Kar û xebat

Ji Wikiquoteyê


Tu tê bikoşe karê xwe bike, li kêmasiyên te dê bêt borîn.
Thomas Jefferson


Jiyan bêyî xebat û xwewestandinê ti nade mirovî.
Quintus Horatius Flaccus


Ti dostek wek zîrekiyê baş nîne. Dostaniya xwe li gel zîrekiyê xurt bike, dê qet bêxwedî nemînî.
Bhartrihari


Ti kar ne dijwar e ger bixwazî bikî.
Eusebius Hieronymus


Tenê bi rêya kar dikarî dinyayê wek mala xwe hest bikî.
Berthold Auerbach


Kes ji karî bi xwe hez nake.
Samuel Johnson


Ger zanîna xwe necerribînî, nikarî li bîra xwe bihêlî.
Gaius Plinius Caesar Secundus


Mirov dikare rojê heşt seetan vexwe yan navnivîniyê jî bike lê tek tiştê mirovî berhev bihêle kar e.
William Faulkner


Yê tembel herdem biniyet e bike.
pendek fînlendî


Yê birsî nikare, yê têr naxwaze.
pendek fînlendî


Yê dîn xwe bi karê xelkê ve dikuje.
pendek fînlendî


Paleyê te bi karê pê didî kirin ve dibetile lê bê westan hemî şolên xwe bi xwe dike.
Ugobardus Sulmonensis


Her kes dixebite: belengaz bo debara xwe, zengîn bo parastina malê xwe.
Torriano Piazza Universale


Mirov heywanek e ku amûran bi kar tîne.
Thomas Carlyle


Ma çima li rehetiyê digerrî madem bo karkirinê hatiyî çêkirin.
Thomas à Kempis


Bila xelk bikêlin, em binivin.
pendek fînlendî


Ji karê hinan hinên dî mifa werdigirin.
Aysopos


Her kes li gor hinêra xwe, bo her kesî li gor pêdiviyên wî.
Karl Marx


Nîşana koletiyê ye ger te jî bihayê xwe hebe û bi wî bihayî bikarî werî kirrîn.
John Ruskin


Nefsa yê tembel her dixwaze bêyî ku ti bi dest bikeve lê canê yên zîrek tê têrkirin.
Pendnameya Pirtûka Pîroz


Mîna baweriyê, baldirêjî û çalakî jî çiyayan dihejînin.
William Penn


Dema mirov ti neke, dê fêrî xirabiyê bibe.
Catoyê mezin


Destpêk giringtirîn pişka karî ye.
Efleton (Platon)


Ji berê ve tê zanîn ku bo bênvedanê ew jî bes e ku dest bi xebatek nû bikî.
Lewis Morris


Hinêrek hêja ye fêrbûna bênvedana bi guhertina karekî bi yek din.
Matti Kuusi


Destpêk çawan be, dawî dê wisan be.
Hieronymus


Kar bi xwe bikirê xwe kêfxweş dike.
Martialis


Yê kar dike, duayan dike.
Augustinus


Nan ne bi xwarinê lê bi xwestinê xilas dibe.
pendek fînlendî


Yê pirr hez dike, pirr dixebite.
Thomas à Kempis


Mirov bi her tiştî dikerrixe ji bilî karî.
Gaston de Léwis


Ger te niyet e bixebitî, aniha bixebite.
Plautus


Dê belengaz bibe ew yê destên xwe bi tembelî bi kar tîne lê destê yên zîrek zengîniyê peyda dikin.
Pendnameya Pirtûka Pîroz


Kar û duayan bike.
Benedictusê Nursiyayî


Kevirekî rake, dê min bibînî. Darekê bişeqîne, ez ê tê de bim.
Hz. Îsa


Ji berhemên wan hûn wan dinasin.
Mizgîn (Incîl)


Mirovî parçeyek ji dilê xwe daye her tiştî yê ku xebat bo kiriye.
Henryk Sienkiewiecz


Armanca min ew e ku karê xwe bikim zewq û paşî zewqê bi karê xwe bikim.
Aaron Burr


Dema kar dî be, jiyan şahî ye.
Dema kar kotekî be, jiyan koletî ye.
Maksîm Gorkî


Bi rêya kar mirovî xwe pabendî bi kêmî pişkek rastiya jiyanê dike: têkiliyên navbera mirovan.
Sigmund Freud


Berê halxweştirîn ew welat bûn yên ku sirişt lê herî merd bû, niha ew welat in yên mirov lê herî destbikar in.
Henry Thomas Buckle


Her tişt wa ne wek tu dikî.
Plautus


Her tişt, yê ku baş e bêt kirin, baş e ku baş bêt kirin.
Adolphe Monod


Tişta bênvedan bo nebe xwe ranagire.
Ovidius


Yê bixwaze karên mezin pêk bîne, divê kûr li kitekitan bipûnije.
Paul Valéry


Yê nizane dema xwe ya betaliyê baş bi kar bîne, di karê xwe de jî zêdetir dite'ibe.
Ennius


Her xurttir bawer im ku tembelî sedema nebûna aşopan e.
Marcel Jouhandeau


Hemberî bindarên xwe wisan be wek ku dixwazî serdarê te hemberî te be.
Seneca


Ji karî direvim tevî ku xelk bike jî.
Mark Twain


Xwedê di xew diçe ger mirov destên xwe betal berdin.
Miguel de Unamuno


Mirov nizane ka dikare çi bike ta ger necerribîne.
pendek navneteweyî


Kurrê herî biçûk neçar e kemana herî mezin hilgire.
pendek inglîzî


Hemî tiştê xweş bi xwe bike, yê ne xweş bi xelkê bide kirin.
Baltasar Gracián


Divê dest biavêjim xebatê da ji bêhêvîtiyê hişk nebim.
Alfred Tennyson


Kar baştirîn yarê min e. Lê ne yekmejiyî me.
Eva Ralf


Xebat yek ji şêweyên hêrsbûnê ye.
Don Herold


Hişyar be li her xebatê ya hewceyî hin cilên nû be.
Henry David Thoreau


Tişta em dikin qet nayê famkirin, tenê tê spaskirin û lomekirin.
Friedrich Nietzsche


Bi zor li dinyayê ti tişt hebe ku kesek din nikare nebaştir çêke û piçekî erzantir bifiroşe.
John Ruskin


Evîn li ber zîrekiyê nerm dibe. Ger nexwazî evînê bikî, xebatê bike, dê wa parastî bî.
Ovidius


Karê bo karî dij-siriştî ye.
John Locke


Ka ez ji te re bibêjim ku nekirina ti tiştî dijwartirîn tişt e li vê dinyayê, dijwartirîn û jîrdartirîn.
Oscar Wilde


Qet bo sibê nehêle wî karî yê ku dikarî dusibê jî bikî.
Mark Twain


Ti erk ne hindî erkê dilşadbûnê ne kêmnirxdayî ne.
Robert Louis Stevenson


Her kes bepirsiyarî her tiştî ye yê ku li dinyayê diqewime.
Fyodor Dostoyevskî


Hemî hêz erk e.
Victor Hugo


Ger mirovî mafê gelekê hebe, divê bi piçekê razî be.
Seneca


Ger jiyana xwe bigirî destê xwe, dê tiştek kembax biqewime: êdî nikarî her tiştî bikî binasên xelkê.
Erica Jong


Tirsa ji berpirsiyariyê nisaxiyek serdema me ye.
Otto von Bismarck


Erk ew e ya mirov dipê ku divê xelk bike, ne mirov bi xwe.
Oscar Wilde


Ez tenê mirovek im lê dîsan jî tiştek im.
Nikarim her tiştî bikim lê dikarim tiştekî bikim.
Ya ji min tê texsîriyê nakim.
Helen Keller


Gelo çi ye erkê te? Ya roj ji te dixwaze.
Johann Wolfgang von Goethe


Barê dilxwazî ne giran e.
pendek îtalî


Kar jiyanê şirîn dike.
pendek elmanî


Jê daxwaz bike bila piçekê raweste - ez ê aniha karê xwe temam bikim.
Carl Friedrich Gauss (dema peyam digihiyê ku jina wî li ber mirinê ye)


Divê em bûstanê xwe bikêlin.
François Marie Arouet Voltaire


Ji bêemeliyê asin dibe jengarî, ava genî pakiya xwe winda dike û seqa li ber sarmayê diqerrise. Wisan betalî jî şerbeta jiyanê tal dike.
Leonardo da Vinci


Ti tişt wek wê asan nîne lê ew dijwar dibe dema bêdilî xwe wê dikî.
Publius Terentius Afer


Hemî karên bimeaş mejî dimêjin û bêqîmet dikin.
Arîstoteles


Çiqas pirrtir bixwazim tiştekî bikim, kêmtir wî tiştî kar dihesibînim.
Richard Bach


Pirr plan tenê pêşbîniyên nebisexbêr in.
Ben Bayol


Bikoşe bêna xwe fire bikî û ji krîzê zewq wergirî.
Yogi Berra


Derencam zêde hatiye nirxbilindkirin. Ddersa rastîn mirov ji wê têkoşînê digire ya ku di navbera xewn û rastiyê de cih digire. Ew têkoşîn tiştek e ku jê re jiyan tê gotin.
Garth Brooks


Ti kes nabîne ku hin mirov enerjiyek bêqam xerc dikin tenê daku bibin normal.
Albert Camus


Yê dixwaze karê xwe bikemilîne, divê pêşî amûra xwe bihesû.
Konfuçe


Ger têkoşîn nebe, pêşketin nabe.
Frederick Douglas


Dahîtî yek ji sedê ji Xudê ye û not-û-neh ji sedê ji xuhê ye.
Thomas Alva Edison


Dema tevnên tevnpîrkan bigihin hev, dikarin şêran jî pê girê din.
pendek hebeşistanî


Xwedê gûzan dide lê wan naşkîne.
pendek elmanî


Yê dixwaze lê naxebite, belayê peyda dike.
William Blake


Bela jî tenê derfetek e.
Henry J. Kaiser


Mêrê berev herrikê ve melevaniyan dike, hêza herrikê dizane.
Woodrow Wilson


Bar hevberî hêza hespî ye.
Telmûd


Ne her tiştê hez jê dikî bike, her tiştê dikî hez jê bike.
Nenas


Ger bi karê xwe pareyan peyda nekî jî lê ji karê dikî hez bikî, tu biserkeftî yî.
Nenas


Teyrikê zû-şiyar kirmikî digire.
Nenas


Her kes dixwaze dinyayê biparêze; ti kes naxwaze alîkariya dayikê bike daku xwarinê amade bike.
P. J. O'Rourke


Diyarî digihin wî yê xeyalan dixebitîne.
William Benton


Gelek kesên jiyana bazirganî didin pey vê rêbazê: ne rêbaz lê pare.
Mardy Grothe


Tek cudahiya di navbera mirovê pîşekar û mirovê bazirgan de ew e ku bo mirovê pîşekar bidestxistina pare tiştek tesadifî ye, bo yê bazirgan bingeha bûneweriyê ye.
Frank Lloyd Wright


Ti kesî li nav nivînên mirinê negotiye: "Xwezî min zêdetir dem li daîreyê biboranda."
Paul Tsongas


Yek ji nîşanên nêzbûna li peqîna demarên mejî ew e ku mirov bawer bike ku karê mirovî pirr giring e.
Betrand Arthur William Russell


Tişta ecêb ne ew e ku em vî karî dikin lê ew e ku em pê kêfxweş in.
Dayik Teresa


Tek cihê lê biserkeftin ji berî karî ye ferheng e.
Donald Kendall


Ji wî cahiltir mirov nîne yê ku pirraniya jiyana xwe bo debarkirina jiyara xwe dide.
Henry David Thoreau


Zîrekî êşek e ya ku ciwan û cahilan digire.
Ambrose Bierce


Pêşî dest bi ya pêwîst bike paşî bi ya gengaz, dê taliyê bibînî ku ya negengaz dikî.
Nenas


Pispor kesek wisan e ku her zêdetir tiştî li ser kêmtir tiştan dizane ta ku dawiyê her tiştî li ser ne-ti-tiştî dizane.
Nenas


Leşê sax pêdivî bi xwewestandinê nîne û yê nesax jî nikare ti bike.
Nenas


Ger kêlîka dawiyê neba, ti tişt nedihat kirin.
Nenas


Kesê şaşiyan neke, ti din jî nake.
nenas


Kesê ti neke, şaşiyan jî nake.
nenas


Yê bêaqil pirr dixebite, yê hişmend planan dike.
nenas


Ji her têkçûnê mirov ji hemî biserkeftinan zêdetir fêr dibe.
nenas


Ger masiyekî bidî min, ez dê rojekê têr bim. Ger min hînî masîgiriyê bikî, ez dê xwe xwedî bikim.
nenas


Ger tiştekî îro û sibê nekî, dusibê jî neke.
nenas


Ger dema ji kar vedigerrî ji dema ji mal bi rê ketî kêmtir enerjîdar bî, tu tawanbarî gunehek mezin î: diziya malê dikî.
Jagdish Parikh


Ahengî tenê serûberiyek berdemî ye hemberî tevliheviya jênagerr û bivê-nevê.
nenas


Her tişta gengaz di cih de tê kirin lê bo kirina tişta negengaz piçek dem divê.
nenas


Dinivîsim ji ber ku ne mecbûr im.
nenas


Xebata zêde ti car ti kes nekuştiye lê ma çima ez rabim xwe lê ma çima rabim xwe bicerribînim.
Ronald Reagan


Dema bo xelkê demek dirêj divê daku ew pirsgirêkekê çare bikin, ew hêdî ne. Dema bo me demek dirêj divê daku em pirsgirêkekê çare bikin, em bisexbêr in.
nenas


Dema tiştek hatibe xirabkirin, bi sererastkirinê ew zêdetir tê xirabkirin.
nenas


Ma çima li biserkeftinekê rabiwestî madem dikarî wê jî bi cerribandinek nû têk bibî.
nenas


Tişta bi xwe bikarî îro bikî, sibê bi xelkê bide kirin.
nenas


Tiştek pirr zewqdar e ti tiştî nekî dema ji her gavê bileztir î.
Salvador Dalí


Pirr kêm tişt hene ku ji dil wiha bibêjim: vê dikim ji ber ku hez dikim.
nenas


Proje armancek e ku yên nekar tê dikoşin yên nexwaz negengaziyan bikin.
nenas


Mal bi hinêrê tê parastin, ne bi garranek mirovan.
pendek fînlendî


Mêr bi karê xwe tê spaskirin, ne bi gotinên berz û bilind.
pendek navneteweyî


Teyrikê zû-şiyar kirmikan digire lê mişkê dûhatî penîrî peyda dike.
nenas


Cerribandin yekem gav e ber bi têkçûnê.
Homer Simpson


Ne hewce ye ku evîndarî karê xwe bî. Xwefiroşî jî bes e.
Serdarî karên xwe be, dinya dê li dûv te were.
pendek latînî


Tamîr neke ger neşkestibe.
pendek latînî


Her peledînek jîrik dikare her tiştî mezintir, dijwartir û tundtir bike. Pêdivî bi destê bilîmetek î - û pirr wêrekiyê heye - daku tişt ber bi hêla durist ve biçin.
Albert Einstein


Aborînas bi jimaran ve mijûl in lê wan kesatî nîne ku bibin hesabgir.
nenas


Ez ji fêrbûnê hez dikim lê hatinfêrkirinê nefret dikim.
Winston Churcill


Ger du mirov mîna hev biramin, yek ji wan nepêdivî ye.
Ray Krock


Asteng min ranawestînin. Her asteng min zêdetir ber bi rêya min ya rast ve dibe.
Leonardo da Vinci


Ti tiştek ne wek teoriyek baş pratîkî ye.
Franci Galton


Yên xwedî zanîn, pêşbîniyan nakin. Yên pêşbîniyan dikin, nizanin.
Laotse


Tu erkê xwe bi cih bîne, ya mayî bispêre xwedayan.
Pierre Corneille


Em ji dûr li gihiştina ser rêya erkan digerrin tevî ku em dikarin serê rêkê tam li nêzî xwe jî bibînin.
Meng-Tsu


Erkê xwe yê nêzîk baş bi cih bîne.
Pittakos


Erkê xwe yê nêzîk bi cih bîne.
Thomas Carlyle


Teqwatî ew e ku ji Mesîhî bawer bikî û erkên xwe bi cih bînî tam di wî karê jiyanê de yê ku Xwedê tu vexwendiyê.
Martin Luther


Bicihanîna erkan ew e ya em ji xelkê dipên.
Oscar Wilde


Ew erkê min e û herwiha wisan dixwazim jî.
Sir William Schwenck Gilbert


Em pê dihesin ku du hez me ji hev radikêşin: erk û daxwaz. Vê serdemê daxwaz li pêş erkî dimeşe û rêberiya me dike ber bi qeyranek sincî ve.
Émile Durkheim


Min erkê xwe kiriye, qet ne tiştek zêdetir.
Henry Fielding


Ev gorra Henry Lawrence e yê ku tê koşî erkên xwe bi cih bîne.
[[(Li ser gorra Sir Henry Montgomery Lawrence)


Niha razî me: Spas bo Xwedê, min erkên xwe bi cih anîne!
Horatio Nelson


Çavkanî[biguhêre]

Husein Muhammed: Jiyanname 17, Kovara MEHNAME, hejmar 57, 10/2004

http://web.archive.org/20070202005516/www.geocities.com/kmehname