Gotinên pêşiyan A-E

Ji Wikiquoteyê


A

  • Agir berda konê xwe da zomê
  • Agirê kuçikê timî germ e dereng sar dibe
  • Agir pêkeve bîhna pîso jê nayê
  • Agir xweş e lê xwelî jî jê çêdibe
  • Agir bi rihê yekî ketibû, yekê jî digo ez firîgê xwe li ber biqelînim
  • Adetên bav û bapîran, kerik xweştirin ji hêjîran
  • Afirê gamêşan bû warê qelse mêşan
  • Alîkî şîn e, alîkî dawete
  • An bike nelerize, an neke nelerize
  • Aqilê giran mû kere
  • Aqilê sivik barê giran
  • Ap biraziya, xal xwarziya ra dike
  • Arvanê salê bi salêra diçe
  • Aş çûye li pey çeq çeqê ketiye
  • Aş digere bi avê, law dike karê bavê
  • Aşê dîna bê av digere
  • Av ronahiye, ji avê metirse
  • Av nafetile ba di cîkî da nasekine
  • Av zane di bin wê da çi heye
  • Ava golan bê tevger e
  • Av di golande genî dibehi
  • Ava hêdî hêdî me ecêb jê dî
  • Ava xurtan serhevraz e
  • Avê bi xwe ji kanî esîla, ne ji mesîla
  • Ava bin kayê ye
  • Ava bîrê bi bîrê tehl e
  • Avabûna malan di destê jinên çê dane
  • Ava çeman xuş e xuş e koçer nabên dewê min tirş e
  • Ava xwestî nakeve hestî
  • Ava miriyan nerêje nava deriyan
  • Ava rijiyayî nayê berhev kirin
  • Avê ku da ser serî çi buhustek çi du buhust
  • Avahî nabe bê asas mirov bi rojî û limêj nabe xilas
  • Avbûna gundan ji berahiya riyan ve kivş e
  • Avê qûna
  • Axa bi xulam e, xulam bi olam e
  • Axa bi deh gundên xwe ve bawer dike Keyxosrew e
  • Axa li kêfê ye xulam li ber zikrêye
  • Axê amîna namîne li ser zaliman
  • Axa ji xulam ra got , xulam ji se ra got, se jî ji dêliya xwe re got
  • Axa rêyan tev dizane lê rêya qenciyên gel nizane
  • Axa tep davêjin, defterên kevn vedikin
  • Awa awa latkî, awa awa tebabkî
  • Azadî firehiya cîhanê ye
  • Azadiyê bêhtir tiştek giran buha nîn e
  • Azaya bi tirs bila qet tunebe
  • Agir pêkeve bi xwe nahese

B

  • Ser ban qul e, bin ban şil e
  • Bav çi seg be, wê law jî ew seg be
  • Bav ji bajêr tê, law jê re qise dike
  • Bav hersim dixwo, diranê law diseqînin
  • Bav ku pak bûya, ev zûriyet bi dû nediket
  • Bayê gurgurî weke jina virvirî
  • Bazar xweş e li bênderê, ne li zeviyê
  • Bar min naêşîne, bin bar min dêşîne
  • Baran dibare ji xwediyê zeviyê re kar e
  • Barana havînê şilkir binê kulînê
  • Barê ketiyan kes ranake
  • Barê serê bê aqil, ling dişkînin
  • Behsa gur dikin gur hazir in
  • Beq çiqwas kok dibe, qûn ewqas lê qalind dibe
  • Berxê xelkê ji meriv re nabin beran
  • Berxê nêr li ber du makaye
  • Berxê nêr ji bona kêr
  • Berxê têr şîr nexwar, bi kavirtî têr naçêre
  • Berkêş bi mêvana geş ?
  • Berfa hûr e, dawî dûr e
  • Ber bi mino ha ji xwe tino
  • Berya sicûrê xwe davê tenûrê
  • Bextê çil ro çile, tajiyê tûle û hespê qule tuneye
  • Behr bi devê se pîs nabe
  • Berxê çê li ber kozê kivse
  • Berx heta hetayî bin selikêde nabe
  • Belga darê dar dixemilîne
  • Bedewê çav kilkir dilê xortan kul kir
  • Berdana jinê edeta dinê
  • Beranê bisko bûya wê li nav pezê bavo bûya
  • Berê biedilîne paşê bi xemlîne
  • Beledê malê ne biyan e, kesê gund e
  • Beg timî xwînxwar in
  • Berf diçe erd dimîne
  • Berxa ku xwedê xweyî kir, guran nekuşt
  • Berxê sêwî beran jê dernayê
  • Berx û gurên tirkan bi hev re diçêrin
  • Berxên pir, ji mihên pir in
  • Betalî xirab malî
  • Bextê feqîra hebûya, gîsnê wan di axa nermda nedişkiya
  • Bextê reş mirovan dike nexweş
  • Beza hespê namûsa siwar e
  • Beza mirîskê heta kadînêye
  • Beza pisîkê heta ber kulfikê
  • Bi fisan çarşef boya nabe
  • Bide xwe bîr, bêje wek jîr ?
  • Bistîne kalan bixwe malan, tu çi dikî bi xortê kundir valan
  • Bipêje hê birêje
  • Binê malê heram mûye, serê wî çiyaye
  • Bila bixwenda paşê bigota
  • Bila jê bihata bila pêşî serê min bişkandana
  • Bila bizê nêr û mê ferq nîn e
  • Bila lawik şane be, bila maaş qet tune be
  • Bira ancax hewara bira da tê
  • Bitirse ji germa germ û mirovê nerm
  • Bi xêra seriya dixwe keriya
  • Bila diz hebin, şevereş gelek in
  • Bila ker ji mirov bibe, mirov ji kerê nebe
  • Bizina kol hînê danûya bibe, fetha wî nabe
  • Bizina belek, şivanê kulek, êvarê bihev re tên guhara teng
  • Bindest û ser dest, nabin yek dest ?
  • Birîna xeberan ji birîna şûr xiravtir e
  • Biratî bi baran, hîsab bi mîsqalan
  • Bi destê xwe mala xwe xirav kir
  • Bixwe mîna mêran, rabe mîna şêran
  • Birîna bi xwe nexwure rehet nabe
  • Bi lav lavê mirov ji ber jina xwe nare der
  • Bibe mal avakirî, nebe mal xerakirî Bi benê xelkê nekeve bîrê --- dişibe gotina tirkan
  • Biçûk li cihê xwe, mezin li cihê xwe
  • Biçûk biçûktî, mezin mezintî
  • Biçûkê malê, kûçikê malê
  • Biçûkê salê, gula malê
  • Bide netirse, bixwaze, bistîne şerm neke
  • Biçûk ku ligora mezina nekevin, wê lingê wan timî li keviran bikevin
  • Bi darê zorê tu tişt nayê pêş
  • Bi derziyê bîr nayê kolan
  • Bi dest bike, bi dev bixwe
  • Bi derziyê neçe ser şûjinê
  • Bi destê namerda neçe, bila av te bibe
  • Bi dilê mezina bizewice, bi dilê biçûka hez bike
  • Bi ewtîna seyan, ji rê namîne karwan
  • Kucik diewtin karwan diborin
  • Bi kulmê neçe ser dirêşê
  • Bilbil bi dengê xwe, mêrxas bi cenga xwe
  • Bila bextê mirov hebe bila çavek mirov tunebe
  • Bi nermî mar ji qulê tê der
  • Bi nanekî mirov nabe nandar
  • Bila mêr bi destê mêran bêne kuştin, ne bi destê qelse mêran
  • Bi îlmê mele bike, bi emelê mele neke
  • Bi mine minê, mirov xelas nabe ji jinê
  • Bi pirse ji kalê zemana, û xortê geriyayî
  • Bixebite heta xwîn di ber neynûgê te re bavêje
  • Bila rûyê mirov bêşê, zikê mirov nêşê
  • Bira xêra bira bixwesta, jina bira mar nedikir
  • Bîhna kiz, tê ji mala diz
  • Bigre û here, li paş xwe nenêre
  • Bihur bi dînan sax nabe
  • Bi qîzanî mîr bû, bi jinanî pîr bû
  • Bêwan binê gund û keça rind çavê herkesî lêye
  • Bê dev xeber nayên tev
  • Bêjin lal e nebêjin teral e
  • Bêje min hevalê xwe, ez bêjim tu kîyî --- dişibe gotina tirkan
  • Bê zanîn dijî ulmêye
  • Bêndera ku çêlek li ser bigere ew çi bênder e
  • Bê derpê bigere, stûyê xwe li ber zaliman xwar neke
  • Bêndera bê xweyî ji mirov re nabe bênder
  • Bêndera dereng nabe xwirê xweyî
  • Bê emrê xwedan pel ji darê naweşe
  • Bê serwerî girara pira nakele
  • Bê şêx û pîr neçe dîwana mîr, ku nekevî halê feqîr
  • Boxê ku quloçê xwe li diwara bixe, wê rojek quloçê wî bişkê
  • Bihar hat rakirin, payiz hat dakirin
  • Bihar û havînê rez, zivistanê jî pez
  • Biharê xwe têr neke, payizê xwe derengî nexe
  • Bû xwê ket agir
  • Bûka xalê delaliya malê
  • Bûk bi dilê zavê ye, çi kul bi dilê xelkêye
  • Bûk bi dilê zavê ye çi pilepila melê ye

C

  • Cam dibe kitan dew dibe derman
  • Caran werin ber caran bi kerê werin ber bara
  • Cehşik mezin be jî dîsa ker e
  • Cejna salê bi salê ra dibûhure
  • Cêrê nû avî sar e
  • Ceribandin ji neceribandinê çêtire
  • Cewrên seyê dir timî dir in
  • Cihê bilind, ji mirovê nivz çêtire
  • Cihê pakî hebe, xerabî çiye
  • Cihê şêra rovî lê dikin gêra
  • Cîh heye rev ji mêraniyê çêtire
  • Cîranê xerab bihêle, diranê êşyayî bikşîne
  • Cîranê pak ji birayê nepak çêtire
  • Cota bira neçin guran


  • Çav ji çavan şerm dike bertîl keviran nerm dike
  • Çavê kor tune lê bextê kor heye
  • Çavê tirsonek singê sipî nabîne
  • Çend çiya hene yê Kurdane
  • Çem ji kaniyan çêdibe
  • Çi bêjî jî li bejna siwarê min tê
  • Çilê reş debarê diqedîne li gayê beş
  • Çiqas sax bimînî, ewqas ecêban dibînî
  • Çiqas bibî mîr xwe neke ji bîr
  • Çi tê serê quling, ji qarîna quling e
  • Çiya çiqas bilind be wê rê pêkeve
  • Çiyayê bilind bê berf û bê rê nabin
  • Çiyayê bê gul weke mirovê bê dil
  • Çiya hewceyê çiyane
  • Çivîkek girtî ji qazek çolê çêtire
  • Çêlekek rêxotî garanê dilewitîne
  • Çêlekek bi şîr, ji deh mihên bê şîr çêtire
  • Çêre çiqwas nerm bibe di bin kevirda nasekine
  • Çû ber tira golikan
  • Çûçik li ser garisên feqîran datîne
  • Çav ji Çavan şerm dike
  • Çiya bi ser hevre hene
  • Çavên birçî tucar têr nabin
  • Çav nînin şurin
  • Çem bê bihur nabin
  • Çû şamê hat dîsa kerê berê

D

  • Dar bi tûye, lê xwedî tûleye ?
  • Dasek nikare bi dehlek
  • Dawet tune li kefçiyan digere
  • Daweta mîran agirê feqîran
  • Daweta duduyan cenge cola hemûyan
  • Delîlê baranê baye, delîlê mirinê taye
  • Dema hirç pîr bû kudik pê gunikan dilîzin
  • Dermanê xwestinê dahane
  • Derba evda asasê kilsêye xera nabe
  • Derziya xwe di serê xwe ra kir
  • Dest hilanîn fereca xêrêye
  • Devî hebe wê bibe dar, xwelî li serê bê war
  • Dewê buhara bide neyara
  • Dema ker bikeve heriyê, ji xwedî zeximtir kes tune
  • Devê wan li gebola wan
  • Devê pisîngê negîşt goşt, go min xêra dêw bavê hîşt
  • Deriyê gomê vebeberx ber bi mêşinê, kar ber bi bizinê dere
  • Dewar bi bennan, mirov bi sozan tên girêdan
  • Dema seg bezî gur, gur mir
  • Derê xwe rind kilît ke, cîranê xwe diz dernexe
  • Dewsa şûra rehet dibe, dewsa gotina rehet nabe
  • Deve nal kirin, rovî çû go:pe pe
  • Dema bextewerî nebe dost, feyde nake gera bost bi bosr
  • Derê jina xera nekirye hîna avaye
  • Derew sêwiye
  • Dew li aşiqa nayê
  • Dewet ferihî, berbûrî hedikîn
  • Deve û gur e
  • Destê wî rast naçe paxila wî
  • Devo
  • Destê te ne destê mêrkujaye
  • Dibê koro bide malê min, dibê nehê mala min
  • Dibê deve çima stûyê te xwar e, dibê çiyê min li kar e
  • Dibê kûsî tu çima pîsî dibê li eniya min nîvîsî
  • Dijminê bavê nabe dostê lawê
  • Dijminê dijminê mirov dostê mirov e
  • Dil heye taqet tuneye
  • Diran bi êş, derman kêş
  • Direw li biyaniyê, pesn li pîrîyê
  • Dibê te dinya çawa dî, dibêli gorî dilê xwe
  • Digerî li dewleta lez, xweyî ke rez û pez
  • Dînok di şîn û şahiyan de kifş dibin
  • Dilê xezeb mirov nagihijîne mexsed û miradan
  • Dinya dem e, gav petêxe gav lem e
  • Dinê li dinê çavê gur li bizinê
  • Dîwaro ji te re dibêm, bûkê tu fêm bike
  • Dibê dewlemendo pîroz be, feqîro te ji ku anî
  • Dixwo gebola zerî, diçe devê derî
  • Dibê kundo mirî pir in an zindî, dibê zindîkî zêdeye ew jî di bin emrê jinê deye
  • Dil neke jina bi mêr, diçe mal dike ji bîr
  • Dilê fireh pîr nabe
  • Dinya bûye kes, tu kes negotiye bes
  • Dil miqabilê dil e
  • Dizê malê ji malê be, ga di kulekê re derdikeve
  • Dil ku fireh be rê jê re gelek in
  • Dil li ser dil e, jê re nîn e tu derd û kul e
  • Dil wek şûşêye zû dişkê, lê dereng diceribe
  • Dirika xwe bi destê min dernexe
  • Diyarî qesp in, şûn diyarî hesp in
  • Diya zavê lotik davê, diya bûkê kûke kûke
  • Dîz ji beroşê re dibê wêde here rû teniyê
  • Dîzikê go ez rind im, heskê go di te de digerim
  • Dostê bi xêr ji birayê bêxêr çêtire
  • Don nekî çirê çire rohnî nade
  • Du parên xizaniyê nezaniye
  • Dûma her tiştî heye, dûma zilmê tuneye
  • Dûr here dirist here

E

  • Ebed û ebedî, her tişt dere li xwedî
  • Emerê çelengdar, xulamî kir ji hakim re sî û sê sal, tu car ji mêrê hakim nekir bawer û îhtîbar
  • Ez dengek pir tehl dibîzim, gelo tu dizanî çi deng e
  • Erdek hişk ezmanek bilind
  • Ê ku go kir mêr e, ê ku go û nekir nemêr e ê ku nego û kir şêr e
  • Emrê ku çû nede dû
  • Eger hinek mirov ker nebin , wê qîmeta kera zêde bûna
  • Erd birinc be jî, av rûn be jî, ku xwedî tunebe zû diqede
  • Erdê neyara bi buhurtaye
  • Erê erêye, na naye, erêna belaye
  • Ewê dîzikê çêke, wê çemil jî pêxe
  • Ecel ku bê nade mecal
  • Eşqa dizan şevereş in
  • Ew riya te berê xwe dayê ez jê hatime
  • Ew kare mirov tî bibe ser avê, tî bîne
  • Em çûn mala fatê fatê çû civatê
  • Ez hêdî diçim bela digihîje min, zû diçim ez digîjim belayê
  • Ez cehşika pê çi dikim


>> Gotinên pêşiyan 2