Ronahî ji dilekî bo dilan
Bijartin û wergerandin
Husein Muhammed
Diyarî bo xwişka min
Kewser Muhammed
Carine bikêr e kêlîkekê rawestî, çavekî li rêçên pêve boriyayî bigerrînî, li biryarên xwe bipûnijî. Bîskek bêpêjn dikarî rê bidî lehiyên robarê ramanên xwe.
Peyvên li rûpelên jêrîn diyarî te dikim bi armanca ku bibin çira û ronahiyê bidin ramanên te bi xwe.
Wek helbestvanan gotiye: “Ramanên mezin di dilî de diafirin.” Kerem bike vê fenerê ya ku ronahiyê diyarî deryaya dilê te dike.
Husein Muhammed
Rîga, 16.8.2006
Roja xweş mirovî hişmend dike
John Masefield
Jiyana berê û ya bêt ne ti tişt in li hemberî vê gavkê
Ralph Waldo Emerson
Dema çerxa felekê bi karê xwe xwe yê ruxandinê radibe û bayê payizê sorgulan vediçirrîne, dîsan jî sihrên evînê di dilî de parastî ne.
Di guldankê her bêna beybûnan dimîne tevî ku pelên wan ji mêj ve çilmisîne. Tavheyva zîvîn ya zarrotiyê hê jî pencerên pîriyê dibiriqîne.
Thomas Moore
Ti tiştek din hêjayî bidestxistinê nîne ji bilî bişirînê û hezkirina hevalan
Hilaire Belloc
Dostanî ne pêdivî ye, wek ku felsefe û huner jî ne pêdivî ne… Di cenga man û nemanê de ew bênirx in. Lê bêyî wan man bêwate ye.
C. S. Lewis
Dê di du mehan de pirrtir dostan peyda bikî ger bala xwe bidî wan ji ku du salan hewl bidî ku bala wan bikêşî ser xwe.
Dale Carnegie
Ti evîn yan dostanî di ser rêka me re nabore bêyî ku şopek ebedî lê bihêle.
Francis Mauriac
Tecrûbe mamosteyek tund e: berî waneya yekem azmûnan bi me dike.
Vernon Law
Yê ku ronahiyê bide jiyana xelkê, dê bi xwe jî bibe parmendî tîrojan.
J. M. Barrie
Spas bo jiyanê: bi tavê şa bûme, li nav xemla biharê meşîme, pûnijîme û evîndar im –ma hê çi bixwazim!
(nenas)
Dostên dêrîn mîna meyê ne, di tarîtiya embarê ve tên parastin. Li xortaniyê bersiva xeyalên min bûn û niha jî dermanê derdên min in. Di nav dengûdor û qerebalixê de gotina rastiyê li eniya wan diyar e. Evîn zêrran li parsekan dike lê dostanî nirxê dirist dinase.
Joseph Parry
Yezdanê hemûzan berî her tiştî baxçe afirand. Û bi rastî jî baxçe paktirîn zewq û mezintirîn dilhênker e.
Francis Bacon
”Rojbaş, stiya zêrrîn!“ ji her kulîlkê re dibêjim, li ber her terraşê bejna xwe ditewînim, hemûyan dostên xwe dihesibînim.
John Rea
Di siriştê mirovî de tişta xembar helwesta ne-erênî ya hemberî jiyanê ye. Em heyranî gulistanên li pişt asoyî ne lê guh nadin terraşa pişkivî kulîlkan ya li ber paceya metbexa xwe.
Dale Carnegie
Tenê evîn dikare mirovan wisan bigihîne hev ku wan qenc û sax bike ji ber ku tenê evîn birînan bi qasî pêdivî ji kûr dibirre daku wan bicebirîne.
Pierre Tailhard de Chardin
Di jiyana mirovê qenc de ya herî giring kirinên biçûk û bênav in ku hema mirov pê nahese.
William Wordsworth
Jiyana bextiyar bi pirranî jiyanek bêdeng e ji ber ku şadiya resen tenê di bêpêjniyê de ye.
(nenas)
Hêza awiran di çîrrokên evînî de wisan kêm hatiye nirxandin ku êdî bawerî pê nayê. Kêm kes diwêrin îtîraf bikin ku du mirov bi gerrandina çavekî li hev bûne evîndar. Lê rastî tam wa ye! Ti tişt ne hindî wan şokên elektrîkê bihêz e yên ku du giyan di awirên pêşîn de li hev didin.
Victor Hugo
Ji min re bibêje ka kî ye evîndarî te, ka kî ye heyranî te – ez ê ji te re bibêjim ka tu kî yî.
Charles Augustin Sainte-Beuve
Enerjiyek bêsinor di navbera wan du kesan de diherrike yên ku ewqas ji hev hez dikin ku xwe dinoqînin bin rûyî, perdeyan û neynikê; du kesên ku diwêrin dilê xwe ji hev re vekin û bi hemû canê xwe guhdarî hev bin û bersivê bidin hev.
Alex Noble
Ji hemû diyariyên ku jiyan dike para me, dostanî ya herî delal e.
Epîkuros
Ez tenê kesek im. Nikarim her tiştî bikim lê dikarim tiştekî bikim. Û xwe ji tişta bikarim bikim nadim paş.
Helen Keller
Zarrok paşerojê û pêşerojê nanasin. Ew bi vê kêlîkê dilşa ne. Kêm ji me mezinan hosteyî wê hunerê ne.
Jean de la Bruyère
Gul pelên xwe yên mîna baskên pelatînkan ji mêrgê re vedikin, raberî baweşa bayî dikin.
Em ên gumanber, mijûl, bêna xwe teng dikin, bi dizîkî dijûnan didin.
Bi baweriya xwe ya zarrokane bişkojên şil ewran radimûsin, rengê esmanan jê werdigirin û me jî ber bi şadiyê dibin.
Henry Wadsworth Longfellow
Ciwanî winda dibe, evîn diçilmise, pelên dostaniyê diwerin lê hêviya nepenî ya dayikê her dimîne.
Oliver Wendall Holmes
Çavkanî
|