Peyamber (pirtûk)

Ji Wikiquoteyê

Xelîl Cibran[biguhêre]

PEYAMBER[biguhêre]

Wergêrr: Husein Muhammed[biguhêre]

Weşanên Taybet ên Kovara Mehname: 11

Sala 2002


Xelîl Cibran[biguhêre]

(6.1.1883 - 10.4.1931)

Xelîl Cibran li nav darên selwiyê li Bişarêya Libnanê hat dinyayê. Wî li wir dest bi xwendekariya xwe kir lê di 12-saliya xwe de - sala 1895an - koçî Bostona Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê kir.

Di 14-saliya xwe de ew bi tenê vegerî Libnanê daku xwendekariya xwe li Medreset el-Hikmetê kuta bike. Li wir zimanê spehî yê helbestên wî, ku tê de çanda erebî û bandora rojavayî digihin hev, teşe da. Wî du caran li Parîsê nîgarkêşî xwend, dû re vegerî Bostonê û paşî çû New Yorkê û ta mirina xwe li wir ma.

Li dema jîna xwe ew herî zêde wek nîgarkêşek portreyan dihat nasîn û ecibandin û gelek pêşangeh ji bo nîgarên wî li çar hêlên cîhanê hatine lidarxistin. Cibran herwiha gelek ji pirtûkên xwe yên helbestane bi nîgarên xwe neqişandine.

Peyamber (The Prophet), ku niha em bi kurdî pêşkêşî we dikin, naskirîtirîn û hezkirîtirîn berhema Xelîl Cibran e û dikare wek stûn an jî bingeha nivîskariya wî bê hesibandin. Ew yekem car di sala 1923yan de bi îngilîzî derket û piştî derketinê di demek kurt de nav û deng da û hat hezkirin. Ta niha ew bûye malê bi qasî 30 zimanan. Bexçeyê Peyamber (The Garden of the Prophet) jî dikare wek dewama Peyamber bê hesibandin lê ew bi xwe jî berhemek serbixwe ye.

Ta niha, ji bilî Peyamber û Bexçeyê Peyamber, herwiha romana Xelîl Cibran a bi navê Baskên Şkestî jî li kurdî hatiye wergerandin (wergêr: Husein Muhammed, Weşanên Helwest, 2001).

Di sala 1931an de Xelîl Cibran koça dawîn kir û ji nav me bar kir lê em dikarin bi van gotinên ji Peyamber bangî wî helbestvan û fîlozofê bêpayan bikin:

"...Niha keştiya te hatiye û divê tu biçî. Bêriya te ya ji bo welatê bîranînên te û warê mezintirîn hêviyên te gelekî kûr e; û evîna me nikare te li vir bigire û jana me jî nikare te berbend bike. Lê em hêvî dikin ku, ji berî ku tu ji vir biçî, ji me re bipeyive û me ji hinek rastiya xwe hevpar bike. Em ê wê rastiyê bidin zarrên xwe û ew ê jî bidin zarokên xwe û bi vî awayî rastî dê ti caran ji bîr nebe..."

Husein Muhammed


Peyamber[biguhêre]

Beş 1[biguhêre]

Almustafa, yê bijartî û hezkirî, yê di rojên xwe de berbanga gelê xwe, duwanzdeh salan li bajarê Orfaleseyê li benda keştiya xwe mabû, li benda wê keştiyê ya ku diviyabû vebigeriya û ew bi xwe re bigihanda girava lêbûna wî. Û di sala duwanzdehan de, li roja heftem ji îlonê ango meha rezçinînê, ew hilket ser zinarek li derveyî dîwarên bajar û li deryayê nerî; û wî dît ku keştiya wî ji nav mijê dixwiye. Hingê deriyên dilê wî vebûn û dilşadiya wî dûr li raserî deryayê fire firî. Û wî çavên xwe girtin û di bêdengiya giyanê xwe de lava û dua kirin.

Lê dema ew ji zinar daket, dîsan xemgînî ket dilê wî; û ew ji xwe re ponijî: Çawa dikarim bi aramî ji vir biçim bê ku hest bi xemgîniyê bikim? Na, bê ku kul bikevin dilê min, ez nikarim ji vî bajarî derbikevim. Min rojên dirêj ên têrjan di nav dîwarên kelên vî bajarî de borandine, û şevên min ên bêkesî û tenêtiyê dirêj bûne; û ma kî dikare dev ji bêkesî û jana xwe berbide bê ku bêriya wan bike? Min gelek perçe ji giyanê xwe li van kuçe û kolanan belav kirine, bêhejmar zêde zarokên bêriya min li van zinaran rûs û pêxwas digerin û ez nikarim bê jan û bê bargiranî ji vir bifilitim û wan bihêlim. Îro ez ê perdeyê ji ser xwe ranekim lê bi destên xwe çermê laşê xwe vebirûçînim. Û ez ê ne ramanan lê dilê xwe yê tînî û birçê nerimandî li pey xwe bihêlim.

Lê dîsan jî nikarim demek dirêj li vir bimînim. Derya, ya ku bangî hemûyan dike, gazî min jî dike, divê ez bikevim nav keştiyê. Yê hingê jî bimîne dema gav di şevê de diherikin, ew ê biqerise, bicemide û bibe qalib. Bi kêfa dilê xwe min ê her tişt ji vir bi xwe re bibira lê ez ê çawa wisan bikim? Deng nikare ziman û lêvan, ên ku bask danê, bi xwe re bibe. Divê ew bi tena serê xwe li valahiyê bigere. Û bi tenê û bê hêlîn divê baz ber bi rojê de bifire.

Ku ew giha binê zinar, wî dîsan li deryayê nerî û dît ku keştiya wî nêzîk dibe. Di pîj û kepiya wê de deryavanên hevwelatiyên wî hebûn.

Û canê wî bangî wan kir, û wî got: Ey kurên pîredayika min, seyirvanên daketin û hilketina ava deryayê. Ax ka hûn çend caran di xewnên min de li deryayan seyirîne û niha, li şiyarbûna min, hûn digihin vir. Amade me ji bo çûnê, û bêriya min tenê li benda bayekî ye ku bawanên (babirkên) min belav bike. Dixwazim ku tenê carek din jî bîn bikim vî hewayê aram, tenê carek din jî dixwazim awirek nazenînî li pey xwe bigerînim. Paşî ez ê di nav we de bim, ez jî deryavan di nav deryavanan de. Û tu, deryaya bêsînor, dayika bêxew, tu tenak aramî û azadî ji vî çemî û vê herikê re, tenê zivirokek din jî ev çem dixwaze bike, tenê carek din jî li vê meydanokê bixwişe. Û hingê ez ê bigihim hemêza te, hemêza dilopek bêsînor, ya oqyanûsek bêyom.

Û di dema meşa xwe de wî dît ku jin û mêran karên xwe li nav rez û zeviyan dihiştin û ber bi deriyên kela bajar de xwe dilezandin. Û wî bihîst ku navê wî li ser zimanê xelkê ye û xelk ji hevdu re ji zeviyekê ta ya din diqîrin ku keştiya wî gihaye.

Û wî ji xwe re got: Ma roja veqetîna ji hev dikare bibe roja hevgihînê? Ma dikare bê gotin ku roja koça min di rastiyê de berbanga spêdeya min e? Ma dikarim ji wî, yê ku gêsinê xwe di erdê re hiştiye, yan jî ji wî, yê ku pêçke û xirxalê tirîzirviçîna xwe rawestandiye, re çi bibêjim? Ma dilê min dê bibe darek fêkîder ku fêkî bicivînim û bidim wan? Ma divê hêviya min mîna kaniyekê biherike daku bikarim îskan û qedehên wan dabigirim? Ma ez çeng û centûr (sentûr) im ku destê yê bihêz li ser bigere yan jî bilûr im ku tê re bipife? Ez lêgerê bêdengiyê me, û ma min ji bêdengiyê çi gencîneyek wisan dîtiye ku bikarim wek nihîn li wan belav bikim? Eger ev roj bi rastî jî roja rakirana dexl û danan be, ma min kîjan zevî tovandine û li kîjan bîskên jibîrbûyî? Eger bi rastî jî ev ew gav û bîsk be ku divê ez fanosa xwe hilbidim jor, çirûskek tê de be jî ne ya agirê min bi xwe ye. Fanosa min bi xwe vala û tarî ye. Govanê şevê wê dadigire û herwiha vêdixe jî.

Wî ev ramanên xwe bi gotin anîn ziman lê di dilê wî de hê gelek tiştên negotî jî man çimkî wî nedikarîbû berşê û veşartiyên di dilê xwe de derbibe.

Dema ew giha bajar, hemû gelî pêşwazî lê kir û, mîna ku ji yek dev be, hemû diqîrîn. Mezin û pêşiyên bajar derketin pêş û ji wî re gotin: Hê niha ji nik me neçe. Tu di tarîtî û şêlîtiya me de nîvroyek geş î û ciwaniya te hêvî daye hêviyên me. Di nav me de tu ne biyanî û ne jî xerîb î lê kurê me yî û em pirr ji te hez dikin. Wisan neke ku em çavên bêriya rûyê te bikin.

Qeşe û qeşeneyan gotê: Wisan neke ku pêlên deryayê me ji hev biqetînin û nehêle ku salên te li vir borandî tenê bibin bîranîn. Tu mîna giyanekê di nav me de meşiyayî û sîbera te ji rûyên me re mîna ronahiyê bûye. Me pirr ji te hez kiriye lê bêpeyv û bi perdeyê nimixandî bû hezkirina me. Lê dîsan jî niha jiyana hezkirina me bi dengbilindî bangî te dike û xwesteka xwe derdibe. Û hezkirin, ji bilî dema veqetîna ji hev, kûratiya xwe nanase.

Û yên din jî hatin û bi dilsozî daxwaz jê kir ku ew bimîne lê wî bersiva wan neda. Wî tenê xwe çemand; û wan kesan, ên ku li nêzî wî bûn, didît ku ronik ji çavên wî diwerîn ser sînga wî. Û ew jî bi girseya gel re ber bi meydana ayîngehê de meşî. Ji wê pîrozgehê jinek bi navê Almitra derket. Ew jin pêşbîn bû. Wî bi nazenîniyek bêpayan li wê nerî çimkî ew jin yekem kes bû ku li wî gerîbû û hê ji roja yekem ve bi wî bawer hebû. Û wê ew silavand û gotê: Peyamberê Yezdan, ê ku tu li cîhanê li tiştê herî kûrwate digerî, bi heyamek pirr dirêj li benda keştiya ji deryayê bê mayî. Niha keştiya te hatiye û divê tu biçî. Bêriya te ya ji bo welatê bîranînên te û warê mezintirîn hêviyên te gelekî kûr e; û evîna me nikare te li vir bigire û jana me jî nikare te berbend bike. Lê em hêvî dikin ku, ji berî ku tu ji vir biçî, ji me re bipeyive û me ji hinek rastiya xwe hevpar bike. Em ê wê rastiyê bidin zarrên xwe û ew ê jî bidin zarokên xwe û bi vî awayî rastî dê ti caran ji bîr nebe. Di bêkesiya xwe de te bi çavên xwe li rojên me neriye û di şiyariya xwe de te guhdarî ken û giriyê xewa me kiriye. Ji ber hindê wisan bike ku em xwe binasin û ji me re bas bike û her tiştê tu fêr bûyî ku di navbera jiyan û mirinê de heye, ji me re jî bibêje.

Û wî bersiv da: Gelê Orfaleseyê, ma ji bilî wan tiştan, ên ku niha jî di can û giyanê we de dilivin, zêdetir dikarim basa çi bikim.


Beş 2[biguhêre]

Hingê Almitrayê got: Ji me re ji Evînê bipeyive.

Û wî serê xwe rakir û li gel nerî û bêdengî daket ser wan. Û ew bi dengek bilind axivî: Dema evîn bangî we bike, bidin pey wê tevî ku rêyên wê asê û rizdeyî ne jî. Û dema baskên wê we bikişînin hemêza xwe, radestî wê bibin tevî ku şûrê xwe di nav perrên wê de veşartî dibe ku ziyanê bigihîne we. Û dema ew ji we re biaxive, ji gotinên wê bawer bikin tevî ku dibe dengê wê xewnên we biperçiqînin mîna ku çawa bayê bakur jî dibe ku baxçeyan biruxîne. Ji ber ku ka çawa evîn we ditacîne, ew herwiha we diçarmixîne jî. Çawa ku ew we zêde dike, ew herwiha we ditelifîne jî. Çawa ku ew hildikeve jor û naziktirîn çeqên we, yên ku li ber tîrêjê dilerizin, dihemêzîne, ew herwiha dadikeve ber reh û rîşên we, yên ku tê dikoşin ku di erdê pêt û bihêz bin, jî vediweşîne.

Evîn mîna guliyên genim we bi xwe ve digire. Ew we li bênderê digêrîne daku we çîptazî bike. Ew we li bêjing û mûxelê dike daku xirşan ji nav we biavêje. Ew we dihêre ta ku hûn spî bibin. Ew we diguherîne ta ku hûn bên çemandin. Û dû re ew we dispêre agirê xwe yê pîroz daku hûn bibin nanê pîroz ji bo cejna pîroz a Yezdan. Evîn hemû vê yekê dike daku hûn ji nihînên dilê xwe haydar bin, û bi vê zanînê hûn bibin beşek ji dilê Jiyanê.

Lê eger hûn bitirsin û tenê dilşadî û aramiya evînê hêvî bikin, hingê baştir e ku hûn perdeyekê bidin ser tazîtî û rûsiya xwe û evînê jî li bênderê bihêlin û herin wê cîhanê, ya ku demsal lê nîn in, ya ku lê hûn dikarin bikenin lê ne hemû kenê xwe yan jî lê bigirîn lê ne hemû ronikên xwe. Evîn bi tenê ji xwe dide û ji beşa xwe dîsan distîne. Evîn tiştekî nadêre, ne xwediya tiştekî ye û ti kesek jî nikare wê bidêre çimkî evîn ji evînê re bes e, têra wê dike.

Dema hûn tiştekî bievînin, nebêjin "Yezdan di dilê min de ye" lê çêtir e "Ez di dilê Yezdan de me". Bawer nekin ku hûn ê bikarin rêkêşiya evînê bikin çimkî, eger ew we hêjayî hindê bibîne, ew ê serkêşiya we bike.

Evîn tiştekî naxwaze ji bilî wê yekê ku dixwaze xwe bi xwe bi cî bîne. Lê eger hûn tiştekî bievînin û nikaribin dev ji xwestek û hêviyên xwe berbidin, bila hêviyên we bi vî şêweyî bin: Bila bihelin û bibin mîna robarek herikbar ê ku bi şevê awazên xwe distrê, bila fêrî nasîna jana nazenîniya gelek zêde bibin, bila bi destlêkirina evînê birîndar bibin û bila bi dilxweşî û dilşadî xwîna xwe birijin. Bila bi berbanga spêdeyê re bi baskan di dilî de şiyar bibin û ji bo rojek nû ya evînê spasiyê bikin, bila nîvroyê bîna xwe bidin û li ser jihalçûna evînê biponijin, bila êvarê wek spasdar vebigerin malê û bila lava û dua ji bo hezkiriya/ê xwe û siroda spasdariyê li ser lêvan paşî rabikevin û binivin.


Beş 3[biguhêre]

Hingê Almitra dîsan peyivî û got: "Hûn ji Zewacê çi dibêjin, mamoste?"

Û wî wiha bersiv da: Hûn bi hev re welidîne û divê bi herherî bi hev re bin. Dema baskên spî yên mirinê rojên we biruxînin jî, divê hûn bi hev re bin. Belê, ta dema ku hûn di bêdengiyê de Yezdan bi bîr tînin jî, divê hûn bi hev re bin. Lê bihêlin ku navbeynek di navbera we de hebe û bihêlin ku bayên esman di nav we de bireqisin.

Ji hev hez bikin lê evînê nekin bend û zincîr. Bihêlin ku zêdetir ew di navbera qeraxên giyanên we de wek deryayek livbar be. Qedehên hev dabigirin lê ji qedehên hev venexwin. Ji nanê xwe bidin hev lê herdu ji heman nanî nexwin. Bi hev re bistrin û bireqisin û kêfxweş bin lê bihêlin ku her yek ji we bi tena xwe jî be mîna ku têlên 'ûdê ji hev cuda ne tevî ku her heman awaz wan dilerizîne.

Dilên xwe bidin hev lê ne ji bo ku her yek ji we li nik xwe biparêze çimkî tenê destê Jiyanê dikare dilê we biparêze. Û bi hev re li ser piyan bin lê dîsan jî ne zêde nêzî hev çimkî stûnên ayîngehê ji hev dûr in û herwiha gûz û dara selwiyê jî li ber sîbera hev şên nabin.


Beş 4[biguhêre]

Û jinekê, ya ku zarokek li milî bû, got: Ji me re dabaş ji Zarokan bike.

Û wî got: Zarokên we ne zarokên we ne. Ew kur û keçên bêrîkirina Jiyanê ne. Ew di we re lê ne ji we tên. Û tevî ku ew li cem we ne jî, ew ne malê ne.

Hezkirina xwe bidin wan lê ramanên xwe nedinê çimkî wan ramanên xwe bi xwe hene. Hûn dikarin matî ji û çavneriyê li bedenên wan bikin lê ne li canên wan çimkî giyanên wan di jîngeha roja sibê ve dijîn ku hûn di xewnên xwe de jî nikarin biçinê. Hûn dikarin tê bikoşin ku bişibin wan lê nedin xwe ku wan bişibînin xwe çimkî jiyan ber bi paş de naçerixe û di roja borî de jî nasekine. Hûn kevan in ên ku zarokên we wek tîrên jîndar jê tên pijiqandin, jenandin û virandin. Tîrvan bineciyê rêwîtiyê li ser rêya bêdawî dibîne û Ew we bi hêza xwe diçemîne daku tîrên Wî bi lezgînî û dûr biçin. Bi dilxweşî di destên Tîrvan de biçeme çimkî çawa ku ew ji wan tîran, ên ku difirin, hez dike, ew herwiha ji wê kevanê, ya ku bêhej e, jî hez dike.


Beş 5[biguhêre]

Hingê zelamek dewlemend got: Ji me re basa Danê bike.

Û wî bersiv da: Dema hûn tenê ji maliyeta xwe didin, hûn kêm didin. Tenê dema hûn ji xwe bi xwe tiştekî didin, hûn bi rastî didin. Çimkî ma maliyeta we çi ye ji bilî wan tiştan ên ku hûn bi xwe dihêlin û çavneriyê lê dikin ji ber ku hûn ditirsin ku sibê pêwîstiya we pê hebe? Û sibe, ma sibe ji kûçikê destvegir, ê ku di dema rêwîtiya xwe ya bi haciyan re ber bi bajarê pîroz de hestiyan li xîzistanek bêşop binerd dike, re tîne? Û ma tirsa pêwîstiyê ji bilî pêwîstiyê bi xwe çi ye? Ma tirsa tînîtiyê li wê demê, ku kanî tijî av e, ne ew tînîtî ye ku ti tiştek nikare bişkîne û vebimirîne? Hingê piçekî ji gelekê didin - û ew ji bo rûmetê didin û xwestekên wan ên veşartî ziyanê digihînin diyariyên wan. Û herwiha kesên wisan jî hene ku kêm heye lê her tiştê xwe didin. Ew ji jiyanê û bereketa wê bawer dikin loma tabûta wan ti caran vala nabe. Hin hene ku bi dilxweşî didin, û dilxweşî para wan e. Hin hene ku bi jan didin, û jan para pakkirina wan e. Hin ên wisan jî hene ku bê hestpêkirina janê didin û ew pê li dilxweşiyê jî nagerin û dana wan ne ji ber xêrê ye jî. Ew wisan didin ku çawa gul jî li geliyê dûr xweşbîna xwe difûrîne valahiyê. Di destên wisan re Yezdan dipeyive û ji paş çavên wan Yezdan li cîhanê dibişire.

Baş e ku bê dan eger hatibe xwestin lê hê jî baştir e ku bêxwestin bi têgihîn bê dan. Ji bo destvekirî û merdan ji danê çêtir ew e ku li kesek pêwîstî bi alîkariyê heyî bigere. Û ma tiştek heye ku dikarî bi xwe re bihêlî? Her tiştê te heyî divê rojekê bidî û dev jê berbidî. Loma niha bide daku heyama danê ne ya mîratxwerên te lê ya te bi xwe be. Pirrî caran dibêjî: "Dixwazim tenê bidim wan ên ku hêjayî danê ne." Lê ne darên cinîna te û ne jî kerên pez li çerîngehên te wisan nabêjin. Ew didin ji bo ku bikarin jîndar bimînin çimkî eger ew nedin, ew ê biruxin. Bêguman e ku her kes, ê ku hêjayî şev û rojên xwe be, hêjayî her tiştî ye ku tu bikarî bidiyê. Û her kes, ê ku têra xwe binirx e ku ji oqyanûsa jiyanê vebixwe, hêjayî wê yekê ye ku qedeha xwe ji robarokê te jî dabigire. Û ma ji wê hêjayiyê mezintir tiştek heye ku mirov ne ji ber merhametê û dilpêşewitînê lê bi mêranî û pêbawerî tiştekî pêşwaz bike. Û ma tu xwe çi dihesibînî ta ku mirov bersînga xwe biçirrîne û serfiraziya xwe derbike daku nirxa wan rûtkirî û serbilindiya wan jî bi bêşermî bibînî. Binere ku tu bi xwe hêjayî wê yekî bî ku bibî diyarîder û alavek danê çimkî bi sond jiyan dide jiyanê - û tu, yê ku xwe wek danvan dihesibînî, bi xwe tenê govan û şahid î.

Û hûn, ên ku werdigirin - û hûn hemû wergir in - eger hûn nexwazin ku nîrê dîlî û êsîriyê li ser serê we û yê danvan be, tê nekoşin ku hûn qaşo spasdar in. Hê baştir e ku tu jî bi danvan re bi wan diyariyan hilbikeve mîna ku ew diyarî ji we re bask bin çimkî eger tu qenciya li te kirî gelekî zêde bihesibînî, tu ji merdiya wî, ya ku dayika wê erda dilvekirî û bavê wê jî Yezdan e, biguman î.



Beş 6[biguhêre]

Û dû re zelamek pîr, xwediyê xanekî got: Ji me re basa Xwarin û Vexwarinê bike.

Û wî bersiv da: Hêvî dikim ku we bikariya mîna şênkatiyan ji ronahî û bîna erdê bijîna. Lê ji ber ku divê hûn ji bo xwarinê bikujin û ji bo vemirandina tîna xwe divê hûn şîr ji maka nûzayî bişelînin, xwarin û vexwarinê bikin xebatek ayîndarî. Û maseya xwe bikin altar ku pakî û bêguneyiya deşt û daristanan ji bo wê yekê ya ku di mirov de hê jî paktir û bêgunetir e. Dema hûn lawirekî bikujin, di dilê xwe de jê re bibêjin: "Heman hêz, a ku te dikuje, dê min jî bikuje: û ez jî dê bêm telifandin. Çimkî ew zagon, a ku tu xistî destê min, dê min jî bixe destek hê bihêztir. Xwîna min û xwîna te tenê benîşt e ku esman vediweşîne."

Û dema sêvekê bi didanên xwe diperçiqînî, di dilê xwe de jê re bibêje: "Tovê te dê di bedena min de şên bibe û bûtikên te yên sibê dê di dilê min de bibişkivin. Û bîna xemla te nefeskişandina min e. Û em ê bi hev re ji hemû demsalan zewq û xweşiyê bibînin."

Û payizan, dema wîşiyên tirî dicivînî tirîzirviçîna xwe, di dilê xwe de bibêje: "Ez rez im û fêkiyê min di tirîzirviçînê de tê komkirin. Û mîna meya nû, ez jî dê di amanên ebedî de bêm parastin." Û zivistanan, dema tu meyê vedixwî, bila dilê te ji bo her qedehekê bistre. Û bila di stranan de bîranîn û silav li rojên payizê, rez û tirîzirviçînê hebin.


Beş 7[biguhêre]

Dû re cotkarekî got: Ji me re ji Kar bas bike.

Û wî wiha bersiv da:

Hûn dixebitin daku bi tevgera erdê û giyanê erdê re hev bigirin çimkî yê bêkar dê ji demsalan xerîb bibe û ji karwanê jiyanê, yê ku bihêz lê bi sernermî ber bi bêsînoriyê de dileqize, vebiqete.

Dema hûn kar dikin, hûn dişibin bilûrekê ya ku di dilî de pistîna demê dibe awaz. Ma kî ji we dixwaze qarota giyayekî be, bêdeng û bêpêjn di wê demê de ku hemû yên din bi hev re distrin?

Hertim ji we re hatiye gotin ku kar nefret û xebitînn jî bextreşî ye. Lê ji we re dibêjim ku bi karkirina xwe re hûn beşek ji wê dûrtirîn aşop û xeyala cîhanê, ya ku hê di dema berpêbûna wê xewnê de ji we re wek erk hatibû diyarkirin, bi cî tînin. Û bi xebatkirinê re hûn bi rastî jî dievînin. Û yê ku bi xebitînê ji jiyanê hez bike, ew ê di kûrtirîn nihîna jiyanê bigihe. Lê eger hûn janan bikişînin, hebûna xwe wek bextreşiyekê binifirînin û jiyandina bedena xwe wek nifirek li eniya we nivîsî bihesibînin, hingê bersiv didim ku tenê bi xuha eniya we ew nivîs dikare bê jêbirin.

Ji we re hatiye gotin ku jiyan tarîtî ye, û hûn kerixîne û bûne dengvedana wan yên ji jiyanê kerixî. Û ez ji we re dibêjim ku jiyan bi rastî jî tarîtî ye eger hêvî tine be. Û hêvî jî kor e eger zanîn tine be. Û hemû zanîn jî bêsûd e eger xebat tine be. Û xebat jî bêsûd e eger hezkirin tine be. Û dema bi hezkirinî kar bikin, hûn ê xwe hem bi xwe bi xwe re û hem jî bi hev re û bi Yezdan re girê didin.

Û kar çawa bi hezkirinî tê kirin? Ew dirûna qumaş a bi wan deziyan ên ku we ji dilê xwe kişandine, her wisan mîna ku evîndara te dê wî cilî li xwe bike. Ew bi dilsaxî avakirina xaniyekî ye her wisan ku evîndara te dê tê ve bijî. Ew bi dilnermî avêtina tov û bi dilxweşî rakirina berhemê ye mîna ku evîndara te dê wê berhemê. Ew bi nefeskişandina ruha te biçimandin û tişedana hemû karê te afirandî ye. Û zanîna wê yekê ye ku hemû pakrewanên sitirandî û biheştî li dor te ne û li te dinerin.

Min pirrî caran bihîstiye ku hûn, mîna ku di xewê de bipeyivin, dibêjin: "Yê ku mermer bihincirîne û kûre bike û tişe û şikilê ruha xwe bidiyê ji wî gewertir e yê ku zeviyê dikêle. Û yê ku dest diavêje bûka baranê daku wê bixe ser cilekî mêrxastir ji wî yê ku kalik û sendelan ji bo piyên me çêdike." Lê ez, ne di xewê de lê şiyar li nîvroyek ron û zelal, dibêjim ku ba ji giyakê herî biçûk re hê naziktir jî ji dargûza girs re dipiste. Û tenê ew mezin e yê ku dikare bi hêza evîna xwe strana ba hê jî bedewtir bike.

Kar evînek berçav e. Û eger tu nikarî karê xwe bi dilxweşî lê tenê bi dilreşî bikî, baştir e ku tu dev ji karê xwe berbidî û li ber deriyê ayîngehekê rûbinî û ji wan, ên ku bi dilşadî kar dikin, xêr û zekatan bixwazî. Ji ber ku eger tu bi bêmereqî nan bipêjî, tu dê nanek tal bipêjî ku dê tenê bi nîvî birçê nehêle. Û eger tu bi bêdilî tirî bizirviçînî, bêdiliya te dê jarê biçipîne nav meyê. Û tevî ku tu mîna firîşteyan jî bistrî lê ji strînê hez nekî, tu dê guhên xelkê bimismidînî û bistimînî ku ew dengên şevê û rojê nebihîzin.


Beş 8[biguhêre]

Paşî jinekê got: Ji me re ji Kêfxweşiyê û Xemgîniyê biaxive.

Û wî bersiv da:

Kêfxweşiya we xemgîniya we ya neniximandî ye. Û heman kanî, ya ku kenê we jê dizê, pirrî caran tijî ronikên we ye jî. Û ma ew dikare ne wisan be? Û her çi qas xemgînî hebûna we kûrtir birene û biqewêre, dibe ku hê zêdetir kêfxweşî di we de hebe. Ma ew qedeh, a ku tijî mey e, ne her heman qedeh e ya ku di kûreya qedehçêker de hat sotandin û qijqijandin? Û ma ew 'ûd, a ku dilê we aram dike, ne ji heman darê ye ya ku bi kêran hat bêweckirin? Dema tu kêfxweş bî, kûr li dilê xwe binere û tu dê agadar bibî ku tenê ew tişt, a ku xemgîniyê dike para te, herwiha kêfê jî dide te. Dema ketibî bin barê xeman, dîsan jî li dilê xwe binere û te dê hay jê hebe ku bi rastî jî bi wê tiştê digirî ya ku kêfxweşiyê jî ji te re tîne.

Hin ji we dibêjin: "Kêxweşî ji xemgîniyê mezintir e." Hin jî dibêjin: "Na, xemgînî mezintir e." Lê ez ji we re bibêjim ku ew nikarin ji hev bên veqetandin. Ew bi hev re tên û eger yek ji wan tenê bi te re rûniştibe, bila li bîra te be ku ya din di nav nivînên te de raketiye.

Bi rastî jî hûn di navbera kêfxweşî û xemgîniya xwe de mîna teraziyê dadikevin û hildikevin. Tenê hingê, ku hûn vala bin, hûn bêliv, bitewş û parsengî ne. Dema xwediyê gencîneyê we radike daku zêr û zîvên xwe biwezinîne, hingê divê kêfxweşiya we yan jî xemgîniya we hilbikeve yan dabikeve.


Beş 9[biguhêre]

Dû re xanîçêkerek hat nik wî û got: Ji me re basa Xaniyan bike.

Û wî bersiv da û got:

Ji berî ku hûn avahiyekî di nav kelên bajar de ava bikin, xaniyekî di aşop û xeyalên xwe de li çolistanekê ava bikin. Ji ber ku dema hûn bi tarîketina êvarê re tên malê, di heman demê de di we de gerokek herherî xerîb û bêkes bi we re digihe malê. Xaniyê we bedena we ya berfiretir e. Ew di tavdana rojê de mezin dibe û di bêdengiya şevê de dinive. Şevên xaniyê we ne bêxew in. Ma xaniyê we xewnan nabînin? Û di xewnên xwe de bajar bi cî nahêlin daku li gupikên çiyayan û li nav daristanan bigerin?

Xwezî min bikariya xanîkên we bicivînim nav destê xwe û mîna tovavêjan wan li nav daristanan û mêrgan belav û pelate bikim. Xwezî gelî kuçeyên we bûna û rêkên hêşîn kolanên we bûna daku we bikariya li nav rezan li hevdu bigerana û li dema hevgihana we bîna xweşik a axê ji kincên we bihata. Lê hê ji bo vê yekê zû ye. Di tirsa xwe de bavkalên we zêde nêzî hev cîwar bûn. Ev tirs dê hê demekê bidome. Hê mideyek maye ku kelên bajaran dilên we ji zeviyan vebiqetînin.

Ji min re bibêjin, ey gelê Orfaleseyê, ka we di van xaniyan ve çi heye? Û hûn bi van deriyên qilifandî û qerasekirî zêrevanî û goyîniyê li çi dikin? Ma we tê ve aştî û aramî heye ku hêza we dizeximîne? Ma we bîranîn, kevaneyên biriqok hene ku li raserî bilindiyên giyanê xwe ditewînin? Ma we bedenî heye ku dil ji tiştên darîn û kevirîn vediqetîne daku ji bo dîtina çiyayên pîroz bigere?

Ji min re bibêjin, ma we ev tişt di xaniyên xwe ve hene. Yan jî ma we bi tenê xweşî û xweşîxwazî heye ku wek mêvan xwe dixwişîne mala we, dû re dibe xwediyê malê û paşî dibe mamosteyê we? Belê, xweşîxwazî we kedî dike û dixesîne û bi astengdanîn û îşkencedana we ew xwestekên we yên herî mezin jî dike mîna bûkokek pepûk. Tevî ku destên wê armûşî ne jî, dilê wê ji asin e. Ew we bi lorînê dixewîne tenê daku li ber nivîna we rabiweste û henekan bi laşê we bike. Ew qerfên xwe bi sehên we yên saxlem dike û wan mîna amanên şkêbar di nav pûrtikê giyagezokan de radipêçe. Çimkî bi rastî jî xweşîxwazî evîna giyanê we dikuje û paşî devbeş û bi girnijîn bi karwanê taziya we re dimeşe.

Lê hûn, zarokên valahiyê, hûn ên di nav aramiyê de nearam, divê hûn nekevin xefik û davan û neyên xesandin. Divê xaniyên we ne sing lê stûn bin. Nabe ku ew pergî û pizdanek teyisok be ku birîna we vebişêre lê divê ew palik û miçkuliyek be ku çav biparêze. Diviyabû hûn baskên xwe danedin ji bo ku hûn bikarin di derî re biçin hundur, ne serên xwe biçemînin daku ew bi ban nekevin û ne jî ji nefeskişandinê bitirsin ji ber ku belkî pê dîwar biherifin û bi ser we de bikevin. Divê hûn di gorrên miriyan ji jîndaran re ava kirî de nemînin. Û tevî hemû biriqdarî û qeşengiya xwe jî, xaniyên we nikarin nihînên we vebişêrin û bêrîkirina we bisitirînin. Çimkî tişta di we de bêsînor di jîngeha ewran de ye ku deriyên wan mija spêdeyê û pencereyên wan jî stranên şevê û bêdengî ne.


Beş 10[biguhêre]

Û qumaşfiroş got: Ji me re basa Cilan bike.

Û wî bersiv da:

Cilên we gelek ji bedewiya we diniximînin lê dîsan jî nebedewiya we venaşêrin. Tevî ku hûn bixwazin bi lixwekirinê xwe ji awiran vebişêrin jî, cilên we pirrî caran ji we re tenê zirx û zincîr in. Xwezî we ne tenê hest bi cilên xwe lê li ser laşê xwe hest bi tavê û ba jî bikira çimkî nefesa jiyanê di tavê de û destê jiyanê jî di nav ba de ye.

Hin ji we dibêjin: "Bayê bakur cil raçandine ji bo ku em li xwe bikin." Û ez dibêjim: Rast e, bayê bakur ew raçandine. Lê şerm qumaşê wî û sistbûna endamên laşê we jî tevnê wî bûye. Û dema bayê bakur karê xwe qedand, ew li nav daristanê bi we kenî. Ji bîr nekin ku şermî mertalê ber çavên qirêj e.Û dema qirêjî nema, êdî şerm tenê zincîr û lewitandina dil e. Û bila ji bîra we neçe ku erd bi pêxwasiya we şa dibe û ba dixwaze bi pirça serê xwe bilîze.


Beş 11[biguhêre]

Û dikandarekî got: Ji me re basa Kirîn û Firotinê bike.

Û wî bersiv da û got:

Erd fêkiyê xwe bi we dibexişîne û eger hûn tenê bizanin destên xwe tijî bikin, hûn ê kêmasiyê nebînin. Bi guherandina diyariyên erdê hûn dikarin têr û bi kêfxweşî bijîn. Lê eger guherandin ne bi hezkirinî û dadperwerî be, ew dê hin kesan ji we bike hesûd û hin ên din jî dê birçî bimînin.

Dema hûn, ên ku li deryayê û li nav zeviyan û rezan dixebitin, li bazarê pêrgî qumaşfiroş, cerçêker, berhevkerên biharatan û hwd. tên, hingê bangî giyanê herî berz ê cîhanê bikin ku bila bê cem we daku hûn bi dadperwerî biwezînin û bipîvin. Nehêlin ew, ên ku destên wan bêxêr in, tevî bazara we bibin çimkî dibe ku ew gotinên xwe bi karê we bidin. Divê hûn ji kesên wisan re wiha bibêjin: "Bi me re werin nav zeviyan an jî bi birayên me re herin deryayê û torrên xwe biavêjin çimkî hem bejî û hem jî derya ji me û we re merd û destvekirî ne."

Û eger stranbêj, reqisvan û bilûrvan bên, ji diyariyên wan jî bikirin çimkî ew jî fêkî û giyadermanan berhev dikin û tişt, ên ku ew pêşkêş dikin, tevî ku ji xewn û xeyalan hatine raçandin jî, ew jî ji giyanên we re xwarin û cil in.

Û ji berî ku hûn bazargehê bi cî bihêlin, binerin ku kes destvala neçe çimkî ta ku pêwîstiyên ên herî kêm jî nehatibin bicîanîn, giyanê cîhanê nikare li ba bayan bi aramî binive.


Beş 12[biguhêre]

Paşî dadgerek ji yên bajar derket pêş û got: Ji me re basa Tawan û Cezayê bike.

Û wî bersiv bi van gotinan da:

Dema canê we bi ba re digere, hûn, wek bêkes û bêparêz, xerabiyê li kesên din dikin û ew xerabî li we bi xwe jî dibe. Û ji ber xerabiya we kirî divê hûn deriyê pîroz biqutin û bîskekê, bê haya kesekî, bipên.

Eziya we ya yezdanî mîna oqyanûsê ye û hertim neherimandî dimîne. Û mîna valahiyê, ew jî tenê yên bibask radike. Eziya we ya yezdanî herwiha mîna rojê ye jî. Ew rêyên koremişkan û kunên maran nanase. Lê di we de ne tenê eziya we ya yezdanî heye. Di we de pirr tişt hê mirovî ne û hin jî hê nebûne mirovî jî lê mîna bejnbostek bêtişte ne ku di xewa xwe de di nav mijê de dimeşe û li şiyarbûna xwe digere. Û niha ez dixwazim ji miroviya di we de bipeyivim çimkî ne bejnbostê di we de û ne jî eziya we ya yezdanî lê miroviya di we de tawanê û cezayê tawanan dinase.

Pirrî caran min bihîstiye ku hûn basa wî mirovî, yê ku tawanê dike, wisan dikin mîna ku ew ne ji we be lê mîna ku ew biyanî û dagîrkerê cîhana we be. Lê ji we re dibêjim ku ka çawa yên dadperwer û pîroz nikarin ji wê yekê, ya ku di her yekî ji we de heye, bilindtir hilbikevin, wisan yên xerab û lawaz jî nikarin ji wê yekê, ya ku di we de heye, jêrtir dabikevin. Û çawa ku pelek bi tenê bê hay û zanîna darê jê nikare zer bibe û bibeye, wisan xerabîkar jî bê dilxwaziya we ya xerabîkirinê nikare xerabiyê bike. Mîna karwanekî hûn bi hev re ber bi eziya xwe ya yezdanî de dimeşin. Hûn bi xwe rê û rêwî ne. Û dema yek ji we dikeve erdê, ew ji bo yên li pey xwe dikeve daku ew li xwe hişyar û biseqbêr bin daku li heman keviran nehilingivin.

Û bila ev jî li bîra we be tevî ku ev gotin giran bin û bi dilê we bikevin jî: Yê kuştî jî tawankarê mirina xwe ye. Û ew, ê ku tê şelandin, jî li hember şelandinê ne bêtawan e. Yê dadperwer jî li hember xerabîkariyê ne bêgune ye. Û yê destspî jî ne paqij e lê di kiryara tawankar de sûcdar e. Belê, pirrî caran ê tawanbar gorî û qurbanê wî ye yê ku xerabî lê hatiye kirin.Û hê jî zêdetir caran ê darizandî li barê yê bêtawan û bêkêmanî hildigire. Hûn nikarin rastiyê ji çewtiyê û qenciyê ji xerabiyê cuda bikin çimkî ew di bin rûyê rojê de li rex hev in mîna ku çawa deziyê spî û yê reş bi hev re hatine raçandin. Û gava deziyê reş piçî, divê raçîn li hemû qumaş û berqumaş binere û kêmasiyê bibîne.

Eger kesek ji we bixwaze ku jina bêwefa û dilnesoz bibe pêşberî dadgehê, bila herwiha dilê mêr jî di teraziyê de bê wezinandin û canê wê bê pîvandin. Û bila ew, ê ku dixwaze xerabîkar bidarizîne, herwiha li dilê yê tawanlêkirî jî binere. Û eger kesek ji we dixwaze bi dadperwerî darizandinê bike û bivirê xwe li dara qirş vebiweşîne, pêşî reh û rîşên darê rind seh bikin. Û bi sond ew ê bibîne ku rîşên qencî û xerabiyê, yên bereket û bêxêriyê di dilê bêdeng ê erdê de li hev rapêçîne. Û hûn dadger, ên ku dixwazin dadperwer bin, hûnê çi daraz û hikim bidin wî yê ku ne ji aliyê bedenî de lê ji aliyê giyanî de diz be? Û hûn ê çi cezayê bidin wî yê ku bedenekê dikuje lê canê wî ji aliyê yên din de tê kuştin? Û hûn ê wî, yê ku di kiryarên xwe de xapandin û çewisandinê dike lê ew bi xwe jî tê arandin û zeriyandin, bikişînin kîjan dadgehê?

Û hûn ê wan, ên ku poşmaniya wan ji xerabîkariya wan mezintir e, çawa bidarizînin? Ma poşmanî ne tam ew ceza ye ya ku zagon, ku hûn dixwazin li pey bimeşin, diferimîne? Lê dîsan jî hûn nikarin yê bêtawan poşman bikin û poşmaniyê ji dilê yê tawanbar derbixînin. Poşmanî, bê ku bê vexwendin, bi şevê tê daku mirov şiyar bibin û li dilê xwe binerin û biponijin. Ma hûn ê çawa bikarin tê bigihin ka çi rast e eger hûn di ronahiya bêkêmasî de li kiryaran nenerin? Û hingê hûn ê ji nû tê bigihin ku serfiraz û berketî herdu jî mîna hev in ku di tarîtiya eziya xwe ya bejnbostî û eziya xwe ya yezdanî de li ser sînorê navbera roj û şevê digerin. Û hûn ê tê bigihin ku quncikkevirê ayîngehê ne ji nizmtirîn kevirê di bingehê wê re bilindtir e.


Beş 13[biguhêre]

Paşî zagonnasekî got: Tu ji zagonên me çi dibêjî, mamoste?

Û wî bersiv da:

Hûn bi danîna zagon û qanûnan gelekî kêfxweş dibin lê bi binpêkirina wan hê jî kêfxweştir dibin, mîna zarokan, ên ku li ber peravên oqyanûsê ji xwe re dilîzin, bênavbirr kelên ji xîz ava dikin û bi ken û şahî wan kelan binpê dikin. Lê di dema avakirina kelên ji xîz de oqyanûs hin qûmê din tîne peravê. Û dema hûn kelan binpê dikin, oqyanûs bi we re dikene. Bi sond oqyanûs hertim bi bêguneyan re dikene.

Lê hûn ji bo wan kesan çi dibêjin ku jiyan jê re ne Oqyanûs e û zagonên mirovan danî jê re ne kelên ji xîz in lê jiyan jê re zinar û zagon jî jê re eskene û mikar in ku dixwazin pê di zinaran re wêneya xwe bikolin? Ji bo yê kûd û lingxwar, ê ku kîn û nifirê diavêje reqisyaran, hûn çi dibêjin? Ji bo ga, yê ji nîrê xwe hez dike û ask û xezalên nav daristanan wek gerok bêser û bêwec dihesibîne, hûn çi dibêjin? Û ji bo marê pîr ê ku êdî nikare çermê xwe biguherîne loma marên din wek tazî û bêşerm dihesibîne? Û ji bo wî yê ku hê zû tê cejnan û têrxwarî û betilî ji wir diçe û dibêje ku hemû cejn zordarî ne û cejnker jî zagonşkîn in?

Ma nikare di derbarê wan de bê gotin ku ew jî li ber tavê û tîrêja rojê ne lê wan pişta xwe dayiyê? Ew tenê sî û sîberên xwe dibînin û sîberên wan zagonên wan in. Ma roj dê ji bilî sîberavêjiyê ji van kesan re çi be? Û ma dirkandin û îtîrafkirina bi zagonan dê ji bilî pindirîn û serşorbûn û lipeyçûna sîberan ji van kesan re çi be? Ma neqşên li erdê çîzandî dikarin we, yên ku hûn rû ber bi rojê de dimeşin, rabiwestînin? Ma çi direwşên ba serkêşiya rêya we, yên ku hûn bi ba re dimeşin, dikin? Ma kîjan zagona mirovî we berbend dike eger hûn nîr û zincîrên xwe bişkînin û li ber deriyê zindana kesekî jî nemînin? Ma hûn çima ji zagonekê bitirsin eger hûn bireqisin û li zincîrên asinî yên kesekî nehilingivin? Û ma kî dê we bikişîne dadgehê eger hûn perdeya xwe ji ser xwe biçirînin û wê di rêya kesekî de nehêlin?

Ey gelê Orfaleseyê, hûn dikarin dengê deholê kêm bikin û têlên 'ûdê bipiçînin lê ma kî dikare strana balindeya teşîrês vebimirîne?


Beş 14[biguhêre]

Û bêjer got: Ji me re ji Azadiyê bipeyive.

Û wî bersiv da:

Min dîtiye ku hûn li ber deriyê bajar û li malan xwe diavêjin erdê û ayîndarî û îbadeta azadiya xwe dikin mîna ku çawa kole jî xwe dipindirînin û li hember stemkar wî dipesinînin tevî ku ew stemkar wan dişeliqîne û qamçî dike jî. Belê, min di nav bexçeyên ayîngehê û sîbera asêgehê de dîtiye ku çawa ji we yên herî azad azadiya xwe mîna nîr û kelepçeyan hildigirin. Û ji dilê min xwîn herikî çimkî hûn tenê hingê dikarin azad bin eger ku daxwaza lêgerîna azadiyê ji we re zirx be jî, eger ku hûn êdî ji azadiyê ne wek armanc û bicîhatinê bipeyivin.

Hûn hingê bi rastî azad in eger rojên we ne bêyî kul û xeman bin û şevên we jî ne bêyî kêmasî û xemgîniyê bin lê dema ew dorlêgirtinê li we dikin û dîsan jî hûn tazî û berbendnekirî hildikevin raserî wan.

Û hûn ê çawa bikarin hilbikevin raserî şev û rojên xwe eger hûn wan zincîran, ên ku we têgihîna nîvroya xwe li dema berbanga spêdeyê pê berbend kiriye, neşkînin çimkî bi rastî jî ew, a ku hûn wek azadî dinavînin, ji van zincîran a herî pihêt û bihêz e tevî ku xelekên wê li ber tavê dibiriqin û teyisa xwe didin çavên we jî. Û ma eger hûn azad bibin ji bilî pirtikên ji xwe bi xwe hûn ê dev ji çi berbidin? Eger hûn bixwazin zagonek nedadperwer hilbiweşînin, we bi xwe ew bi destên xwe li ser eniya xwe nivîsiye. Hûn ne dikarin bi şewitandina pirtûkên xwe yên zagonê û ne jî bi şûştina eniya dadgerên xwe wan zagonan biruxînin tevî ku hûn hemû ava deryayê jî derbidin ser. Eger hûn bixwazin ku stemkarekî ji ser textê wî biavêjin, pêşî baş binerin ku textê wî, yê ku di dilê we de ye, hatiye ruxandin çimkî ma stemkar dê çawan bikariya desthilatiyê li kesên azad û serfiraz bike eger di azadiya wan de stemkarî û di serfiraziya wan de jî rûreşî tine be. Û eger hûn dixwazin ji xemên xwe azad bibin, kesekî ew nekirine barê we lê we bi xwe ew bijartine. Û eger hûn dixwazin ji tirsa xwe bifilitin, ew tirs ne di destê yê hûn jê ditirsin de lê di dilê we bi xwe de ye. Bi rastî her hesta we di we bi xwe de bilebite û ew digihin hev, her tişt, hem ên ku hûn bêriya wan dikin û hem jî yên ku hûn jê ditirsin, hem ên nakok û hem jî yên ku hûn pûte pê didin, hem ên ku hûn hêvî dikin û hem jî yên ku hûn dixwazin jê birevin. Hemû ev tişt rapêçayî mîna tav û sî, ku cotên hev in, di we de dilivin. Û dema sî diçilmise û wenda dibe, ronahiya bermayî ji bo ronahiyek din dibe sî. Û bi vî awayî azadiya we jî, dema ew ji bend û zincîrên xwe azad dibe, bi xwe dibe nîr û zincîrên azadiyek hê mezintir.


Beş 15[biguhêre]

Û qeşeya jin dîsan peyivî û got: Ji me re basa Awez û Hezê bike.

Û wî wiha bersivand:

Pirrî caran giyanê we meydana cengê ye dema ku awezê ango aqilê û ponijên we li hember hez û xwestekên we di şer de ne. Xwezî min bikariya di giyanê we de bibûma aştîçêker û min bikariya nakokî û dijberiyên we di we de bikirana lihevkirin. Lê ma ez ê çawa bikarim wisan bikim eger hûn bi xwe jî di dilê xwe ne aştîçêker bin û hemû taybetmendiyên xwezaya xwe nepejirînin?

Awez û xwestekên we dûmen û bawana giyanê we ne ya ku mîna keştiyan li deryayê diseyire. Eger bawan û dimenên we nexebitin, hûn dikarin tenê bi birina ba bêser bilivin an jî li nava deryayê bimînin. Çimkî eger tenê aqil desthilatdar be, ew hêzek sînorker e lê heza bêçavner û bêrêzkarî jî bi tenê pêtek agir e ku dişewite û xwe pê diruxîne. Loma bihêlin ku bila giyanê we bi awezmendî serkêşiya xwestekên we bike daku xwestekên rojane bi dilxweşî hilbikevin, mîna balinde Fênîks ji xweliyê.

Hêvî dikim ku hûn li aqil û xwestekên xwe wisan binerin mîna ku ew du mêvanên li mala we bin. Bêguman hûn naxwazin hurmet û giramiyê bidin yekî û yek din bê qedir û qîmetê bihêlin. Çimkî ew, ê ku kesekî ji yê din baştir dihesibîne, evîn û baweriya herduyan jî ji dest dide.

Dema hûn li çiyayan li bin sîbera spîndarên spî rûdinin û hûn ji aştî û aramî û zelaliya mêrg û zeviyên dûr zewqê distînin, bihêlin dilên we di bêdengiyê de bipeyivin: "Yezdan bînvedanê xwe di aqil de dike." Û dema bahoz bê û bayek pihêt daristanê vebiweşîne û gurmîna birûskan hêzdarî û gewreyiya esman rabigihîne, bihêlin bila dilê we di tirsa xwe de bibêje: "Yezdan di coşê de dilive." Û ji ber ku tu bi xwe jî di mîrekiya Yezdan de nefesek î û li nav daristana Yezdan jî pelek darê yî, divê tu jî di aqil de bîna xwe bidî û di coşê de bilivî.


Beş 16[biguhêre]

Û jinek peyivî û got: Ji me re basa Êş û Janê bike.

Û wî got:

Jana we şkandina qepûşka mîdyeyê ye ku têgihîna we disitirîne, mîna ku çawa divê qepûşka fêkî jî bişkê daku kakil û dilê wê tavê bibîne, divê hûn jî wisan fêrî êş- û jankişandinê bibin. Û eger dilê we bikare ji sosretiyên rojane fam bike, êş û jana we jî dê ne ji kêfxweşiya we kêmtir an zêdetir sosret û perçoyî be. Û hûn dê demsalên dilê xwe jî mîna wan demsalan, ên ku bi ser zeviyên we de tên, pêşwaz bikin û bipejirînin. Û hûn dê bi aramiyek bêdeng li zivistana janên xwe temaşe bikira.

Pirraniya jana xwe we bi xwe bijartiye. Jan vexwarinek tal e ku nojdar û hekîmê di we bi xwe de veşartî eziya xwe ya nesax pê sax dike. Ji ber wê yekê baweriyê bi nojdarê xwe bînin û dermanê wî bi bêdengî û bi aramî vebixwin: çimkî destê wî, tevî ku giran û req e jî, di bin serkêşiya destê nazenîn destê yê Nedîtî de ye. Û ew qedeha ew tîne, tevî ku lêvên te bişewitîne jî, ew ji bekreyê, ya ku Cerçêker bi ronikên xwe yên pîroz şil kiriye, hatiye çêkirin.


Beş 17[biguhêre]

Û zelamekî got: Ji me re basa Xwenasînê bike.

Û wî wiha bersivand:

Dilên we di bêdengiyê de di nihînên şev û rojan digihin. Lê guhên we tî e ji bo ku bikarin dengê zanîna dilê we bizanin. Hûn dixwazin wan tiştan, ên ku we hertim bi raman zanîne, bi gotin jî bizanin. Hûn dixwazin bi tiliyên xwe dest bikin bedena tazî ya xewnên xwe.

Baş e ku hûn van tiştan dixwazin. Divê dilê kaniyên veşartî yên giyanê we rabibin û bi xwişînî ber bi oqyanûsê de biherikin. Û gencîneyên kûriya we ya bêpayan dê li ber çavên we vebibin. Bi ti pîvan gencîneya xwe ya kûr nepîvin çimkî nava we deryaya bêpîv û bêsînor e.

Nebêjin: "Min rastî dîtiye" lê çêtir: "Min rastiyek dîtiye." Nebêjin: "Min rêya giyan dîtiye." Baştir e ku hûn bibêjin: "Ez li ser rêya xwe pêrgî giyanê hatime." Çimkî giyan li ser hemû rêyan dimeşe. Giyan ne tenê li ser rêyekê dimeşe û mîna qamîş jî şên nabe. Giyan mîna gula lotus bi bêhejmar pelan vedibe.


Beş 18[biguhêre]

Paşî mamosteyekî got: Ji me re basa Fêrkirinê bike.

Û wî got:

Ji bilî wan tiştan, ên ku di berbanga zanîna we de nîv-raketî ne, kesek nikare tiştekî ji we re derbibe û îfade bike. Mamoste, yê ku li ber sîbera ayîngehê bi şagirt û mirûdên xwe re ye, tiştekî ji awezmendiya xwe nade wan lê ji bawerî û hezkirina xwe didiyê. Çimkî eger ew bi rastî jî awezmend û aqilmend be, ew ê wan bang neke xanîkê xwe lê baştir e ku rêberiya wan bike daku ew bigihin derazînk û şipaneya giyanê xwe. Stêrnas dikare baweriya xwe ya li hember valahî û fezayê ji we re rabigihîne lê ew nikare têgihîn û famdariya xwe bide we. Muzîkjen dikare ji we re awazên erd û esmanan bistre lê ew nikare guhekî bide we ku hûn wan awazan tê de biparêzin an jî dengekî bide we ku bibe olan û dengvedana wan awazan. Û jimarnas dikare ji we re basa cîhana pîvan û wezinandinê bike lê ew nikare we bigihîne wir çimkî bînahiya kesekî nikare baskan bide yek din. Û çawa ku her kes ji we di zanîna Yezdan de tenak û cuda ye, divê wisan her yek ji we bi xwe jî bi awa û şêweyek xwe yê taybet Yezdan fam bike û tê bigihe.


Beş 19[biguhêre]

Û xortekî got: Ji me re basa Hevaltiyê bike.

Û wî wiha bersiv da:

Hevalê te bersiva pêwîstiyên te ye. Hevalê te zevî ye ku tu bi evînî ditovînî û bi spasdarî didirûyî. Ew mase û argûna te ye çimkî tu birçî tê nik wî û jê aramiyê dipêyî.

Eger hevalê te helwesta xwe diyar bike, tu natirsî bibêjî "na" û "belê" jî negotî nahêlî. Û dema ew bêdeng û bêpêjn jî be, dilê te dê her jî guhdarê dilê wî be çimkî di navbera hevalan de hemû raman, hemû hêvî, hemû daxwaz diafirin û ew bê xwestin û bêrîkirina çepikan jî li hev tên belavkirin. Eger ji hevalê xwe vebiqetî jî, tu dê xemgîn nebî çimkî ew tişt, a ku tu di wî de herî zêde jê hez dikî, dikare di neamadeyiya wî de hê jî zelaltir bixwiye, mîna ku çawa li deştan çiya ji kesên hilkev re hê zelaltir dixwiye. Bila ji te re tenak armanca hevaltiyê kûrkirina giyanê be. Çimkî hezkirin, a ku ji bilî xwiyabûna xwe li tiştek din digere, ne hezkirin e lê torrek e ku hatiye avêtin: û tenê yê bênirx dê bikeviyê. Û tişta herî baş ji xwe bide hevalê xwe. Eger pêdivî ye ku ew bi daketina ava giyanê te bihese, bihêle ku ew rabûna wê jî binase. Divê tu li hevalê xwe negerî tenê ji bo ku dema xwe ya vala derbas bikî. Di kêlîkên jiyantijî de bi wî re be çimkî erkê wî ne dagirtina valatiya te lê verevandina bêrîkirina te ye. Û di şîrîniya hevaltiyê de bila ken û kêfxweşiya hevbeş hebe çimkî bi şilbûna spêdeyan a tiştikên biçûk dil berbanga xwe dibîne û terr dibe.


Beş 20[biguhêre]

Û dû re zanayekî got: Ji Peyivînê biaxivin.

Û wî got:

Hûn hingê dipeyivin dema ku ramanên we bîna xwe nadin. Dema hûn êdî nikarin di bêdengiya dilê xwe de bin, hûn bi lêvên xwe dijîn, û deng ji we re kêf û herwiha derbaskirina dem e. Û di pirraniya peyivîna we de raman bi nîvî tên kuştin çimkî raman balindeya valahiyê ye ku di rekeha peyvan de baskên xwe belav dike lê nikare bifire.

Di nav we de kesên wisan hene ku ji ber tirsa bêkesiya xwe li kesên têraxiv digerin. Bêdengiya tenêtî û bêkesiyê tazîtiya wan nîşanî wan dide, û ew dixwazin jê birevin. Hin kesên wisan jî hene ku bê zanîn û ponijîn dipeyivin û rastiyê tînin ziman lê bê ku ew bi xwe jî tê bigihin. Û yên wisan jî hene ku rastî di dilê wan de ye lê bi gotin nabêjin. Di sînga yên wisan de can di bêdengiyek biawaz de dijî.

Dema tu li ser rêyê yan jî li bazargehê hevalê xwe bibînî, bihêle ku canê te lêvên te bilivîne û serkêşî û rêberiya zimanê te bike. Bihêle ku dengê te de ji guhê wî re bipeyive çimkî canê wî rastiya dilê te diparêze mîna ku çawa em çêj û tama meyê ji bîr nakin tevî ku reng ji bîr bûne û aman nemabe jî.


Beş 21[biguhêre]

Û stêrnasekî got: Mamoste, tu ji Demê çi dibêjî?

Û wî besivand:

Hûn dixwazin ku demê bipîvin lê ew bêpîv û bêsînor e. Hûn dixwazin ku saet û demsal rêbaza canê we bi xwe û ta pêşketina giyanê we jî bipîvin û bihesibînin. Hûn dixwazin demê bikin herikek ku li ber rûbinin û li darêjîna herikê binerin.

Lê dîsan jî bêdemiya di we de ji bêdemiya jiyanê haydar e. Û canê we dizane ku do tenê bîranîna îro û sibe jî xewna îro ye. Û ew yek, a ku hê di we de distre û diponije, ew e ku li ser sînorê bîsk û kêlîka pêşîn, dema stêr li valahî û fezayê hatine belav- û pelatekirin, de dijî. Ma kî heye hest pê neke ku evîna wî bêsînor e? Û dîsan jî, ma kî hest pê nake ku ev evîn, tevî ku bêsînor e jî, di nava wî bi xwe de hatiye girtin û ew nikare ji ramanên evînê bilebite ramanên evînek û ji kirinên evînê bilive nav hin kirinên nû yên evînê? Û ma dem jî her mîna evînê ne wisan e ku nayê beşkirin û bêşop e? Lê eger hûn hewcedariyê bibînin ku divê dem li ser demsalan bê beşandin, bihêlin ku her demsalekê di nav hevêrke û çemera xwe de demsalên din jî hebin. Û bihêlin ku ev roj bi bîranîna dema raborî û bêrîkirina dema bê wan bihemêzîne.


Beş 22[biguhêre]

Û yekî ji nav mezinên bajar got: Ji me re basa Qencî û Xerabiyê bike.

Û wî bersiv da:

Dikarim ji qenciya di we de bipeyivim lê nikarim ji xerabiya di we de çimkî ma xerabî ji bilî qenciya bi birç û tîniya wê êşandî zêdetir çi ye? Bi sond, dema qencî birçî be, ew ji şkeftên tarî jî li xwarinê digere û dema ew tî be, ava genî jî vedixwe.

Dema hûn bi xwe re ahengdar bin, hingê hûn qenc in. Lê eger hûn bêaheng jî bin, dîsan jî hûn ne xerab in çimkî xanîkê beşkirî ne hêlîna dizan e; ew tenê hatiye beşandin. Û keştî dikare bê dimen jî di ber giravokan re bimeşe bê ku binoqe. Dema hûn didin xwe ku hûn tiştekî ji xwe bidin hin ên din, hûn hingê rind in. Lê eger hûn li berjewendiyên xwe bigerin jî, dîsan jî hûn ne xerab in çimkî dema hûn li qezenca xwe digerin, hûn mîna wan reh û rîşan in ên ku xwe radiheşînin nav erdê ji bo ku bersînga erdê bimêjin. Fêkî nikare ji reh û rîş re bibêje: "Tu jî mîna min be, gihayî û têrtijî û ji adanî û bereketa xwe li yên din bibexişîne." Çimkî, çawa ku rîş ji bo wergirtinê hatiye afirandin, erka fêkî jî dan e.

Dema hûn di axivîna xwe de tam şiyar in, hûn rind in. Lê dema hûn dixewin û zimanê we bê armanc tev digere û dihilingive jî, hûn dîsan jî ne xerab in çimkî ta axivîna hilingivok jî dikare zimanê qels û lawaz xurt bike.

Dema hûn bêşewiş û bi gavên wêrek û biste ber bi armanca xwe de dimeşin, hûn rind in. Lê tevî ku hûn kulek jî bigerin, hûn ne xerab in çimkî kulek jî paşde nameşin. Lê hûn ên lezgîn û xurt li pêşiya yên lingşkestî xwe nekulînin û wê yekê wek hevalbendiyê nehesibînin.

Hûn bi bêhejmar şêweyan rind in lê eger hûn ne rind bin jî, hûn ne xerab in. Hûn tenê gevende û toranî, keslan û temel in. Mixabin ku xezal nikarin lez û bezayiyê fêrî kotiran bikin.

Rindiya we di bêrîkirina bicîanîna eziya we ya gewre de ye: û ev bêrîkirin di we hemûyan de heye. Lê di hinan ji we de ev bêrîkirin mîna herikekê ye ku di meşîna xwe ya ber bi deryayê de bi hêz dixwişe û bi xwe re nihînên çiyayan û stranên daristanan diqelizîne. Û di hinên din de ew herikek sawî û rastgehî ye ku bi zivirokandina xwe, xwe wenda dike û hêdîka digihe beravê. Yê ku bêrîkirin li nik pirr e, nabe ji yê bêrîkirin li cem kêm re bibêje: "Tu çima hêdî û biguman î.?" Çimkî ew, ê ku bi rastî jî rind be, ji yê tazî re nabêje: "Ka cilên te?" û ji yê bêmal re jî nabêje: "Ka xaniyê te?"


Beş 23[biguhêre]

Dû re qeşeneyekê got: Ji me re basa Lavakirinê bike.

Û wî bersiv da:

Di dema xemgînî û welweleya xwe de hûn dua û lavayan dikin. Xwezî we di rojên xwe yên dilşad û têrtijî de jî wisan bikira.

Ma lava ji bilî vekirina kûraniya nava we ber bi valahiya jîndar de zêdetir çi ye? Û eger daweşandina xemgîniyê ber bi valahiyê de xemên we vebirevîne, daweşandina berbanga dilê we jî dê ji we re dilxweşiyê bîne. Û eger hûn tenê hingê bikarin bigirîn dema ku giyan we bangî lava û nivêjan dike, divê ew her û her piştevaniya we bike, bila bi ronikbarandinê jî be, ta ku hûn bikarin dîsan bikenin. Dema hûn lavayan dikin, hûn ê hilbikevin jor û pêrgî wan hemû kesan bên ku di heman demê de lavayan dikin û ku we dê ji bilî di nivêjan de ti caran nikariya bi wan re bên cem hev. Loma herin ayîngeha nebîn, hema bila tenê ji bo hindê jî ku hûn bikarin ji ber dîtin û pêrgîhatina hezkerên xwe bigeşin û kêfxweş bibin çimkî eger hûn tenê ji bo xwestekan bikevin ayîngehê, tiştek dê ji we re neyê dan. Û eger hûn bikevin navê daku hûn xwe rûreş bikin, hûn ê neyên serbilindkirin. Û eger hûn bikevin hundur tenê ji bo ku ji aliyê hin ên din ve lavayan bikin, hingê jî dê li we neyê guhdarîkirin. Lê tenê ku hûn bikevin ayîngeha nebîn, bi serê xwe bes e.

Nikarim fêrî we bikim ka divê hûn çawa lavayan bikin. Yezdan guh nade gotinên we eger Ew bi xwe wan bi lêvên we neîne ziman. Û ez nikarim we bielimînim lavayên deryayan, daristanan û çiyayan. Lê hûn, ên ku li çiyayan û deryayê û li nav daristanan welidîne, dikarin lavayên wan di dilê xwe de bibînin. Û eger tenê hûn di bêdengiya şevê de guhdariya wan bikin, hûn ê bibihîzin ku ew bê peyv diaxivin: "Yezdanê me, tu, yê ku kûriya nava me ya bibask î, tenê vîn û îradeya te di me de bi cî tê çimkî daxwazên Te di me de dijîn. Hêza Te şevên me, yên ku yên Te bi xwe ne, dike roj ên ku ew jî yên Te ne. Em nikarin ji Te tiştekî hêvî bikin çimkî Tu bi xwe bêrîkirinên me dinasî hê ji berî ku ew di me de çêbûbin jî çimkî Tu bêrîkirina me yî, û bi hê jî dana xwe Tu hemûyê didî me."


Beş 24[biguhêre]

Hingê xamoşanek (mirovrevek, tenêperestek), ê ku salê tenê carekê dihat nav bajar, derket pêş û got: Ji me re basa Şahiyê bike.

Û wî wiha bersivand:

Şahî strana azadiyê ye lê ew ne azadî bi xwe ye. Ew hêviyên we yên mîna gulên bişkivî ne lê ne mîna fêkiyê wan e. Ew kûriyek e ku bangî ber bi bilindiyê de dike lê ew bi xwe ne kûrî û ne jî bilindî ye. Ew tiştek rekehkirî ye ku bask jê re tên dan lê ew ne valahiyek sînorkirî ye. Belê, bi rastî jî, şahî strana azadiyê ye. Û xwezî we bikariya bi her awayî ji dil wê bistrin lê xwezî hûn dilê xwe bi strînê ji dest nedin.

Hin xort û ciwan li pey şahiyê ne mîna ku ew her tişt be, û ew tên darizandin û lomandin. Lê ez bi xwe ne wan didarizînim û ne jî dilomînim; hêvî dikim ku ew lê bigerin çimkî ew şahiyê dibînin lê ne tenê wê. Şahiyê heft xwişk hene, û ya herî kêm jî ji şahiyê bi xwe bedewtir e. Ma we nebihîstiye ku zelamekî erd kolî ji bo ku reh û rîşan bibîne lê gencîne û xezîne dîtin?

Û hin ji we salmendan bi poşmanî, mîna wan xerabiyan, ên ku bi sermestî kirine, şahiyên xwe bi bîr tînin. Poşmanî mijandin û ewrandina lê ne mezinandina dil e. Çawa ku ew bi spasdarî li ser dexl û danê havînê dayî diramin, divê ew wisan zewq û şahiyên xwe jî bi bîr bînin. Lê dîsan jî, eger poşmanbûn ji wan re xemrevîn be, bila xemên xwe pê birevînin.

Di nav we de hin kes hene ku ne têr xort û ciwan in ku li şahiyan bigerin û ne jî têr pîr in ku wan bi bîr bînin. Û ji ber tirsa lêgerîn û bibîranînê ew ji hemû zewq û şahiyan direvin daku dev ji canê xwe bernedin yan jî wî aciz nekin. Lê redandin û defandina şahiyan û revîna ji wan bi serê xwe ji wan kesan re şahî ye. Û ew jî dê her gencîneyê bibînin tevî ku bi destên lerizok jî reh û rîşan dikolin. Lê ji min re bibêjin ma kî dikare can û giyanê aciz bike. Ma bilbil dikare bêdengiya şevê yan jî agirmêş stêran acix bikin? Û ma agir an jî dûkêlê we dikare ji ba re bibe barek giran? Ma hûn bawer dikin ku giyan avek genî ye ku dikare bi gopal bê şêliyandin?

Pirrî caran, ku hûn şahiyan diredînin û didefînin, hûn tenê xwestekên xwe diheşînin kûratiyên nihînî yên canê xwe. Ma kî dizane ku sibe dê li benda tişta îro nekirî hatî hiştin be? Bedenên we jî mîrat û xwestekên xwe yên mafdayî dinase û naxwaze ew jê bên stendin. Û bedena we çeng û centûra canê we ye. Hûn dikarin pê hem awazên xweşaheng û hem jî yên bêaheng derbixin.

Û niha hûn ê di dilê xwe de bipirsin: "Ma em ji ku dizanin ka kîjan zewq û şahî baş û kîjan jî ne baş in?" Herin nav zevî û baxçeyên xwe û hûn dê bibînin ku mêşa hingiv ji bo kêfa dilê xwe hingiv berhev dike. Lê gul jî bi kêfxweşî hingiv li mêşê dibexişîne çimkî gul ji bo mêşê kaniya jiyanê ye. Û mêş ji bo gulê peyambera evînê ye. Û ji herduyan re, hem ji gulê û hem jî ji mêşê re zewq û şahiya dan û wergirtinê hem pêwîstî û hem jî jihalçûn e. Ey gelê Orfaleseyê, di şahiyên xwe de mîna gul û hingivmêşan bin.


Beş 25[biguhêre]

Û helbestvanekî got: Ji me re basa Bedewiyê bike.

Û wî bersiv da:

Ma eger bedewî bi xwe ne rêbaz û rêberê we be, hûn ê li kû lê bigerin û ji kû bînin? Û ma eger bedewiyê bi xwe axivîna we nehûnandiya, we dê çawa bikariya ji bedewiyê bipeyivin?

Yê xembar û acizbûyî dibêje: "Bedewî dostane û nazenîn e." Bedewî, mîna ku dayikek hê ciwan be, dema di nav wan de digere, ji ezîziya xwe nîv-şerm dike. Yê azwer û muhterîs dibêje: "Na, bedewî hêz û tirs e. Mîna bahozê ew erdê di bin piyên me de û esman li ser serên me dihejîne."

Yê westî û betilî dibêje: "Bedewî pistînek dengnizm e. Ew di canê me de dipeyive. Dengê wê di bêdengiya me de mîna ronahiyek kêmhêz e ku ji tirsa siyê direcife." Yê nearam dibêje: "Me dengê wê li nav çiyayan bihîstiye. Û dengê wê çeprepa siman, pirrîna baskên balindeyan û orrîna şêran bi xwe re tîne."

Bi şevê zêrevan û dergevanên bajar dibêjin: "Bi berbanga spêdeyê re bedewî ji rojhilat hiltê." Û nîvroyê karker û gerrok dibêjin: "Me dîtiye ku bedewiyê ji pencereyên rojavabûnê xwe bi aliyê erdê de tewandiye.

Zivistanê yê berfê berbendkirî dibêje: "Bedewî dê bi çargavî li ser zinaran biharê bê." û di gurmijiya havînê de yên dexl û dan didirûn dibêjin: "Me dîtiye ku bedewî bi pelên darên payizê ve direqise û hildipirre û me berf di nav pirça wê re dîtiye."

We ev hemû tişt ji bedewiyê gotine. Lê dîsan jî hûn ne ji bedewiyê lê ji hêviyên vemirî û bicînehatî dipeyivin. Bedewî ne xwestek lê jihalçûn e. Ew ne devê tî û ne jî destê vala, yê dirêjkirî ye lê zêdetir dilek çirûskar û giyanek kêfxweşîker e. Ew ne wêneyek e ku hûn bixwazin bibînin û ne jî stranek e ku hûn bixwazin bibihîzin. Lê ew mîna wêneyekê ye ku eger hûn çavên xwe bimiçînin jî, hûn ê bibînin û stranek e ku eger hûn guhên xwe bimismidînin jî, hûn ê dîsan jî bibihîzin. Ew ne benîştek di qalikên kivloşkî û qurmiçkî yên daran de ye û ne jî baskek bi nînokan ve girêdayî ye. Lê ew mîna baxekî herdem gulbişkivî û komek firîşteyan, a ku herdem difirre û dipirre, ye.

Ey gelê Orfaleseyê, dema ku jiyan perdeyê ji ser rûyê xwe yê pîroz radike, ew bedew e. Lê hûn bi xwe hem jiyan û hem jî perde ne. Jiyan abadînî ye ku di neynik û awêneyê re li xwe dinere. Lê hûn bi xwe abadînî û neynik in.


Beş 26[biguhêre]

Û qeşeyek pîr got: Ji me re basa Olê bike.

Û wî bersivand:

Ma min îro basa tiştek din kiriye? Ma ne hemû kar û ponijîn bi xwe ol e? Û hemû tiştên din jî, yên ku ne kirin û ponijîn lê heyirîn û suprîz in jî û yên ku di giyanê de dilivin dema ku dest hê keviran dipelixînin an qumaş ditevinînin? Ma kî dikare baweriya xwe ji kirinên xwe û bîreweriya xwe jî ji karê xwe vebiqetîne û cuda bike? Ma kî dikare saetên dema xwe ji hev belav bike û bibêje: "Ev ji Yezdan û jî ji min bi xwe re. Ev ji giyan û ev jî ji bedena min re."? Hemû saetên dema we bask in ku di valahiyê de ji ba we difirin ba hin ên din. Yê ku ji we rewişt û exlaqê xwe wek baştirîn perdeya xwe hildigire, çêtir dibû ku ew tazî bigeriya. Ba û tav dê qulan di laşê wî de nekunînin. Û ew kes, ê ku tevger û radana xwe li gor rewişt û exlaq bisînor dike, ew strana balindeyan di rekehê de berbend dike. Dengê strana herî azad jî ji pişt torr û şîfşeyên rekehê hilnakeve. Û ew, ê ku ayîndariya wî li ber pencereyekê ye, ku dikare vebibe û bê girtin, ew kes hê neketiye kûriya navenda giyanê xwe ku pencereyên wê hertim ji berbangekê ta berbangek din vekirî ne.

Jiyana te ya rojane ayîngeh û ola te ye. Hûn kengî bixwazin bikevin navê, her tiştê xwe bi xwe re bibinê. Hevcarr, kargeh, merdan, çekûç û gêzikên xwe bi xwe re bibinê. Hemû tiştên we ji bo pêwîstî û daxwaziya jiyana xwe afirandine bi xwe re bibinê çimkî di xewn û xeyalên xwe de hûn nikarin ji baştirîn bidestxistiyên xwe bilindtir hilbikevin û ne jî ji biserneketîtirîn têkoşanên xwe nizmtir dabikevin. Û her kesî bi xwe re bibin: çimkî di ayîndarîkirina xwe de hûn nikarin ji hêviyên wan bilindtir bifirin û ne jî ji bêhêvîtiyên wan zêdetir xwe serşorr bikin.

Û tevî ku eger hûn bikarin Yezdan binasin jî, tê nekoşin ku hemû mamik û têderxistinokan çareser bikin. Baştir e ku hûn li dor xwe binerin û bibînin ku Ew bi zarokên we re dilîze. Û li esmanan binerin: hûn dê bibînin ku Ew di nav ewran de dimeşe û bi vejenîna birûskan destên xwe dirêj dike û di dema barîna baranê de wan berejêr dike. Hûn dikarin bibînin ku Ew di gulan re dibişire û dû re hildikeve û destên xwe ji nav daran dihejîne.


Beş 27[biguhêre]

Paşî Almitra wiha peyivî: Em dixwazin niha ji te basa Mirinê bipirsin.

Û wî got:

Hûn dixwazin nihîna mirinê bizanin. Lê ma eger hûn ji dilê jiyanê li wê negerin, hûn ê çawa wê bibînin? Lê kund, a ku çavên wê yên şevê girêdayî bi rojê kor in, nikare nihîna ronahiyê zelal û averû bike. Eger hûn bi rastî jî dixwazin giyanê mirinê bibînin, dilê xwe li ber xurtiya jiyanê vebikin û fire bikin çimkî, çawa ku çem û derya her yek in, wisan jiyan û mirin jî yek in.

Di kûriya hêvî- û bêrîkirina we de haydariyek bêdeng li ser wê yekê heye ku çi li pişt van hemû tiştan e. Û mîna tovê di bin berfê ve, dilê we jî di xewn û xeyalên biharê de ye. Ji xewn û xeyalan bawer bikin çimkî derî û rêya abadînî û herheriyê di nav wan de ye.

Tirsa we ya ji mirinê mîna recifîna şivanekî ye ku li hember padişayê xwe rawestî dema ku padişa destê xwe datîne ser kulovanka serê wî. Ma şivan di recifîna xwe de jî ne bextewar e dema ku ew dikare bexşîşa padişayê xwe hilbigire? Ma ew ne dîsan jî hê zêdetir ji recifîna xwe haydar e? Çimkî ma mirin ji bilî rawestîna wek tazî li ber ba û helîna li ber tavê zêdetir tiştek heye? Ma xelasbûna nefeskişandinê ji bilî azadbûna ji lidorzivirîna wê û hilketina wê û mezinbûn û bi azadî gerîna li Yezdan zêdetir çi ye?

Tenê dema ku hûn ji herika bêdengiyê vebixwin, hûn ê bi rastî bikarin bistrin. Û dema ku hûn gihabin gupika çiya jî, hûn ê dîsan jî bikarin hilbikevin. Û dema ku erd endamên laşê we bixwaze, hingê hûn dikarin bi rastî bireqisin.


Beş 28[biguhêre]

Û êdî bûbû êvar.

Û Almitraya pêşbîn got: Bila ev roj, ev cî û giyanê te yê peyivî pîroz bin.

Û wî got: Ez peyivîm? Ma ez ne herwiha guhdar jî bûm.

Paşî ew bi pêpelûkên ayîngehê de daket û gel da pey wî. Ew hilket keştiyê û li ser dewang û qepaxa wê rawestî. Wî dîsan berê xwe de gel, dengê xwe bilind kir û got: Ey gelê Orfaleseyê, ba bangî min dike ku we bi cî bihêlim. Ba ji min dilxwaztir e ku biçe lê dîsan jî divê ez herim. Em gerrok, ên ku bi abadînî li rêyên bêkes û tenê digerin, em roja xwe ji wê derê dest pê nakin ku roja berî wê lê xelas bûye û rojhilatin jî nikare me li ciyê rojavabûnê em lê hiştî bibîne. Ta di xewa xwe de jî em dimeşin û digerin. Em tovê nebat û şênkatiyên di erdê re rîşgirtî ne, û dema ku dilê me bigihe û tijî bibe, me didin ba daku ba me biperritîne û belav bike.

Kurt bûn ew roj ên ku min bi we re borandin û ji wan hê jî kurttir bûn ew gotin ên ku min ji we re lêvandin. Lê eger dengê min di guhên we de bêpêjn bibe û evîna min ji nav bîranînên we bifirike, ez ê dîsan vebigerim. Dixwazim bi dilek dewlemendtir ji we re biaxivim daku baştir bikarim Giyanê bi lêvên xwe şîrove bikim. Belê, ez ê bi hilketin û daketina ava deryayê re vebigerim. Tevî ku mirin min vebişêre û bêdengiyek hê jî mezintir min rabipêçe, dîsan jî dixwazim li têgihîna we bigerim. û lêgerîna min jî ne bêsûd e. Û eger min tiştek, a ku rast e, gotibe, ew rastî dê hê zelaltir bi wan gotinan, ên ku zêdetir nêzî ramanên we ne, diyar bibin. Ez ê bi ba re bimeşim, ey gelê Orfaleseyê lê ez ê nekevim valatiyê. Û eger ev roj ne roja bicîhatina hêvî û evîna we bûbe, bila ew destûr be ji bo rojek nû. Daxwaz û bêrîkirinên mirov diguherin lê ne evîna wî û ne jî hêviya wî ku evîn bêrîkirina wî têr bike. Loma bizanin ku ez ê ji valatiyek hê mezintir bigihim vir. Mij, a ku berbang diruxîne û tenê wek xunavan dixe nav zeviyan, hildikeve, digihe hev, dibe ewr û dû re wek baranê datê xwar. Ez mîna mijê bûme. Di bêdengiya şevê de ez li kuçe û kolanên we gerîme û giyana min ketiye hundurê xanîkên we. Lêdan û qutên dilên we di dilê min de bûn, nefeskişandina we li ser rûyê min bû û min hûn hemû dinasîn. Belê, min xweşî û nexweşiyên we dinasîn û xewn û xeyalên we xewn û xeyalên min jî bûn. Pirrî caran ez li nik we bûm, mîna deryaçeyek di navbera çiyayan de be. Gupik, nişîv û kendalên we û herwiha raman û hêviyên we jî di min re diteyisîn. Kenê zarokên we mîna robaran û bêrîkirina xort û ciwanên we jî mîna çeman dihatin bêdengiya min. Û dema ew digihan kûriya min jî, dîsan jî robar û çeman dev ji strîna xwe bernedida.

Lê tiştek hê ji kenê we şîrîntir û ji bêrîkirina we mezintir dihat cem min. Ew bêsînortiya di we de bû. Giyanek mezin ku hûn tenê hucre û betanên wî ne. Ew ê ku di strana Wî de strîna we tenê qutînek bêpêjn a dil e. Hûn bêsînor di bêsînortiyê de ne. Û bi dîtna Wî min hûn jî dîtin û min hûn evandin çimkî ma evîn dikare bigihe dûrî û dîstansên di vê valahiya bêsînor de tine? Ma çi bînahî, çi hêvî, çi bisteyî dikare ji firrîna evînê bilindtir hilbikeve? Bêsînortî di giyanên we de mîna gûzek gewre ya tijî kulîlkên li ber bişkivînê ye. Hêza Wî we bi erdê ve girê dide, bîna Wî ya biheştî we radike ber perrên esmanan û xweragiriya Wî we dike nemir.

Ji we re hatiye gotin ku hûn mîna qelstirîn xirxalê zincîrê qels in. Ev yek tenê nîv rastî ye. Hûn herwiha bi qasî bihêztirîn xirxalê xwe bihêz in. Pîvana we li gor biçûktirîn kirina we mîna wê yekê ye ku hêza oqyanûsê wek kefa piş bê hesibandin. Mehkûm- û desteserkirina we li gor bisernektinek we mîna wê yekê ye ku ji ber guherîn û cudayiya demsalan gazin û lome li wan bên kirin.

Belê, hûn mîna oqyanûsê ne. Û tevî ku keştiyên li meyavgehê mayî li qeraxan rabûna avê dipên, ne hûn û ne jî oqyanûs dikare di rabûna wê de bilezîne. Û hûn herwiha mîna demsalan in jî. Û tevî ku hûn zivistanê rê nedin biharê, ew bihar, a ku di xewê de bi we dibişire, aciz nabe û dê her bê.

Nefikirin ku ez vê yekê ji we re dibêjim daku hûn jî ji hev re bibêjin: "Wî em pesinandin. Wî tenê rindî di me de dît." Ez tenê wan tiştan, ên ku hûn bi xwe di ramanên xwe de dizanin ku rast in, ji we re dibêjim. Û ma zanîn jî ji bilî siya zanîna bêdeng çi ye? Ramanên we û peyvên min tenê pêlek bîranîna zeximandî ne ku rojên me yên do, serdemên berê ku hê erdê ne em û ne jî xwe dinasî û ji wan şevan dema ku erd hat afirandin û şikilandin, bîranînan tomar û tescîl dike.

Peyayên awezmend hatine ku awezmendî û aqilemendiya xwe fêrî we bikin lê ez hatim ku awezmendiyê ji we fêr bibim: Û binerin, min tiştek dîtiye ku ji awezmendiyê jî mezintir e. Min giyanek agirîn di we de dîtiye ku bi berdewamî li xwe digere di wê demê de ku hûn, bê ku ji mezinbûna wê haydar bibin, gazinan dikin ku rojên we virtîvala û xirpîxalî firikîne û ji dest we derketine. Jiyan, a ku li jiyana bedenî digere, ji gorrê ditirse.

Li vir gorr nîn in. Ev deşt û zozan dergûşan û kevirên liserdanîna gavan in. Hûn kengî di ber wê meydanê, ya ku bavkalên we lê hatine binaxkirin, re derbas bibin, bi seqbêrî û dîqqet lê binerin û hûn ê bibînin ku we û zarokên xwe lê govend girê daye. Bi sond, hûn gelek caran kêfxweş in bê ku hûn bizanin jî. Hin kes hatine cem we û we dewlemendî û desthilatî, şan û şoret dayiyê çimkî we ji sozên wan ên zêrîn bawer kiriye. Min qet sozek jî nedaye we lê dîsan jî hûn ji min re hê jî merdtir bûne. We tînîtiyek hê kûr a jiyanê daye min. Bêguman e ku diyariyek ji wê mezintir nîn e ku armancên mirov bibin lêvên tînî û jiyan jî bibe kanî. Û ev yek xelat û helata min e. Çi gava ku bêm ser kaniyê ji bo ku vebixwim, pê dihesim ku di rastiyê de av bi xwe tînî ye. Û dema ez wê vedixwim, ew jî min vedixwe.

Hin kesan ji we ez gelekî pozbilind û zêde şermîn hesibandime ku diyariyan ji we bigirim. Bi rastî jî ez pozbilind im ku meaş ji we bigirim lê ne diyariyan. Û tevî ku, di demekê de ku we dixwest ez bi we re li ser sifreyê rûbinim, min li çol û çiyayan giya û fêkî dixwar, û di demekê de ku we dê bi dilgermî û kêfxweşî bikirama mêvanê xwe, ez li ber stûnên ayîngehê radizam, ma dîsan jî ne ew xwedîlêderketina we ye ku xwarina min biçêj û şîrîn kiriye û şevên min têrxew kirine?

Ji ber vê yekê ez dixwazim we bipîrozînim: Hûn gelekî didin lê qet nizanin ku didin. Bi sond hevaltî, ya ku di neynikê re fedike xwe, dibe kevir. Û kirinên baş, ên ku xwe bi navên bedew dipesinînin, dibin kaniya xezebê.

Hin kesan ji we ez wek xerîb û dûrmirov hesibandime ku di efsûna tenêtî û bêkesiya xwe de digerim. Û we gotiye: "Ew ne bi mirovan re lê bi darên daristanê re danûstandinan dike. Ew li gupika çiyayan rûdine û çavên xwe li bajarê me digerîne." Rast e ku ez bi çiyayan ve hilketime û li deverên dûr gerîme. Lê ma eger min ji dûr û bilind li we neneriya, min ê çawa hûn bidîtana? Ma eger mirov ne dûr be, çawa dikare bi rastî jî nêz be?

Lê hin ên din, tevî ku bê peyv jî be, li min qîrîne û gotiye: "Xerîbo, xerîbo, tu, yê ku ji bilindiyên neberdest hez dikî, çima li gupikên çiya dijî ku baz hêlînên xwe lê çêdikin? Çima li wan tiştan digerî yên ku nikarî bi dest bixî? Ma tu dixwazî ba û bahozê bigirî torra xwe? Û tu li pey çi balindeyên mijê yî? Were û yek ji me be. Dabikeve jêr û birça xwe bi nanê me û tînîtiya xwe jî bi meya me bişkîne." Ew di bêkesiya giyanên xwe de wiha dipeyivin. Eger tenêtî û bêkesiya wan kûrtir bûya, wan ê bizaniya ku ez tenê li nihîna dilşadî û xemgîniya we digerim. Û ez tenê li eziya we ya baştir, ku li ber perrên esmanan dimeşe, digerim.

Lê hin kes nêçîra nêçîrvan jî dikin çimkî min di beza xwe de gelek ji tîrên xwe ji kevana xwe vejenandin ji bo ku pê sîngê xwe bipijikînim. Yê ku bifire, divê herwiha li ser dest û piyan biçarlepe jî çimkî dema ku baskên min li ber rojê vekirî û pankirî bûn, siya wan li erdê dibû kotir. Û min, ku bawer dikir, herwiha guman jî dikir çimkî min pirrî caran tiliyên xwe kirine birînên xwe jî lê min zêdetir ji we bawer dikir û min ê di derbarê we zêdetir tişt bizanîna.

Û bi zanîn û bawerkirinê ez vê yekê dibêjim. Hûn di bedena xwe de nehatine berbendkirin û ne jî di xaniyê xwe ve û li nav zeviyên xwe hatine bisînorkirin. Eziya we ya rastîn li çiyayan dijî û bi ba re digere. Ew ji bo ku xwe bigerimîne li ber tavê naxwişe û ji bo penayê jî erdê nakunîne. Lê ew giyanek azad e ku erdê diniximîne û li ber perrên esmanan digere.

Eger gotinên min şêlî û nezelal bin, tê nekoşin ku wan şîrove bikin. Hemû destpêk lê ne dawî şêlî û mijî ne. Û hêvîdar im ku hûn min wek destpêkê bihesibînin. Jiyan, hemû jiyan di mij û krîstalê ango belûrê de hatiye veşartin. Û ma kî dizane, ka krîstal jî ne tenê mijek vebûyî ye.

Hêvî dikim ku, dema hûn li min bifikirin, ev yek bê bîra we. Her tişt, a ku di we de qels û wendabûyî dixwiye, bihêztirîn û bêhejtirîn e. Ma ne nefesa we hestiyên we zeximandine û reqandine? Û ma ne xewnê, ya ku nayê bîra kesekî ji we, bajarê we ava kiriye û her tiştê lê heyî çêkiriye? Eger we bînanîn û bînbirin bidîtana, we dê tiştek din nedîta. Û eger we bikariya pistîna xewê bibihîsta, we dê tiştek din nebihîsta.

Lê hûn ne dibînin û ne jî dibihîzin, û wisan baş e. Destên perdeya ji ser rûyê we rabikin, dê her ew kes bin ku ew bi destên xwe raçandiye. Û heman tilî, yên ku bekreya guhên we mismidandî çêkirine, dê ji ser guhên we bipeqînin. Û hûn ê bikarin bibînin. Û hûn ê bikarin bibihîzin. Lê dîsan jî hûn ê xemgîn nebin ji ber ku hûn berî hingê kor bûn û hûn ê poşman jî nebin ku hûn berî hingê kerr bûn çimkî wê rojê hûn ê fêrî mebestên nihînî yên her tiştî bibin. Û hûn ê tarîtiyê jî mîna ronahiyê bipîrozînin.

Piştî van gotinan wî li dor xwe nerî û dît ku ajotvanê keştiya wî carinan li baberikê û carinan jî li dûriyê dinere. Û wî got: Baldirêj, zêde jî baldirêj e kaptanê keştiya min. Ba dipife û bawanên keştiyê bi nearamî dipirrin. Dimen dixwaze bi rê bikeve. Lê dîsan jî kaptan bi aramî li benda bêdengiya min e. Û hemû deryavanên min, ên ku stranên deryayên hê gewretir bihîstine, wan jî bi sebr û aramî li min guhdarî kiriye. Niha divê ew êdî hew bipên û bisekinin. Ez amade me. Herik gihaye deryayê û dîsan jî dayik kurê xwe dide hemêza xwe.

Bi xatirê te, gelê Orfaleseyê. Ev roj ava bûye. Ew deriyê xwe digire, mîna ku çawa gula hengkuj jî roja xwe ya sibê di xwe de vedişêre. Çi niha ji me re hatibe dan, ew ê ji me re be. Û eger ew ne bes be, divê em dîsan pêrgî hev bên, hev bibînin û em bi hev re destê xwe ber bi danvan de dirêj bikin. Ji bîr nekin ku ez ê dîsan jî bêm nik we. Tenê bîskek pêwîst e ji bo ku bêrîkirina min axê û kefê ji bo bedenek nû peyda bike. Tenê kêlîkek, çavmiçek bînvedanê di hemêza ba de û dayikek nû dê min biwelidîne.

Hûn hemû û xortaniya min, a ku min bi we re borandiye, di xêr û xweşiyê de bimînin. Me do hevdu di xewê de dîtin. Hûn di tenêtî û bêkesiya min de ji min re strîne û min jî barûyek ta ber ewran ji bêrîkirina we ava kiriye. Lê niha xewa we xelas bûye, xewn nemaye û êdî berbanga spêdeyê jî nîn e. Nîvro hatiye û şiyarbûna me bûye rojek tijî, û divê em niha ji hev vebiqetin. Lê eger di şêlîtiya bîranînên xwe de em hê carek din jî bikarin hevdu bibînin, em dikarin ji hev re bipeyivin û hûn ê ji min re stranek kûrtir bistrin. Û eger di xewnê de destên me pêrgî hev bên, em ê dîsan barûyek ta ber ewran ava bikin.

Piştî van gotinan wî hêma û îşaret da deryavanan, wan jî singê keştiyê rakir, werîs û bizîng jê vekirin û keştî hêdîka ber bi rojhilat de meşî. Û gel bi yek deng diqîrrî û qîrra wan ji deryayê hildiket û mîna dengê trombonê bi ser deryayê diket. Tenê Almitra bêdeng bû û li keştiyê dinerî ta ku ew di nav mijê de wenda bû. Û dema ku gel belav bûbû, ew hê jî li hindava deryayê bû û gotinên peyamber li bîra wê bûn: "Tenê kêlîkek, çavmiçek bînvedanê di hemêza ba de û dayikek nû dê min biwelidîne."