Stanislaw Jerzy Lec

Ji Wikiquoteyê

Ramanine paqijnekirî

Stanisław Jerzy Lec

Kes[biguhêre]

Stanislaw Jerzy Lec (1909 - 1966) nivîskarek polonî bû.


Gotin[biguhêre]

"Azadî, Biratî, Wekhevî" lê ka kirin?


Rêberê zemanê me: darê polîs.


Her egîd û qehremanê rojê ji hatina tariyê ditirse.


Di şerên îdeolojiyan de mirov tên kuştin.


Wî ala bilind hildida daku wê nebîne.


Yê bang dike "Her bijî", divê heqê binaxkirinê bide.


Tevî ku dev bê girtin jî, pirs vekirî dimîne.


Destên kelemçekirî li çepikan nadin.


Dijî kê diramim? Dijî wan ên nahêlin biramim.


Sesam vebe – ez dixwazim derkevim!


Trajediya her serdemê ji kenê wê diyar e.


Mirov li rastiyê digere daku wê hê kûrtir veşêre.


Mirov dikare çavê xwe ji rastiyê bigire lê ji bîranînan na.


Nezaniya me hê dinyayên nû dagir dike.


Weyla li wan diktatoran ên bawer dikin ku ne diktator in.


Her çîn û tebeqê birjiwazên xwe hene.


Nan her devî vedike.


Siyaset: pêşbaziya hespên darîn ên Troya.


Welatparêzî sinorên welatên din nas nake.


Bi xwe wezîrê karûbarên xwe yên hindirîn be!


Gotinên wisan mezin, wisan vala hene ku di wan de ciyê zindankirina gelan heye.


Dinya bedew û delal e! Jixwe tişta xembar ew e.


Min xewnek dît li ser hindê ka bi rastî çi dibe. Ax çendî baş bû ku şiyar bûm.


Xweparêzî carinan dike ku mirov xwe bikuje.


Ah. Xwezî min navnîşana mala Xwedê bizaniya.


Ta kêç jî ji kêfa dil xwe hilna-avêje.


Gelek kes bendewarî 'şewleya sor' in daku ne hewce be biçin aliyê din.


Hişyar be ku tu tiştekî nemir neafirînî ha. Wek din ma tu dizanî ka çendîn kes dê jiyana xwe ji dest bidin daku wê biruxînin.


Divê mirov hilbikeve daku xwe bigihîne ramanên kûr.


Xwezî min lampeya Eledîn heba daku dema pêdivî min bikariya zû bikira tarî!


Ax ew dewlet çendî xweşik li hemwelatiyên xwe xwedî derdikeve ya ku nîv ji hevwelatiyên wê ji berîk û kîsê dewletê polîs in û nîv jî bi berîk û kîsê dewletê di hefs û zindanan de ne.


Yê wijdan nîn e, divê wê kêmasiyê bi nebûna wijdanê dagire.


Mirov dikare biçe nav dijminan bê ku ji çeperê xwe bilive.


Ramana berz be bê gotin jî erkê xwe bi cî tîne.


Aşop û xeyalan nelivînin heke hûn nikarin wan bisekinînin.


Hin dixwazin tişta bawer dikin fam bikin, hin jî tişta fam dikin bawer bikin.


Heke gel deng nebe, ji siroda niştimanî jî diyar e.


Gelo ez mat mame ka kê destûr da ku dinya bê afirandin.


Yê mirî bi asanî bîreweriya xwe ya siyasî diguherîne.


Gelek dost bûne dijmin, gelek dijmin bûne dost lê xemsar her dilsoz mane.


Bo xweşbînan û reşbînan: hind bikenin ta ku hûn bigirîn.


Asantir e mirov bibêje dêhl ji ku bibe dêhl.


Belê, mirovatî pêş dikeve. Mirovxwer bi cezayên hê mirovanetir tên cezakirin.


Jiyan ne saxlem e. Yê dijî dimire.


Ji çîrokan bawer nekin. Ew rast bûn.


Ez bi matematîkê re ne hemfikir im. Bi baweriya min komek sifiran ne sifir lê hejmarek xeter e.


Wêrekiyê ji kû bînim. Wêrek jî ya xwe nadin.


Dîrok me fêr dike ka em çawan dikarin wê xelet bikin.


Na, mirov ne ezperest û egoîst in. Kes ji wan şîniya mirina xwe nake.


Gelek sifir bawer dikin ku ew elîps in a dinya lê diçerixe.


Hin kes bawer dikin ku bawer dikin, hin jî bawer dikin ku bawer nakin.


Yê dixwaze rûyê xwe veşêre, bila rûs biçe derve.


Her dar dikare bê şewitandin heke wê bi xeyalên xwe vêbixî.


Tevî ku rêya wan ji hev veqetî jî, ew bi hev re dimeşîn: yek girtî û yê din çavdêr.


Carinan şeytan min dixapîne daku ji Xwedê bawer bikim.


Bêguman mirovxwer amade ye mirovan ji devê hût xelas bike.


Gelek têkçûna xwe pîroz dikin - li cem dijminan.


Her kes dikare bibijêre ka dixwaze werîsek ji çi rengî li gerdena xwe bialîne.


Hê xerabtir jî dikare bibe. Diyar bibe ku dijmin dost e.


Hêza bêweciyê zêde ye - kes nikare xwe lê bide.


Carinan hatim û nemêr cerdevan û nobetgirên ramanan in jî.


Hin kesan ti caran hêvî nîn e - hin jî her car hêviya xwe ji dest didin.


Qedirê gotinên xwe bigire. Her yek ji wan dikare ya dawîn be.


Mirov dikare tif bike xwe bê ku devê xwe veke.


Dinya ti carî nikare wan efû bike yên ti carî ti guneh nekirine.


Nivîskarên nemir di nav jibergiran (texlîdkeran) de wenda dibin.


Dem û dewranan gelek jîr û bilîmet dane me. Hêvîdar im ku di nav wan de çend kesên bihinêr, bişiyan û bitaqet jî hebin.


Yên ditirsin bi pêşerojê re rû bi rû bibin, nafikirin ku belkî pêşeroj qûna xwe nîşanî wan bide!


Herî dijwar hingê ye rastî bê dîtin dema her tişt dikare rast be.


Perspektîf tiştek baş e – dihêle mirov dijminê xwe biçûk bibîne.


Pirraniya mirovan qatil in: ew kesekî dikujin. Di xwe de.


Ji xeyalên me hemiyan ên cuda-cuda rastiya hevpar pêk tê.


Ma ez bawermend im? Tenê Xwedê dizane.


Gelo mafê mirovxwer heye li ser navê wî biaxive yê xwariye?


Divê her tişt qurbanî mirov bê kirin. Ji bilî mirov bi xwe.


Saet lê dixe. Li hemiyan.


Yê tu bixwazî bixwî, ji birsan nekuje.


Kesên xewnên te ji sêniya te dixwin.


Tenê yên biaqil dîn dibin.


Ramanên hin kesan wisan nizm in ku nagihin serê wan bi xwe jî.


Mirov dikarin bi gelek awayan bên parvekirin û dabeşkirin. Celadek ecêbmayî got: "Lê ez wan tenê parveyî leş û ser dikim."


Her kes nikare li ber muzîka pêşerojê bireqise.


Divê biryara hindê jî bide ku biryarê nade.


Ez bama min ê ti carî mirov neafirandina. Ez ji mirovan hez dikim.


Ku ew mir nayê wê wateyê ku ew dijiya.


Carinan rastgoyiya hunerî nahêle mirov bibe hunermend.


Ew li ser nexşeyê nemane. Çûne pirtûkên dîrokê.


Bi şevê hewarê neke. Cîran dê hişyar bibin.


Me li çavên hev nerî. Min xwe dît û wî xwe dît.


Hemî tişt leylan û îlusyon e. Ta ew gotin bi xwe û ev jî.


Biserketina Heine: navdartirîn 'helbestvanê nenas'.


Rastî her rûs e tevî ku cil û bergên herî nû lê bên kirin.


Min xewnek pirr bi tirs û xof dît: Li welatê ji nexwendewariyê xelas bûyî her tişt di bin bîrokrasiyê de mabû.


Heke du dijminan heman dijber hebe, kîn û nefreta wan li hev zêde dibe. Her yek ji wan dixwaze bi tenê dijber têk bibe.


Ez pêşbînî dikim ku mirovxwerî êdî namîne. Dilê mirov naçe mirov.


Ji Xwedê rêya biheştê nepirse. Ew dê rêya herî dijwar bide ber te.


Pa heke Xwedê xwestibe ku ez ateîst bim?


Ji destpêka dinyayê ve qeşmer xwedî tac û text bûne loma wan berî hemiyan dîtiye ka ew dê kengî bihejin.


Ne baş e ku koledarekî gelek kole hene. Lê hê nebaştir ew e ku koleyekî gelek koledar hebin.


Heke zimanê biyanî nizanî, ji bêdengiya biyaniyan jî fam nakî.


Rûyên dijminan tenê min hingê ditirsînin dema ez dibînin ku ew pirr dişibin çavên min bi xwe.


Dema galegot kevn dibin, ew dibin efsane.


Yê bibîr be, dikare baştir ji bîr bike.


Em xwedayan li xwe parve dikin lê gelo xweda çawan me parve dikin?


Dema tirs dibehece, pêdiviya wê bi xwînê heye.


Şeytan li dojehê kesatiyek erênî ye.


Bi xerabî basa mirovan neke. Ew bi dizîkî guh didin te di te bi xwe de.


Her tişt di destê mirov de ye loma divê dest pirrî caran bê şûştin.


Dê her eskîmoyên wisan hebin ku ji rûniştvanên xwecih ên Kongoyê re bibêjin ka divê mirov çi bike heke germahî zêde be.


Cil û bergên xwediyên tac û textan jî diqurmiçin.


Şertê pêşîn ê nemiriyê mirin e.


Ma ti carî rondikek mirovane ji çavê felekê bariye?


Caesar pirrî caran bi destê dostên xwe tê kuştin. Çimkî ew dijminên wî ne.


Şîretek baş bo nivîskaran: Carinan dev ji nivîsînê berbidin. Ta ji berî we dest pê kiribe jî.


Gelo gotin têra girtina hemî devan dikin?


Nivîskarê wêrek. Niqteya hevokê danî ji berî ku hevokê bi xwe binivîse jî.


Carinan divê mirov bêpêjn be daku dengê mirov bê bihîstin.


Nabe pêxwas li nav sorgulan bireqise.


Ne serhişk be. Her gav derewan neke, heke bi gotinan rastiyê zêdetir pareyan bistînî.


Li ciyê qanûn zalim bin, gel bêqanûniyê dixwaze.


Şewitandin tarîtiyê nake ronahî.


Bifikire ji berî bifikirî.


Çima van gotinên kurt dinivîsim? Çimkî peyvên min diwestin.


Tenê gotinekê, min dixwest tenê gotinekê ji dinyayê re bibêjim. Lê ku min nikarî, ez bûm nivîskar.


Li her quncikekê du rêyan xwe vedane.


Bêaqilî ne hêcet û bahane ye ku mirov nefikire.


Bedenên wan wisan nêzî hev bûn ku ciyê têkilî û hevgirêdanek rastîn di navberê de nedikir.


Pirrî caran ramana nivîskar dibe jiberçûna rexnegir.


Ji gund pêşniyazek hat ku ez bi destheqek kêmtir ramanên erzantir binivîsim.


Dawiya bextewar jî her dawî ye.


Gotinên pêşiyan pev diçin û şerrenîxê dikin. Ew e hişmendî û aqildariya gel.


Min hin raman hene ku ji xwe re jî nabêjim. Hûn wan hemiyan dizanin.


Niha te serê xwe tê re derxistiye. Tu dê di hicreya cîran de çi bikî?


Bila hûn kêr, demance, top bidin hov û barbaran lê bo Xwedê qelem nekin di dest wan de! Dê pê we jî bikin hov.


Bêxewî – êş û elema wî zemanî ku ferman tê dan mirov çavên xwe li gelek rastiyan bimiçîne.


Hê jî di tiştekî de mirov ji makîneyan li pêştir e: mirov dikare xwe bifiroşe.


Divê hin fîlozof li ber mirin û sekeratê bibêjin: "Xwedê kir ku kesî ji min fam nekir!"

Hevoka berz a optîmîstane "Her tişt gengaz e" min dibehecîne.


Yê bihêle bê sertackirin, hecmê serê xwe dide diyarkirin.


Ax çend kes amade ne pişta xwe qoz bikin tenê daku zikê wan ji ber çavên wan wenda nebe.


Min dîtiye ku mirov ji wan fikiran hez dikin ên mirovî nadin fikirandin.


Hemî trajedî bi bextiyarî bi dawî dibin lê ka kî heye ku ta dawiya wan xwe rabigire.


Di nav koran de yê bi çavekî jî dê kor bibe.


Bêhntengî belav dibe.


"Raman gumirk-azad in"? Heke ew sinoran derbas nekin.


Gelo mirov dê ticarî bigihin wê pileya exlaqî ku zindanên livok bo koçeran ava bikin?


Carinan wisan jî dibe ku rastî bi nemana xwe bi ser dikeve.


Ah. Di Atlantîkayên siyasetê de gelek Atlantîs jî hene.


Celad bi pirranî bi cil û bergên dadê derdikevin pêş.


Wê xweliya qurbanên xwe bi serê xwe de kir.


Wan ew bi peykelekî kevir kir.


Belê û nexêr her yek in. Ya ferq pirs e.


Her lewitiyokekî dijî pankekê şer dike, xwe Don Quijote dihesibîne.


Raman mîna kêçan xwe ji mirovekî diavêjin ê din. Lê ew her kesî naxwin.


Li welatên welatî xwe li zîndanan ewle û hêmin hest nekin, welatî lê azad bin dê xwe hê jî kêmtir ewle hest bikin.


Tinazyar (satîrîk, henekbêj) ticarî di azmûna xwe de bi ser nakeve. Mijar desteya birêveber bi xwe ye.


Berê mirov nêzîktirî hev dijiyan. Mecbûrî bû, çekên wan dûr nediçûn.


Carinan nêçîrvanê fîlan jî pêşûyan dikuje.


Huner ji hunermend ne behredarî lê berheman dixwaze.


Mirov dikare rehettir bêhna xwe bîne û bibe heke devê xwe bigire.


Mirovê ti hevpariya xwe li gel hunerê nebe, divê ti hevpariya xwe li gel huner nebe. Hat famkirin?


Min ê gelek tişt fam bikirana heke kesekî ew bo min şirove nekiribana.


Jiyan her dirêj dibe. Ya wan jî yên wê kurt dikin.


Hemî mirov mîna hev in. Piştî destvedan û miameleyek guncav.


Hin kes bi çavê rastê jî eynî mîna bi çavê çepê dibînin. Û bawer dikin ku ew objektîvî ye.


Biheşta koleyan: bazarê her kes bikare lê bi xwe xwediyê xwe bikirre.


Li welat peyvan kêm bi kar tînin daku kom bi kom bihinêrin derveyî welat.


Gelî esperantîstan. Ku mirov ta niha hemî ji hev nexwarine, divê em spasdarî bûyera Babil bin – pirrî qenc e ku em hemî ji hev fam nakin ka em çi dibêjin. Lê hûn dixwazin vê rewşa baş nehêlin?


Ax çendî bitofan e deryaya sersariyê.


Ji bîr neke ku li derî alfabeyê çendîn tîpên din jî hene.


Diyaloga bi nîvaqilan re mîna monologa kêmaqilan e.


Nehêlin siyasetmedar birçî ji ser maseya danûstandinan rabin.


Dema mirovxwer bixwaze bizane ka tama zanînê çawan e, ew zimanê zanayekî dibirre.


Dijûnan bi zimanek wisan nebêje ku yê dijûnan lê dikî tê nagihe. Ew sadîzm e.


Her pergalek hukumetî dawiyê dibe ancien régime.


Ew dilsoz bû mîna se û hat kuştin mîna se.


Wijdana wî pak û paqij bû. Wî ew ticarî bi kar neanîbû.


Hûn ê wan ji wan gotinan nas bikin ku wan dixwest ta mirina xwe jê bêdeng bin.


Helbestvan ji wî robarî masîgiriyê dike yê di wî re diherike.


Xwe vedin ji rêya Dadê. Ew kor e.


Hemî kelemçeyên dinyayê heman zincîr in.


Çima derewan bike madem rastiyê nizane?


Xwezî guh bikariya biaxiviya!


Ta mirî jî bêdeng in - ta dema axiftinê bê.


Gelo mirov dê ti carî bigihe wê asta exlaqî ku dê dev ji kedxwariya makîneyan berde û bi xwe dîsan karên xwe bike?


Qatil berevaniya xwe dike: "Ma çawan dibe ku mirov ji ber kirinên nemirovane bê cezakirin?"


Tenê yê di rekeha zêrîn de hêviya azadbûnê heye.


Divê mirov çend ramanan bi xwe re bibe gorrê. Belkî lazim bin.


Ez wisan binivîsim ku her komîser tê bigihe? Na! Ez bi yên ji serkomîser kêmtir razî nabim!


Ti kes ne hindî bêaqil e ku carinan xwe di bêaqiliyê nedeyne.


Tinazyarê tirsonek tenê tiştekî pêşkêş dike: xwe.


Gotinek bes e – ya dî lewçetî ye.


Pirrî caran em rastiya me bîskekê ji bîr kirî bi efsane dinavînin.


Mirov tenê bi nan û avê najî.


Li ser kêlek gorrekê: "Jiyan xelas bû lê encamên wê na, çendî mixabin."


Ji pirsgirêkên dadê: ta çend mirinan destûr heye şaşbûn çêbibin?


Pêşî peyv hebû. Paşî bêdengî.


Mirov di jiyana xwe de tenê epîsodek biçûk pêşkêş dike.


Helbestvan bi şik li helbestên xwe çavek gerand: gelo kîjan ji wan dê kêla gorra wî binexişîne.


Erdê reben, siya me hemiyan dikeve ser.


"Nekuje" mixabin hat nivîsîn ji rastê ber bi çepê, ber bi dil ve.


Nexwendewariya biyaniyan jî nivîsînê zehmet dike.


Xwezî mirov bikariya piştî mirina dijmin ancax bihata dinyayê.


Ji dijminên xwe hez bikin. Belkî ew yek zerer û ziyanê bigihîne wan.


Ne hemî, ên gelekî dizanin, dizanin ku dizanin.


Pirranî şev wisan tarî ne ku nayên dîtin.


Her teqîn ne şoreş e.


Realîst be: rastiyê nebêje.


Wergêrr: Husein Muhammed[biguhêre]

Çavkanî[biguhêre]