5

Ji Wikiquote

http://www.dibistanakurdi.com/modules.php?name=Sections&op=viewarticle&artid=3

Benîştê dînan bi lîtiran e.

Bi ya ker manker horî ye.

Bertîl keviran nerm dike.

Bi werîsê dînan xwe bermede binê bîran.

Dengê diholê ji dûr ve xweş e.

Deve bi kodikê nayê avdan.

Devê rovî negihîşt tirî got tirş e.

Dewar mekire li nîsanê, jinan hilnebijêre li dîlanê.

Dewê ceribandî ji mastê neceribandî çêtir e.

Dil şûşe ye, ku bişikê nayê cebirandin.

Ez dixwim nan û avê, min mineta kesî navê.

Fermana devan derket roviyan baz da.

Golikê malê ji gayê malê natirse.

Gur bi du pariyan namire.

Her giha li ser koka xwe hêşin dibe.

Her teyr bi refê xwe re.

Ji çavê kor hêstir nayê.

Ji dilê xweş re her tim bihar e.

Kes nabêje dewê min tirş e.

Kevir navêje kûçikê xwe ku cîran jî navêjin.

Mar nabin yar.

Mirov ji mitriban dew napê.

Pîrê memire bihar tê, kero nemire qîvar tê

Rûyê beq di avê de şil nabe.

Şêr şêr e, çi jin e, çi mêr e.

Tu çi têkî kewarê ew ê bê xwarê.

Xeta xwar ji gayê pîr e.

Xwedê goşt dide mirovê bê diran.

Zikê têr hay ji yê birçi nîne.

Serûpel

Ji "http://ku.wikiquote.org/wiki/5" hatiye standin.