk parçeyeke Kurdistana Iraqê ye û Tirkiye ne xwediyê mafa tevlîbûna vê meseleyê ye. Ger Tirkiye ji ber çend hezar tirkmenan xwe xwedî mafa midaxalekirina meseleya Kerkûkê bibîne, em ê jî eyniyê wê ji bo Diyarbekir û bajarên din ên kurdistanî bikin, ji ber 30 milyon kurdan.
Di Wikipediyayê de nivîsek li ser Mesûd Barzanî heye.


Çavkanî[biguhêre]