4

Ji Wikiquoteyê
  • Ava xurt ser hevraz diçe.
  • Bêhna fireh ji qûna fireh e.
  • Bi esqen guhijan dil diçe guhijan
  • Biharan xwe şil nekin payizan xwe gero nekin
  • Ber (kevir)li cihê xwe giran e.
  • Bixwe bi gurgikî,rabe bi mêrikî
  • Diz u malxwe bûn hevkarê yek gayê reş di rojinêde derxistin.
  • Dilop bixwê cîhê xwe çêdike.
  • Derbê Hirçê kuç e.
  • Gava damî(dar) bikeve yên bivira lêxin zehfin.
  • Dûr here durust were.
  • Deriyê xwe asê bike, ciranê xwe diz dernexe.
  • Eger Kitik (pisîk)ne li male be navê Mişk Evdirehman e.
  • Dê û zarokan şerkirin bêaqilan bawerkirin.
  • Dema hingavtina(danina) ker tê xwarina cotyarî dixwe.
  • Deste rehet ser zikê birçî.
  • Derya bi dilopan naqede.
  • Eger sal zevi têt, zevi methan ji xwe dide.
  • Eger te girt ne berde,eger te berda li pey nekeve.
  • Ez çiya,tu çiya kî dê ji golikê re here giya.
  • Eger tu kesbi qisek bes e.
  • Ger min nekir ji malê pirr, ezê çi kim gîskê kir.
  • Ger xêr li malê here,ne hewceyê mizgeftêye.
  • Goştê miroven xwe bixme,hestiyan ji bo xwe bihêle.
  • Gurgan xwari purt dest ve têt.
  • Gîska gûrî diçe avê ji çavkaniyê vedixwe.
  • Her li nik dînan dawet e.
  • Heta mirov ser destan negere qedrê piyan nizane.
  • Kesî neke bi ya mezinan de rih bibe wekî yê bizinan
  • Hişyar ji dînan xenîn e.
  • Here millet bigire edet.
  • Îsa bike bi esas da kû dil neke wes wes.
  • Kesê ne li malekî, nizane hevalekî...
  • Kî diwêre bibêje ser bêhn ji devê te tê.
  • Kes nabêje mastê min tirş e.
  • Kesî bizane çêbike, dê bizane çembila jî li kû derêve ke.
  • Kesên sîran nexwe bêhn jê nayê.
  • Kesê masiyan bigire, qûnê jî lê şil bibe.
  • Kesê ne li govende fîtreqas e.
  • Kefa destan reş nebe, tehma devan xweş nabe.
  • Leglegê te emre xwe borand bi leqleqê.
  • L'ber sîha seran biraze, bila ser te bixwe.
  • Ji pira nemerdan neçe, bila av te li ber xwe bibe.
  • Mala malxo ji malxoyî heram e.
  • Mîh bipiyê xwe, bizin bipiyê xwe herkes bi emelê xwe.
  • Mêvan ji mêvanan nexweş e,xwediyê malê ji herdûyan...
  • Mar ji punge nexweş e, pung çû li ber kuna marî rist.
  • Ne li geliyê ku raze neji xewnen xirab bibîne
  • Necar tu biraze wek her car ,Xwedê yek e dergeh hezar.
  • Ne diwêra ker li palive dixist
  • Nivkare sale yekî ka bir, ye dî/n ga bir.
  • Nanê xwe bide destê nanpêja,bila nanek zêde here.
  • Nanê genim li xizanan heram e.
  • Paleyê xirab dasan digûhere.
  • Pîrê hevî nedikir desubike mor u telaqan zede kir.
  • Reh dibin bihost lê dijmin nabe dost.
  • Reh berdan hêsane le kurkirin zor e.
  • Ruvî kuriya xwe dike şahid.
  • Seriyê li ber minetan,bila biçe nav zeretan.
  • Sixula pîr bike lê ji bîr neke.
  • Şevên tarî li hingorî(heji zu)kifşin.
  • Serê li binê darê çetire li benderê.
  • Tu lew dinî, tu min di binî.
  • Tu nîmetên bê zehmet nînin.
  • Tiştên ku ne serve weki qûna ji derve.
  • Tune ditî bi xweve rîtî.
  • Tu çi biki kare ew te xware.
  • Warê şêrane ruvi di tê de rudine.
  • Yên têr hay ji yên birçî nînin.
  • Yara derewìn carek dixwe firavin.
  • Ya ji qelse meranve ew ku lase xweşmêran naêşe.
  • Yekî rez nebu masle çedikir
  • Zereti ku min kiriye zeret dumahik li minda.

Çavkanî[biguhêre]

  1. Berhevkirin: Seyda Goyan goyan73@mail.koc.net