Bawerî û dîn

Ji Wikiquoteyê


Bawerî ew rastî ye ya ku tê hêvîkirin, dîtina wî tiştî ye yê ku nayê dîtin.
Mizgîn (Incîl)



Bawerî bi ser nakeve li wî cihî yê hişê mirovan bikare delîlan pêşkêş bike.
Ewliya Gregory Nazianzen


Mirov azad ji wî tiştî bawe bike yê bivê.
Gaius Julius Caesar


Di dinyayê de du cûn mirov hene: yên ji tiştên nayên bawerkirin bawer dikin, û yên kiryarên neihtimal dikin.
Oscar Wilde


Ma bawerî çi ye ger ne bawerîkirina bi hindê be ya ku nayê dîtin.
Aurelius Augustinus


Pêşî têgihiştin, paşî bawerî.
Pierre Abélard


Bawerî ji rêya serekî varê dibe hê berî ku hiş dest bi gerra xwe bike.
William James


Rast e ku piçek felsefe mirovî berev ateîzmê ve dibe lê mijûlbûnek kûrtir bi felsefeyê re wî nêzî dînî dike.
Francis Bacon


Xwedê yek e, û ew ne ji dirûv û ne jî ji ramanên xwe ve şibî mirovan e.
Ksenofanes


Tam ew yek, ku nikarim misoger bikim ku Xwedê nîne, min piştrast dike ku Xwedê heye.
Jean de La Bruyère


Cihûtiyê karî du pêdivîtiyên dijberî hev di dilê mirovî de bike yek: Xwedayek dadperwer û dilovan, tirsnak û dilvîn.
Joseph Bonsirven


Pirr tişt hene nayên bawerkirin ji ber ku şiroveya wan ya vê gavê nayê bawerkirin.
Friedrich Nietzsche


Yê bêyî dîn dijî, bê kompas diseyire.
Sir Thomas Overbury


Bawerî enîşkek e ku em dikarin di bin barê giyanê xwe yê giran de xwe pal bidinê.
Sir Thomas Overbury


Bi alîkariya baweriyê nikarî gelek tiştan bikî, lê bêyî dînî nikarî ti bikî.
Samuel Butler


Bawerî biserketinê tîne û bi baweriyê dijî her tiştî bi ser dikevî.
Qur'an


Bi sond: ger we temetî tovê xerdelê jî bawerî heba, we dê bikariya ji vî çiyayî re bibêjin: "Ji vir bilive dera han", û ew dê biliviya. Ti tişt dê li ber we ne negengaz ba.
Mizgîn


Herî asan ew ji wî tiştî bawer dikin ya em jê ditirsin yan hêvî dikin.
Jean de La Fontaine


Dîn tilyak e bo gel.
Karl Marx


Hemî dîn çêkirokiyên mirovan in.
Napoleon Bonaparte


Ji koleyan re hin rêûresmên olî hatibûn lidarxistin: xemrevîniyek ya jiyana dinyayî nade wan.
Elbert Hubbard


Dixwiye ku pirrî car bawerî nebaweriyek e ya ku ji xwe aciz bûye û ji rêya xwe xirriyaye.
Aaro Hellaakoski

Bawerî diyariyek Yezdanî ye ku bi bertîl yan şkenceyan nikare ji ti kesî bêt standin.
Thomas Hobbes

Bawerî rêbera hemî qenciyan e: zik e, dayik e, sereguhdêr e, parêzvan e.
Asvaghosa Mahãyãna


Dîn babetek mezin e di dîroka xweperestî ya mirovatiyê de.
William James


Baweriya yekî li çavên yê dî tirredînî ye.
Sir Thomas Browne

Me têra nefretkirina li hev dîndarî heye lê qet têra hezkirina ji hev dîndarî nîne.
Jonathan Swift

Dilê min dêra min e.
Thomas Paine


Hemî rêkên berev Xwedê mîna hev baş in.
Mohandas Gandhi


Bi baweriya min, baştirîn taybetmendiya mirovê dîndar xwegorîkirina temam ya li rastiyê ye.
Albert Schweitzer


Baweriya min ew e ku nivîsên pîroz yên hindûyiyê li min ferz nakin ku her peyv û gotinê ya Xwedê bihesibînim.
Mahatma Gandhi


Tê nekoşe ku baweriya ti kesî bihejînî! Ger bikarî, tiştek baştir bide wî; ger bikarî, dest biavêjiyê û wî berev jortir def bide. Wa bike, lê lê winda neke wî tiştî ya ku wî heye!
Swami Vivekananda

Tu dê nejiyayî ger te bawer nekira. Her kes bawer dike.
Romain Rolland

Bawerî ne destpêka her zanînê ye, dawiya wê ye.
Johann Wolfgang von Goethe

Bivê-nevê pêdivî ye ji hebûna Yezdan piştrast bibî lê ne pêdivî ye delîlan bo pêşkêş bikî.
Immanuel Kant


Bêhişiya dogmên xrîstiyanî ateîstan diafirîne.
Voltaire

Ateîzm zêdetir li ser devê mirovan e, ne di dilê wan de.
Fransis Bacon

Bêhêvîtî tek ateîzma rastîn e.
Jean Paul

Pirrî car panteîzm tenê dirûvek rêzgir yê ateîzmê ye.
Arthur Schopenhauer

Em di vekolîna siriştê panteîst in, di hûnandina helbestan polîteîst in û di sincnasiyê de monoteîst in.
Johann Wolfgang von Goethe

Bawerî, ya ku sinoran li xwe datîne, ya ku tenê hin tiştan bawer dike û qet ne zêdetir û ya tenê evqas bawer dike û qet ne pitir, pûç û betal e.
Julius û Augustus Hare

Bawerî, ya ku li ser otorîteyan hatiye avakirin, ne ti bawerî ye.
Ralph Waldo Emerson

Perestin ji guhdarîkirinê asantir e.
Jean Paul

Ji yê bişik bawer bike û bişik be dema ji te re dibêjin bawer bike.
Ludwig Börne

Dibe pirtûkên pîroz rast bin lê ew ne tevaya rastiyê ne û ne jî bitenê rast in.
Samuel Butler

Mirov bi bawerkirina ji tiştekî dijî, ne bi gengeşe û şerrenîxê.
Thomas Carlyle

Kirin ji ramanê dûrtir mirovî dibe, bawerî ji zanînê dûrtir.
Jakob Bosshart

Ne qeşe lê îtîraf gunehên me dixefirîne.
Oscar Wilde

Ax, çend tişt duh babetên baweriyê bûn û niha çîrrok in.
Michel de Montaigne

Dinya niştimanê min e, hemî mirov birayên in û qencîkirin dînê min e.
Thomas Paine

Ger te dest ji baweriyekê berdabe, dîsan jî hemî baweriyan bernede. Herdem alternatîvek bo baweriya me jidestdayî heye. Yan jî belkî heman bawerî be lê kirasek nû li xwe kiribe.
Graham Greene

Ew kes, yên bê sebeb bawer dikin, nikarin bi sedemên hişî bên bawerandin.
James Anthony Froude

Mirov tenê wê tiştê baş dinase ya ku pêşî jê bawer kiriye û paşî rexne lê kiriye.
Henry David Amiel

Bawerî, baweriya bihêz; soz tenê wê dibîne / û tenê li wê dinere, / bi negengaziyan dikene / û desthilatiyê ji wê re dixwaze.
Charles Wesley

Bi kêmbûna hêzên afirîner re baweriya bi otorîteyan zêde dibe.
Friedrich Nietzsche

Hin mirov hene ku çi bixwazin dikarin jê bawer bikin. Bextiyar in ew mirov.
Georg Christoph Lichtenberg

Mirov dikarin bi qederek mezin ji zibil û gilêşî bawer bikin û dîsan jî bi hişmendî û kêfxweşî ji karûbarên xwe yên rojane sereder bibin.
Norman Douglas

Îro bawer nakim ji her tiştî ya min duh bawer dikir, û dipûnijim ka gelo dê sibê bawer bikim ji hemiyê ya îro bawer dikim.
Isaac Goldberg

Bawerî mîna evînê ye: bi kotekî nabe.
Arthur Schopenhauer

Her pergalek dînî bi borîna demê re xwe adapteyî giyanê mirovî dike.
Herbert George Wells

Divê dîn mirovî kêfxweş bike.
Jakob Bosshart

Xrîstiyanî peyda bû daku dilan sivik bike: lê niha divê pêşî wan giran bike daku paşî sivik bike.
Friedrich Nietzsche

Xwedê ne neçar e tehemila bêhişiyên qeşeyan bike.
Voltaire

Em bo dînî dijî dînan in.
Victor Hugo

Dîn mîna kirmikên zîqok in, pêdiviya wan bi tarîtiyê heye daku geş bixwiyin.
Arthur Schopenhauer

Çavkanî[biguhêre]

Husein Muhammed: Jiyanname 16, Kovara MEHNAME, hejmar 9/2004

http://www.freewebs.com/mehname