7
Ji Wikiquote
http://www.kurdistanmedia.com/Kurmanci/rojnameya_Agiri/1/gotin%EAn%20Mezinan.htm
- Her dem tiştê xirap, bi xirabî û tiştê baş bi başî bibîne, bêy vê ku tu bizanî xwediyê vê kê ye.
- Ne hinde hişik be ku bêyî şikandin, ne jî hinde nerm be ku wekî berikê bêyî pêçandin.
- Ne mehtê tiştekê bike, ne jî dijûna jê re bide.
¦.Rêncberê xwe be, axayê mala xelkê nebe.
¦.Şola bike bi esas, bila dilê te nebe weswas.
¦.Ev dostê te ye ku te digirînît nek evê ku te dikenînît.
¦.Karê îro nehêle sibê re.
¦.Xwe mezin neke, da ku tu neşkêyî.
¦.Hindikê bide ber dasê, bila tu nemînî asê.
¦.Nebe kevçiyê hemû girarekê.
¦.Bidî biyanî, goştê ranî, vê li ser te da bihêt poşmanî.
¦.Tu çi biçînî, tu vê dihilînî.
¦.Nan bidî segan, belê nedî bê sifetan,
¦.Nanê tirsiye xwe nede goştê bi mineta xelkê.
¦.Heta kanî hebe, ava cihê nevexwo.
¦.Bo biyanî çende bikî, li dûmahiyê her poşmanî.
¦.Ne Gamêşê bike Mêş, ne jî Mêşê. bike Gamêş.
¦.Here nav miletan, bila bigrî adetan.
¦.karê demekê, ne de axifitina salekê.
¦.Tişta Aqil qebûl neke, bawir neke.

