Mao Zedong

Ji Wikiquoteyê
Mao Zedong (1959)

Mao Zedong an jî Mao Tse-tung (bi Çînî: 毛泽东/毛澤東; * 26'ê berfanbarê 1893 li Shaoshan; † 9'ê rezberê 1976 li Pekîn) damezrêner ê Komara Gel a Çîn, rêberê dibistana sosyalîst a Maoîzmê ye.

Gotin[biguhêre]

Pend[biguhêre]

  • 谁是我们的敌人?谁是我们的朋友?这个问题是革命的首要问题。
    • Dijminên me kî ne? Hevalên me kî ne? Ev pirseke muhimiyê pêşî ye bo inqilabê.
    • Analîza Sinifan di Komeleya Çînî de (Adar 1926), Xebatên Bijartî yên Mao, Berg I, r. 1.
  • Inqilab ne partiya şîvê ye, ne jî nivîsîna meqaleyê ye, ne jî wênekirin e, ne jî neqiş e. Ew nikare wisa saf, wisa bêlez û çak, wisa nerm, kubar, çelebî, sakin û camêr bûn. Inqilab serhildan e, kirineke şideta ku pê yek sinif sinifeke din hilweşîne.
  • Siyaset ceng bê kujar e, û ceng siyaset bi kujar re ye.
    • Li Ser Cenga Domdar (Gulan 1938), Xebatên Bijartî yên Mao, Berg II, Beş 64 r. 153
  • Ol jehr e.
    • Tê gotin ji Dalai Lama re, 1959.

Gotin ji Serok Mao Zedong (Pirtûka Sor) (1964)[biguhêre]

  • 凡是敵人反對的,我們就要擁護;凡是敵人擁護的,我們就要反對。
    • Her tiştê ku lê dijminên me dijî derdikevin, em ê lê destek bidin; Her tiştê ku lê dijminên me destek didin, em ê lê dijî derbikevin.
    • Beş 2
  • 每个共产党员都应懂得这个真理:“枪杆子里面出政权”。
    • Divê her komunîst di heqîqetê bigihe: Quweta siyasî ji namlûya silahê şên dibe.
    • Beş 5
  • 没有一个人民的军队,便没有人民的一切。
    • Bê leşkereke gel, tiştek ji bo gel tune.
    • Beş 9
  • 群众是真正的英雄,而我们自己则往往是幼稚可笑的,不了解这一点,就不能得到起码的知识。
    • Kutle qehremanên rast in, em xwe jî gelek caran zarokane û bêhiş in, bi fehma vê nizanî, em nikarin agadariya kêmtir jî wernegirin.
    • Beş 11
  • 没有正确的政治观点,就等于没有灵魂。
  • Bergehê siyasî yê rast tunebûn, wek rûhek tunebûn e.
    • Beş 12
  • 下定决心,不怕牺牲,排除万难,去争取胜利。
    • Bibiryar bibin, ji fîda netirsin, ji her astengê derbas bibin, ji bo gihiştin serketinê.
    • Beş 19
  • 共产党员又应成为学习的模范,他们每天都是民众的教师,但又每天都是民众的学生。
    • Bi hînbûnê jî, divê komunîst nimûne bin. Hero ew mamosteyên gel in, hero jî ew şagirdên gel in.
    • Beş 19
  • 我们共产党人好比种子,人民好比土地。我们到了一个地方,就要同那里的人民结合起来,在人民中间生根、开花。
    • Em komunîst wek tovik in, û gel wek erd in. Hemû cihên ku em diçin, divê em yek bibin bi gelê wê cihê re, kok berdin, û zîl vedin.
    • Beş 29
Di Wikipediyayê de nivîsek li ser Mao Zedong heye.
Di Wikimedia Commonsê de medyayên di derbarê Mao Zedong de hene.